Efesî 5
5
1Ji bo vê yekê, wek zarokên delal mîna Xwedê bikin. 2Çawa ku Mesîh ji me hez kir û ji bo me xwe feda kir û xwe wek pêşkêş û goriyeke bîhnxweş pêşkêşî Xwedê kir, hûn jî wisa di hezkirinê de rêve herin. 3Bi awayê ku li pîrozan tê, divê di nav we de, navê fuhûşiyê û her cûreyê nepakî an çavbirçîtiyê qet neyê gotin jî. 4Û divê peyivîna bêedebî û bi ehmeqî, an henekên zir, yanî tiştên ku ne hêja ne, nebin, lê hê bêtir hûn şikirdar bin. 5Vê yekê qenc bizanin ku di Padîşahiya Mesîh û Xwedê de mîrasa tu mirovê fuhûşker, nepak an jî mirovê çavbirçî yanî pûtperest, tune.
Zarokên Ronahiyê
6Bila tu kes we bi peyvên pûç nexapîne, çimkî xezeba Xwedê ji ber van tiştan tê ser kurên neguhdariyê. 7Îcar hûn nebin hevparên wan. 8Demekê hûn tarîtî bûn, lê niha hûn bi Xudan ronahî ne. Îcar wek zarokên ronahiyê rêve herin, 9ji ber ku berê ronahiyê di her qencî, rastî û rastdariyê de ye. 10Tiştê ku li xweşa Xudan diçe, kifş bikin. 11Nebin hevparên karên tariyê yên bêber, lê hê bêtir wan tiştan eşkere bikin. 12Çimkî tiştên ku ew bi dizî dikin, eyb e ku bên gotin jî. 13Lê her tiştê ku dikeve ber ronahiyê, xuya dibe. 14Çimkî her tiştê ku xuya dibe, ronahî ye. Loma tê gotin:
«Ey yê ku radize, hişyar bibe!
Ji nav miriyan rabe û
Mesîh wê ji te re bibiriqe.»#Binêre: Îşaya 26:19; 60:1
15Loma bala xwe bidinê ka hûn çawa rêve diçin, ne wek ên neşehreza, lê belê wek ên şehreza herin. 16Îcar ji fersenda vê demê îstifade bikin, çimkî roj xerab in.#Kolosî 4:5 17Loma ne bêaqil bin, lê belê fêm bikin ka daxwaza Xudan çi ye. 18Û bi şerabê serxweş nebin, di wê de bêedebî heye; lê bi Ruh tije bibin. 19Ji hev re Zebûr, lavije û stranên ruhanî bêjin, di dilê xwe de ji Xudan re stran û lavijeyan bistrînin.#Kolosî 3:16-17 20Hergav ji bo her tiştî bi navê Xudanê me Îsa Mesîh ji Bav Xwedê re şikir bikin.
Têkiliyên Navmalê
21Bi tirsa Mesîh bi ya hev bikin. 22Ey jinno! Wek ku hûn bi ya Xudan dikin, wisa bi ya mêrê xwe bikin.#Kolosî 3:18; Petrûs I, 3:1 23Çimkî çawa Mesîh serê Civînê ye, mêr serê jinê ye û Mesîh bi xwe Xilaskarê Civînê, yanî bedenê ye. 24Îcar çawa ku Civîn bi ya Mesîh dike, bila jin jî bi vî awayî di her tiştî de bi ya mêrê xwe bike. 25Ey mêrno! Wek ku Mesîh ji Civînê hez kir û xwe di ber wê de feda kir, bila her kes ji jina xwe hez bike.#Kolosî 3:19; Petrûs I, 3:7 26Wî xwe feda kir, da ku Civînê bi peyva xwe pîroz bike û bi şuştina avê paqij bike, 27da ku Civînê bi rewneqiya wê ve pêşkêşî xwe bi xwe bike, ku tu leke an qermîçek an tiştekî wek van li ser wê nebe, lê belê ew pîroz û bêleke be. 28Bi vî awayî her mêr jî deyndar e ku wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike. Yê ku ji jina xwe hez dike, ji xwe hez dike. 29Çimkî tu kesî, tu caran ji bedena xwe nefret nekiriye, lê ew bedena xwe xweyî dike û xema wê dixwe, wek ku Mesîh jî Civînê xweyî dike û xema wê dixwe. 30Çimkî em endamên bedena wî ne. 31«Loma mêr wê dê û bavê xwe berde, bi jina xwe re bibe yek û herdu jî wê bibin bedenek.»#Ji: Destpêk 2:24 32Ev sir mezin e; lê ez vê li ser Mesîh û li ser Civînê dibêjim. 33Loma bila her yek ji we jî wek ku ji xwe hez dike, ji jina xwe hez bike û bila jin siyaneta mêrê xwe bigire.
Currently Selected:
Efesî 5: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.