Logo ya YouVersion
Elilingi ya Boluki

Destpêk 30

30
1Çaxê Rahêlê dît ku tu zarokan nayîne, ew hesidî xwişka xwe. Wê ji Aqûb re got: “Bike ku zarokan bînim an na ezê bimirim.”
2Hêrsa Aqûb li wê rabû û got: “Ma ez dikarim cihê Xwedê bigirim ku nahêle tu zarokan bînî?”
3Wê got: “Va ye, cariyeya min Bîlha. Here ba wê, bila ji min re zarokekî bîne ku ez pê karibim malê ava bikim.”
4Rahêlê Bîlhaya cariyeya xwe bi jinîtî da wî. Aqûb çû ba wê. 5Ew bi zaro ma û ji Aqûb re kurekî anî. 6Rahêlê got: “Xwedê ez rast dîtim, dengê min bihîst û kurek da min.” Ji ber vê yekê wê navê kurik Dan#30:6 Dan bi îbranî mafdar e. danî.
7Bîlhaya cariyeya Rahêlê dîsa bi zaro ma û kurekî din da Aqûb. 8Rahêlê got: “Li dijî xwişka xwe serfiraz bûm û bi ser ketim.” Wê navê kurik Neftelî#30:8 Neftelî bi îbranî tekoşîna min e. danî.
9Çaxê Lêayê dît ku nema zarokan tîne, wê Zîlpaya cariyeya xwe bi jinîtî da Aqûb. 10Zîlpaya cariyeya Lêayê ji Aqûb re kurek anî. 11Lêayê got: “Oxira min geş e!” Wê navê wî Gad#30:11 Gad bi îbranî oxir e. danî.
12Zîlpaya cariyeya Lêayê kurekî din da Aqûb. 13Lêayê got: “Ez çiqas dilşa me! Wê jin ji min re bêjin dilşa.” Wê navê kurik Aşêr#30:13 Aşêr bi îbranî dilşa ye. danî.
14Di dema dirûna genim de Rûbên çû nav zeviyê, hinek sêvikên evînê dîtin û ew anî da diya xwe Lêayê. Rahêlê ji Lêayê re got: “Rica dikim tu hinek ji wan sêvikên evînê ku kurê te aniye bidî min.”
15Lê Lêayê got: “Te mêrê min stand, ne bes bû? Tu niha rabûyî û sêvikên evînê yên kurê min dixwazî?”
Rahêlê got: “Baş e, bila ji dêla sêvikên evînê yên kurê te, ew îşev bi te re razê.”
16Wê êvarê gava Aqûb ji zeviyê hat, Lêa çû pêşiya wî û got: “Divê tu bi min re têkevî nav nivînan. Min tu bi sêvikên evînê yên kurê xwe kirê kirî.” Aqûb wê şevê pê re raza.
17Xwedê Lêa bihîst û ew bi zaro ma û wê kurê pêncan da Aqûb. 18Lêayê got: “Ji ber ku min cariyeya xwe da mêrê xwe, Xwedê xelat da min.” Wê navê kurik, Îssexar#30:18 Îssexar bi îbranî xelat e. danî.
19Lêa dîsa bi zaro ma û kurê şeşan da Aqûb. 20Piştre Lêayê got: “Xwedê diyariyeke baş da min. Êdî wê mêrê min rûmetê bide min, çimkî min jê re şeş kur anîn.” Navê wî Zevûlon#30:20 Zevûlon bi îbranî rûmet e. danî.
21Piştre Lêayê keçikek anî û navê wê Dîna danî.
22Xwedê Rahêlê bi bîr anî, wî ew bihîst û malzaroka wê vekir. 23Rahêl bi zaro ma, kurek anî û got: “Xwedê şerma min hilanî.” 24Wê navê kurik Ûsiv#30:24 Ûsiv bi îbranî hê zêdetir bide ye. danî û got: “Bila Xudan kurekî din bide min.”
Keriyê Aqûbê Pêxember zêde dibe
25Piştî ku Rahêlê Ûsiv anî, Aqûb ji Lavan re got: “Bihêle ez herim mala xwe û ser axa xwe. 26Jin û zarokên min bide min, ez bidim rê. Ez ji bo wan ji te re xebitîm. Tu dizanî ku ez çiqas ji te re xebitîm.”
27Lê Lavan jê re got: “Heke dilê te bi min xweş be, ji kerema xwe li vir bimîne. Çimkî bi rimildarî ez têgihîştim ku Xudan ji rûyê te ez pîroz kirime. 28Heqê te çi ye bêje, ezê bidim.”
29Aqûb jê re got: “Tu dizanî ku ez çawa ji te re xebitîme û ez çawa li keriyên te bûme xweyî. 30Beriya hatina min, malê te hindik bû, niha zêde û belav bûye. Bi her tiştê ku min kir, Xudan tu pîroz kirî. Ezê kengê ji bo mala xwe bixebitim?”
31Lavan pirsî: “Ez çi bidim te?”
Aqûb lê vegerand û got: “Tu tiştekî nede min. Lê heke tu qebûl bikî, ezê dîsa keriyên pezê te biçêrînim û li heywanên te binêrim. 32Bihêle îro ez di nav keriyên te de bigerim, miyên bi deq û belek, hemû berxên reş û bizinên belek û bi deq veqetinîm. Bila ew bibin heqê min. 33Çaxê ji îro û pê ve tu bêyî û li heqê ku te daye min binêrî, tê rastbûna min fêm bikî: Hemû bizinên min ên bêdeq û nebelek û hemû berxên min ên nereş, kifş e ku min ew dizîne.”
34Lavan got: “Baş e, bila li gorî gotina te be.” 35Wê rojê Lavan hemû nêriyên bi deq û belek, hemû bizinên bi deq û bi xet û hemû berxên reş veqetandin û kurên xwe danî ber. 36Paşê bi qasî riya sê rojan ji Aqûb dûr ket. Aqûb şivantiya keriyên din ên Lavan kir.
37Aqûb ji darên spîndar, behîv û çinaran şaxên teze jêkirin, ew qeşartin û belek kirin. 38Çaxê fahlbûna pez, min darikên qeşartî datanî pêşiya pez, ser cirnên ku pez jê avê vedixwe. 39Gava pez li ber darikên belek fahl dibû, berxên bi xet, deq û belek diziyan. 40Aqûb berx vediqetandin û berê keriyên xwe bi aliyê pezê reş û kever yê Lavan ve dikir. Wî keriyê xwe cuda dikir û nedixist nav keriyê Lavan. 41Çaxê pezê xurtir fahl dibû, ji bo ku di nav darikên qeşartî de fahl bibin, wî darik li ber çavên wan dixistin cirnên avê. 42Lê ji bo pezê qels wî darik nedidan pêş wan. Bi vî awayî yên qels ji Lavan re diçûn û yên xurt jî dibûn ên Aqûb. 43Êdî Aqûb gelek dewlemend bûbû. Gelek keriyên pez û dewar, xulam, xadim, deve û kerên wî çêbûn.

Currently Selected:

Destpêk 30: KURNT

Tya elembo

Share

Copy

None

Olingi kobomba makomi na yo wapi otye elembo na baapareyi na yo nyonso? Kota to mpe Komisa nkombo