Kurên di mala we de çêbûne û koleyên ne ji nifşên we ne û ji xerîban hatine kirîn jî tê de, divê di roja xwe ya heştan de werin sinetkirin. Wê ev yek di nav nifşên we de bidome. Hem kurê li mala te çêdibe, hem jî kurê bi pere tê kirîn, esse divê bê sinetkirin. Ev nîşana bedena we, wê her û her bibe nîşana peymana navbera min û we.