Logotip YouVersion
Search Icon

Methelokên 11

11
Bir 11
1Xwedê ji şehîna hîledar dikerihe, lê mîzaneke rast li ber dilê Wî şîrîn e.
2Li cihê ko pozblindî heye, şermisarî jî heye; lê eqilmendî para mirovên nefisbiçûk e.
3Namûsa dilpakan rêberiya wan dike; lê hîleyên bêbextan wan digihîne perîşaniyê.
4Roja xezebê de, dewlemendî bikêr na yê; lê dilpakî ji mirinê xelas dike.
5Dilpakiya mirovên çak reya wan ava dike, lê yê xerab pê xerabiya xwe winda dibin.
6Edaleta dilpakan wan xelas dike; lê mirovên xerab pê xerabiya xwe winda bibin.
7Gava mirovê xerab dimire hêviya wî pûç dibe; hêviya zorkeran jî wê pûç derkeve.
8Dilpak ji tengiyê xelas bibin û mirovên xerab dê bikevin şûna wan.
9Mirovê bêdîn bi zimanê xwe cîranê xwe têxe helaketê; lê mirovên dilpak bi zanînê jê xelas dibin.
10Ko dilpak bextiyar in, ehlê bajêr pê şa dibin û ko mirovên xerab perîşan dibin, ji xelkê qîrînên şahiyê radibin.
11Bi rindiya mirovên qenc qedrê bajêr bilind dibe; lê bi devên peyayên pîs şaristan dikeve zîvariyê.
12Yê ko mirovên din heqîr dibîne sersemek e; lê mirovekî eqilmend deyin na ke.
13Yê ko paşgotiniya xelkê dike, veşartiyan eşkere dike; lê yê ko xwedî dilekî pak e, nependiyan li cem xwe dihêle.
14Gava pend û debarine çak nî ne milet dikeve, felata miletekî di piraniya şîretkeran de ye.
15Yê ko kefîl dibe, dikeve tengiyê; lê yê ko xwe jê dide paş, ewle û rahetser e.
16Jinikeke delal serbilind dibe; û mirovên xurt dewlemend dibin.
17Mirovê baş qenciyê digihîne giyanê xwe; lê peyayê xedar canê xwe têxe ezabê.
18Karê mirovê xirab ê derewîn e; lê yê ko tovê edaletê direşîne bi rastî kar dike.
19Edalet digihîne jiyînê; lê yê ko dide pey xerabiyê mirinê peyda dike.
20Xwedê ji mirovên dilxwar dikerihe; lê yên ko dilrast in li ber dilê Wî şîrîn in.
21Bê guman e ko mirovê xerab bê ceza na mîne, lê çêliyên dilpakan dê bêne xelas kirin.
22Xelekekî zêr di pozê berazekê de; ev e jinikeke spehî lê bêhiş.
23Daxwaza dilpakan bitenê qencî ye; lê peyayên nebaş çavnêriya xirabiyê dikin.
24Hin belav dikin û hêj dewlemendtir dibin û hinên din destgirtî ne û herûher belengaztir dibin.
25Canê comerd wê qelew bibe; yê ko avê dide jê re av dê bête dayin.
26Yê ko bi qesda karekî zêde genimê xwe ji dest na de: xelk lanetan lê dikin; lê bereket digehe mirovê ko wî difiroşe.
27Yê ko li qenciyê digere, qencî digehe wî; lê yê ko li xirabiyê digere lê dikeve.
28Yê ko pişta xwe bi dewlemendiyê xurt dike wê perîşan bibe; lê mirovên dilpak mîna pêlên daran şîn dibin.
29Yê ko rahetiya mala xwe direvîne, wê paleyiya bê bike; û bêhiş dê bibin hêsîrên eqilmendan.
30Fêkiyê dilpakan dareke jiyînê ye; û mirovên şehreza delalê dilê xelkê ne.
31Nexwe, heke mirovê dilpak divê li dinyayê ezabê bibîne; gelo halê zalim û gunehkaran wê çito bibe?

Currently Selected:

Methelokên 11: MKRPRO

Označeno

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in