YouVersion Logo
Search Icon

Efesî 4

4
Yekîtiya Bedenê
1Îcar ez yê ku di ber Xudan de girtî me, ez ji we hêvî dikim ku hûn di jiyana xwe de bi awayê ku hêjayî gazîkirina we ye, rêve herin. 2Di hezkirinê de bi hemû nefsbiçûkî û nermiyê bi bîhnfirehî hevdû ragirin.#Kolosî 3:12-13 3Xîretkêşiyê bikin ku hûn yekîtiya Ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin. 4Wek ku Xwedê hûn gazî yek hêviyê kirine, beden yek e, Ruh yek e 5Xudan yek e, bawerî yek e, imad yek e. 6Xwedê yek e, bavê hemûyan e; ew di ser hemûyan re ye, bi hemûyan re ye û di nav hemûyan de ye.
7Û li gor pîvana diyariya Mesîh ji her yekî ji me re kerem hat dayîn. 8Loma dibêje:
«Gava ku hilkişiya, derket jor,
Hêsîr li pey xwe birin,
Û diyarî dan mirovan.»#Ji: Zebûr 68:18
9Ev «derket jor» tê mana çi? Dixwaze bêje ku pêşî ew daketibû derên erdê yên jêr. 10Yê ku daketiye û ji bo ku her tiştî tije bike derketiye jor, di ser hemû ezmanan re eynî ew e. 11Wî bi xwe diyarî da, ku hinek bibin Şandî, hinek pêxember, hinek mizgînvan, hinek jî şivan û mamoste, 12da ku yên pîroz ji bo xebata xizmetkirinê bên rapêçan û bedena Mesîh bê avakirin 13heta ku em hemû bigihîjin yekîtiya bawerî û naskirina Kurê Xwedê û bibin mirovê gihîştî, bigihîjin pîvana bejna Mesîh a temam û tije. 14Da ku êdî em nebin zarokên ku bi pêlan vir ve û wê ve tên kişkişandin, li ber her bayê hîndariya mirovên xapînok diçin û bi qurnaziya hîlekariyên wan ji rê derdikevin. 15Lê em bi hezkirinê rastiyê bêjin, di her tiştî de ber bi wî ve mezin bibin ku serî ew e, Mesîh e. 16Bi wî hemû beden hevdû digire û bi alîkariya her movikê girêdayî ye; bi wî her endam li gor qeweta xwe dixebite û bi vî awayî beden mezin dibe û di hezkirinê de tê avakirin.#Kolosî 2:19
Jiyana Kevin û ya Nû
17Loma ez vê dibêjim û bi navê Xudan li ser disekinim: Êdî wek miletên din ên ku di fikirîna xwe ya pûç de rêve diçin, hûn neçin. 18Têgihîştina wan tarî ye; ew ji ber xeşîmî û hişkîtiya dilê xwe, ji jiyana Xwedê re biyanî ne. 19Wan her pêhesîn winda kiriye û ji bo ku bi çavbirçîtî her pîsîtiyê bikin, xwe dane destê bêedebiyê. 20Lê we Mesîh bi vî awayî nas nekir. 21Bêguman we li ser wî bihîstiye û hûn li gor wî hatine hînkirin, wek ku rastî bi Îsa ye, 22ku hûn mirovê kevin ê li gor jiyana we ya berê, ku bi xwestekên xapînok dirize, ji ser xwe bavêjin#Kolosî 3:9; Romayî 6:6 23û di ruh û hişê xwe de nû bibin 24û mirovê nû li xwe bikin ê ku di rastdarî û pîroziya rastiyê de li gor Xwedê hatiye afirandin.#Kolosî 3:10
25Loma derewan ji xwe dûr bixin û «her yek ji we bi cîranê xwe re rastiyê bipeyivin,»#Ji: Zekeriya 8:16 çimkî em endamên hev in. 26«Hêrs bibin, lê guneh nekin;»#Ji: Zebûr 4:4 bila roj li ser hêrsa we neçe ava. 27Ne jî rê bidin Îblîs. 28Yê ku dizî kiriye, divê êdî diziyê neke, lê bila bi destê xwe tiştê qenc bike û bixebite, da ku tiştekî wî hebe ku bide yê hewcedar. 29Bila qet gotina xerab ji devê we dernekeve, lê belê ji bo perwerdekirinê çi qenc e – wek ku lazim e – wê bêjin, da ku ew ji guhdaran re keremdar be. 30Ruhê Xwedê yê Pîroz ê ku hûn ji bo roja rizgariyê bi wî hatine morkirin, xemgîn nekin. 31Bila bi her xerabiyê re her tehlî, hêrs, xezeb, qîrîn û buxtan ji we dûr kevin. 32Li hember hev keremdar û dilovan bin û wek ku Xwedê bi Mesîh li we bihûrtiye, li hevdû bibihûrin.#Kolosî 3:13

Currently Selected:

Efesî 4: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in