Logo ng YouVersion
Hanapin ang Icon

Lûqa 18

18
Mesela Jinebiyê û Dadger
1Ji bo ku ew herdem dua bikin û newestin, Îsa meselek ji wan re got: 2«Di bajarekî de dadgerek hebû ku ne ji Xwedê ditirsiya û ne jî ji mirovan şerm dikir. 3Di wî bajarî de jinebiyek jî hebû ku dihat ba dadger û jê re digot: ‹Heqê min ji neyarê min bistîne!› 4Dadger demekê nexwest, lê piştre ji xwe re got: ‹Her çiqas ez ne ji Xwedê ditirsim û ne jî ji mirovan şerm dikim, 5lê belê ji ber ku ev jinebiya ha hergav tê û min reht dike, ezê rabim, heqê wê bidim wê, da ku ev herdem neyê, serê min gêj neke.›» 6Û Xudan got: «Bibihîzin ku dadgerê neheq çi dibêje. 7Ma Xwedê heqê bijartiyên xwe yên ku bi şev û roj hawara xwe digihînin wî, nade wan? Ma wê wan li hêviyê bihêle? 8Ez ji we re dibêjim, ewê heqê wan zû bide wan. Lê dîsa jî gava Kurê Mirov bê, gelo ewê baweriyê li ser rûyê erdê bibîne?»
Mesela Fêrisî û Bacgir
9Îsa ev mesele jî ji hinekan re got, yên ku ji rastdariya xwe piştrast in û yên din kêm dibînin: 10«Du mirov hilkişiyan Perestgehê, da ku dua bikin. Yek ji wan Fêrisî bû û yê din bacgir bû. 11Yê Fêrisî li ser piyan rawesta û ji xwe re weha dua kir: ‹Ya Xwedê, ez şikir ji te re dikim ku ez ne wek mirovên din im: Ez ne rêbir, ne neheq, ne zînakar, an jî ne wek vî bacgirê ha me. 12Ez di heftiyê de du caran rojiyê digirim û dehyeka hemû derameta xwe didim.› 13Lê yê bacgir ji dûr ve rawesta û nedixwest çavên xwe jî ber bi ezmên ve hilde; wî li singê xwe dixist û digot: ‹Ya Xwedê, li min gunehkarî were rehmê!› 14Ez ji we re dibêjim: Ne yê Fêrisî, lê yê bacgir rastdar çû mala xwe. Çimkî her kesê ku xwe bilind bike, wê bê nizimkirin; lê yê ku xwe nizim bike, wê bê bilindkirin.»
Îsa zarokan pîroz dike
(Metta 19:13-15; Marqos 10:13-16)
15Zarokên biçûk jî anîn ba Îsa, da ku destê xwe deyne ser wan. Lê gava şagirtan ev yek dît, li wan hilatin. 16Lê Îsa gazî wan kir, ku bên ba wî û got: «Bihêlin, bila zarok bên ba min, pêşiya wan negirin. Çimkî Padîşahiya Xwedê ji yên weha re ye. 17Bi rastî ez ji we re dibêjim, kî ku Padîşahiya Xwedê wek zarokekê qebûl neke, tu caran nakeve wê.»
Serdarê dewlemend
(Metta 19:16-30; Marqos 10:17-31)
18Û serwerekî ji wî pirsî û got: «Ya Mamostê qenc, ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?» 19Û Îsa ji wî re got: «Çima tu ji min re qenc dibêjî? Ji Xwedê pê ve, tu kesê qenc tune. 20Tu emran dizanî: ‹Zînayê neke!›, ‹Nekuje!›, ‹Diziyê neke!›, ‹Şahidiya derewîn neke!›, ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire!›#Ji: Derketin 20:12-16; Dubarekirina Şerîetê 5:16-20 » 21Wî jî got: «Ev tiştên ha hemû min ji xortaniya xwe ve pêk anîne.» 22Gava Îsa ev bihîst, ji wî re got: «Hê jî tiştek ji te kêm heye: Çi tiştê te heye bifiroşe û li belengazan belav bike. Hingê wê li ezmanan xezîna te hebe. Û were, bikeve pey min.» 23Lê gava wî ev tiştê ha bihîst, ew gelek xemgirtî bû, çimkî ew gelek dewlemend bû. 24Îcar gava Îsa dît ku ew gelek xemgirtî bû, got: «Çiqas zehmet e ku yên dewlemend bikevin Padîşahiya Xwedê! 25Çimkî derbasbûna devê ya di qula derziyê re, ji ketina mirovê dewlemend a Padîşahiya Xwedê hêsanîtir e.» 26Û yên ku ev bihîstin gotin: «Eger wisa ye, kî dikare xilas bibe?» 27Lê Îsa got: «Tiştê ku li ba mirovan nabe, li ba Xwedê dibe.» 28Hingê Petrûs got: «Va ye, me yên xwe hiştine û em li pey te hatine.» 29Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu kes tune ku di ber Padîşahiya Xwedê de dev ji mal, an jin, an zarok, an dê, an bav, an birayan berdabe, 30di vê dinyayê de gelek bêtir û di dinya ku bê de jiyana herheyî nestîne.»
Îsa cara sisiyan li ser mirin û rabûna xwe dibêje
(Metta 20:17-19; Marqos 10:32-34)
31Îsa her diwanzdeh anîn ba xwe û ji wan re got: «Va ye, em derdikevin Orşelîmê û hemû tiştên ku bi destê pêxemberan li ser Kurê Mirov hatine nivîsîn, wê bên cih: 32Ewê bê xistin nav destê miletan, wê tinazên xwe bi wî bikin, wê wî riswa bikin, wê tif bikin wî, 33wê wî bidin ber qamçiyan û wê wî bikujin û ewê roja sisiyan ji nav miriyan rabe.» 34Lê wan tu tişt fêm nekir. Ev peyv ji wan re veşartî ma û tiştên ku wî gotin, fêm nekirin.
Îsa parsekekî kor qenc dike
(Metta 20:29-34; Marqos 10:46-52)
35Çaxê Îsa nêzîkî Erîhayê dibû, yekî kor li tenişta rê rûniştibû û pars dikir. 36Gava wî bihîst ku elaletek dibihûre, pirsî û got: «Ev çi ye?» 37Lê vegerandin û gotin: «Îsayê Nisretî dibihûre.» 38Yê kor kir qîrîn û got: «Ya Îsa, Kurê Dawid, li min were rehmê!» 39Û yên ku di pêşiyê de diçûn, lê hilatin, da ku ew dengê xwe bibire; lê wî hê bêtir kir qîrîn û got: «Ya Kurê Dawid, li min were rehmê!» 40Îsa rawesta, emir kir, ku yê kor bînin ba wî. Û gava yê kor nêzîk bû, Îsa ji wî pirsî: 41«Tu çi dixwazî ku ez ji te re bikim?» Wî got: «Ya Xudan, bila çavên min bibînin.» 42Îsa jî ji wî re got: «Bila çavên te bibînin, baweriya te tu xilas kirî.» 43Û wî di cih de dît, li pey Îsa çû û pesnê Xwedê da û hemûyên ku ev yek dîtin, rûmet dan Xwedê.

Kasalukuyang Napili:

Lûqa 18: KURNT

Haylayt

Ibahagi

Kopyahin

None

Gusto mo bang ma-save ang iyong mga hinaylayt sa lahat ng iyong device? Mag-sign up o mag-sign in