Logotipo da YouVersion
Ícone de Pesquisa

Galatî 3

3
Şerîet û Bawerî
1Ey Galatiyên bêhiş! Kê sêrbazî li we kir? Ma li ber çavên we, Îsa Mesîh xaçkirî ji we re nehat sûretkirin? 2Ez dixwazim tenê vê ji we hîn bibim: Ma we Ruhê Xwedê bi kirina Şerîetê an bi bihîstin û bawerkirinê stand? 3Ma hûn evqas bêhiş in? We bi Ruh dest pê kir, ma niha hûn dixebitin ku bi hêza xwe bibin sêrî? 4Ma hûn badîhewa di evqas tecrûbeyan re derbas bûn? – Eger ev bi rastî badîhewa bû. 5Nexwe yê ku Ruh dide we û di nav we de kerametan dike, ma vê bi kirina Şerîetê an bi bihîstin û bawerkirina we dike?
6Li Birahîm binêrin: «Wî ji Xwedê bawer kir û ev jê re rastdarî hat hesabkirin.»#Ji: Destpêk 15:6#Romayî 4:3; Aqûb 2:23
7Loma bizanin, yên ku bawer dikin, kurên Birahîm ew in.#Romayî 4:16 8Nivîsara Pîroz ji berê ve dît ku Xwedê wê miletan bi baweriyê rastdar derxe û ji berê ve ev Mizgînî da Birahîm: «Hemû milet wê bi te bên pîrozkirin.»#Ji: Destpêk 12:3; 18:18; 22:18 9Wisa ku, yên bawer dikin, wê bi Birahîmê ku bawer kiriye re bên pîrozkirin.
10Çimkî hemû yên ku pişta xwe bi kirina Şerîetê ve girêdane, di bin nifirê de ne. Ji ber ku weha hatiye nivîsîn: «Her kesê ku di hemû tiştên ku di Kitêba Şerîetê de nivîsî ne, nesekine û neke, di bin nifirê de ye.»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 27:26 11Îcar eşkere ye ku tu kes li ba Xwedê bi Şerîetê rastdar dernakeve. Çimkî hatiye nivîsîn: «Yê rastdar wê bi baweriyê bijî.»#Ji: Habaqûq 2:4 12Şerîet ne ji baweriyê ye; lê belê hatiye nivîsîn: «Yê ku wan tiştan dike, wê bi wan bijî.»#Ji: Lêwiyî 18:5 13Mesîh, em bi berdêl ji nifira Şerîetê kirrîn û rizgar kirin. Ew ji bo me ket bin nifirê; çimkî hatiye nivîsîn: «Her kesê ku bi dar ve daleqandî ye, di bin nifirê de ye.»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 21:23 14Ev hemû weha bû, da ku bi Mesîh Îsa pîrozbûniya Birahîm bê ser miletan û em bi baweriyê soza Ruh bistînin.
Şerîet û Soza Xwedê ya ji Birahîm re
15Birano, ez li gor mirovan dibêjim: Peymana ku hatiye erêkirin, tenê ya mirovekî be jî, tu kes nikare betal bike an tiştekî bi ser ve zêde bike. 16Îcar soz ji Birahîm û ji dûndana wî re hatin dayîn. Nayê gotin wek ku ji bo gelekan be: «Ji hemû dûndanê re», lê belê wek ku ji bo yekî bi tenê be, dibêje: «Ji dûndana te re»,#Ji: Destpêk 13:15; 24:7 ku ev jî Mesîh e. 17Îcar ez vê dibêjim: Şerîeta ku piştî çar sed û sî salan hat, nikare peymana ku Xwedê ji berê ve erê kiribû, rake û bi wî awayî sozê betal bike.#Derketin 12:40 18Çimkî eger mîras ji Şerîetê be, êdî ne ji sozê ye. Lê Xwedê ji kerema xwe ew bi sozê da Birahîm.#Romayî 4:14
19Nexwe Şerîet çima çêbû? Ew ji bo ku sûcan derxe meydanê, ser ve hatiye zêdekirin, da ku heta dûndana ku ji wî re hatibû sozdan bê, bimîne. Ew Şerîet bi rêberiya milyaketan bi destê navberkarekî hat sazkirin.#Dubarekirina Şerîetê 33:1-4; Îbranî 2:2; Karên Şandiyan 7:38, 52 20Navberkar ne ji bo yekî tenê ye, lê Xwedê yek e.
21Nexwe Şerîet li hember sozên Xwedê ye? Na, tu caran! Çimkî eger Şerîeteke ku vedijîne bihata dayîn, hingê erê, rastdarî wê bi Şerîetê bûya. 22Lê belê Nivîsara Pîroz her tişt di bin guneh de girtiye, da ku soz bi baweriya ku bi Îsa Mesîh e, ji yên ku bawer dikin re bê dayîn.
23Beriya ku ev bawerî bê, em di bin Şerîetê de girêdayî bûn, heta xuyabûna baweriya ku wê bihata, em di bin çavan de bûn. 24Bi vî awayî Şerîet heta bi hatina Mesîh, bû perwerdevanê me, da ku em bi baweriyê rastdar derkevin. 25Niha, ji ber ku bawerî hat, êdî em ne di bin destê perwerdevan de ne. 26Çimkî hûn hemû bi baweriyê bi saya Mesîh Îsa kurên Xwedê ne. 27Ji ber ku hûn hemû yên ku imad bûne, ku hûn bibin yên Mesîh, we Mesîh li xwe kir. 28Êdî ne Cihû û ne jî Yewnanî hene, ne xulam û ne jî azad hene, ne jî nêr û mê hene; çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de hûn hemû yek in. 29Îcar, eger hûn ên Mesîh in, hingê hûn dûndana Birahîm in û li gor sozê jî wêris in.#Romayî 4:13

Atualmente Selecionado:

Galatî 3: KURNT

Destaque

Compartilhar

Copiar

None

Quer salvar seus destaques em todos os seus dispositivos? Cadastre-se ou faça o login