Heçî kirinên nefsê ne, ew eşkere ne: Ew fuhûşî, pîsîtî, şehwet, pûtperestî, sêrbazî, dijminahî, pevçûn, çavnebarî, hêrs, hevrikî, dubendî, partîkarî, zikreşî, serxweşî, kêfkirina bi harîtî û sefahet û tiştên wek van in. Wek ku min berê ji we re got, ez careke din dibêjim: Yên ku tiştên weha dikin, Padîşahiya Xwedê mîras nastînin.