Logotip YouVersion
Search Icon

Methelokên 12

12
Bir 12
1Yê ko hejî rêz û rêzikan dike ji zanînê hez dike; lê yê ko ji êşa fêrbûnê direve bêhişek e.
2Mirovê qenc digehe qenciya Xwedê; lê mirovê xerab bi destê xwe mala xwe xira dike
3Mirov bi xirabiyê xurt na be, lê rayê dilpakan tu cara nayê hejandin.
4Jinikeke pakdamen tacê serê mêrê xwe ye; lê ya xirab mîna edaba hestiyên di wî ne.
5Fikr û ramanên pakdilan heq in; lê qesdên mirovên xerab hîle ne.
6Peyivên neçeyan kemîn in; ji bono rijandina xwînê; lê devê mirovên rast xelas û felat e.
7Mirovên xirab dê bêne xistin erdê û winda bibin û xaniyê dilpakan weke xwe bimînin.
8Hêjabûna mirovan li gora eqilmendiya wan e; lê yê dilfesad bêqedr in.
9Çêtir e ko mirov halê xwe bizane û xulamekî wî hebe; û ne ko xwe binepixîne û hewcedarî perçekekî nan be.
10Mirovê dilpak çavê heywanê xwe dihemîne; lê dilê mirovên neçak bixwe xedar in.
11Yê ko erdê xwe cot dike têr nan dixwe; lê yê ko dide pey karên pûç ne tu kes e.
12Daxwaza mirovên xirab her xirabî ye; lê rayê salihan berxurdar dibe.
13Mirovê nebaş dikeve dehfilia gotinên xwe ên xerab; lê yê dilpak xwe ji tengiyê xelas dike.
14Bi fêkiyên dev û lêvan zehf qencî digehe mirovan û kedê her destekî li gora xebata wî ye.
15Bodile reya xwe rast dihesibîne; lê ko guhdide şiretan bîrewer e.
16Bêhiş erna xwe di cih de xuyanî dike; lê yê ko heqaretekê vedişêre eqilmend e.
17Yê rastdil rastiyê bi serbestiyê dibêje; şahidê derewîn bi gotina xwe xelkê dixapîne.
18Yê ko bêtebat dipeyive; mîna şûrekî brîndar dike; lê zimanê eqilmendan dermanê dilan e,
19Devê rastbej her payedar e; lê jiyîna zimanê derewîn kurt e.
20Hîlebazî di dilê mirovên xerab de ye, yên ko neçeyiyê didin eqlê xwe; û şabûnî para mirova ye ko pendê lihevhatinê didin.
21Tu xirabî na gihe pakdilan; lê serê mirovên nerind ji belayê xelas na bin.
22Xwedê ji devên derewîn dikerihe; lê yên ko rastiyê dikin dilovaniya Wî de ne.
23Mirovê eqilmend şehrezayiya xwe vedişêre; lê dîn dînîtiya xwe pês xelkê didin.
24Destê xebatker sermiyaniyê wê bike; lê para destê tiral xulamîtî ye.
25Derdê dilan mirovan dihelikînin, lê gotineke xweş şa dike.
26Mirovê baş rêke çak şanî hevalê xwe dike; lê reya neçeyan wan şaş dike.
27Mirovê tiral nêçîra xwe jî na qelîne; lê xezîneya mirovan ya hêja xwe tevdan e.
28Di reya rastiyê de jiyîn heye; û li ser vê şivereyê de mirin nîne.

Currently Selected:

Methelokên 12: MKRPRO

Označeno

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in