Logo ya YouVersion
Elilingi ya Boluki

Destpêk 29

29
Aqûbê Pêxember digihîje Paddan-Aramê
1Aqûb da rê û hat welatê gelên rojhilat. 2Wî dît ku li çolê bîrek hebû. Sê keriyên pêz li ber bîrê mexel bûbûn, çimkî ew ji bîrê dihatin avdan. Kevirekî mezin li ser devê bîrê hebû. 3Çaxê hemû kerî li wê derê diciviyan, şivanan kevir ji ser devê bîrê gêr dikir û av didan pezê xwe. Piştre dîsa kevir datanîn ser devê bîrê.
4Aqûb ji şivanan pirsî û got: “Birano, hûn ji ku ne?”
Wan got: “Em ji Heranê ne.”
5Wî got: “Ma hûn Lavanê neviyê Nahor nas dikin?”
Wan lê vegerand û got: “Erê em nas dikin.”
6Aqûb pirsî: “Çawa ye, baş e?”
Wan got: “Baş e. Keça wî Rahêl bi pez re tê.”
7Wî ji wan re got: “Binêrin, hê ji êvarê re pir heye. Ne wextê komkirina keriyan e. Pezê xwe av bidin û bibin biçêrînin.”
8Wan got: “Heta ku hemû kerî kom nebin û kevir ji ser devê bîrê neyê gêrkirin, nabe. Tenê wî çaxî em dikarin pez av bidin.”
9Hê dema ew bi wan re dipeyivî Rahêl bi keriyê bavê xwe re hat. Çimkî ew şivan bû. 10Gava Aqûb Rahêla keça Lavanê xalê xwe û keriyê wê dîtin, çû kevir ji ser devê bîrê rakir û pezê xalê xwe av da. 11Piştre Aqûb Rahêl maçî kir û bi dengekî bilind giriya. 12Wî ji Rahêlê re got ew ji aliyê bavê wê ve mirovên hev in û ew kurê Rebeqayê ye. Rahêl rabû, beziya çû ji bavê xwe re got.
13Lavanê ku bihîst Aqûbê xwarziyê wî hatiye, bi lez çû pêşiya wî. Lavan ew hembêz kir, ramûsa û anî mala xwe. Aqûb hemû tişt ji Lavan re gotin. 14Lavan jê re got: “Bi rastî tu xwîn û goştê min î.”
Aqûbê Pêxember bi Lêa û Rahêlê re dizewice
Piştî ku Aqûb mehekê li ba wî ma, 15Lavan jê re got: “Tu merivê min î, lê nabe ku tu belaş ji min re bixebitî. Ka bêje heqê te çi ye?”
16Du keçên Lavan hebûn. Ya mezin Lêa, ya biçûk jî Rahêl bû. 17Çavên Lêayê xweşik bûn, lê bi her awayî Rahêl bedew û delaltir bû. 18Dilê Aqûb ket Rahêlê. Wî got: “Ezê ji bo keça te ya biçûk Rahêlê heft salan xulamiya te bikim.”
19Lavan got: “Ma ezê yekî ji te çêtir bibînim? Were û li ba min bimîne.” 20Aqûb ji bo Rahêlê heft salan xebitî. Lê ev jê re wekî çend rojan bû. Çimkî wî ji Rahêlê gelekî hez dikir.
21Paşê Aqûb ji Lavan re got: “Qewlê min temam bû. Êdî keça xwe bide ku em bizewicin.”
22Lavan hemû xelkê wê derê civand û şahiyek çêkir. 23Gava bû êvar wî keça xwe Lêayê ji Aqûb re bir û ew pê re raza. 24Lavan Zîlpaya cariyeya xwe da xizmeta Lêayê.
25Çaxê bû sibe, Aqûb dît ku Lêa ye! Wî ji Lavan re got: “Ev çi bû ku te bi min kir? Ez ji bo Rahêlê li ba te xebitîbûm. Çima te ez xapandim?”
26Lavan lê vegerand û got: “Li ba me adet e, heta ku keçika mezin di malê de be, ya biçûk nadin mêr. 27Tu vê heftiyê temam bike, emê Rahêlê jî bidin te. Lê divê tu ji bo wê jî heft salan bixebitî.”
28Aqûb gotina wî qebûl kir. Wî heftiyekê bi Lêayê re temam kir û piştre Lavan keça xwe Rahêlê da wî. 29Lavan Bîlhaya cariyeya xwe jî da xizmeta Rahêlê. 30Aqûb bi Rahêlê re raza û wî ji Lêayê bêtir ji Rahêlê hez kir. Aqûb heft salên din ji Lavan re xebitî.
Zarokên Aqûbê Pêxember
31Çaxê Xudan dît ku Lêa nayê hezkirin, wî malzaroka wê vekir. Lê Rahêl kordunde bû. 32Lêa bi zaro ma û kurek anî. Wê navê wî Rûbên#29:32 Rûbên bi îbranî Binêrin, kurik e ye. danî Lêayê got: “Xudan xemgîniya min dît. Bêguman êdî wê mêrê min ji min hez bike.”
33Ew careke din bi zaro ma û wê kurekî din anî. Wê got: “Ji ber ku Xudan bihîst ez nayêm hezkirin, wî ev kurik jî da min.” Wê navê wî Şimûn#29:33 Şimûn bi îbranî dibihîze ye. danî.
34Lêa careke din jî bi zaro ma û kurekî din anî. Wê got: “Niha êdî wê mêrê min bi min ve bê girêdan. Çimkî min jê re sê kur anîn.” Wê navê kurê xwe Lêwî#29:34 Lêwî bi îbranî girêdayî ye. danî.
35Ew dîsa bi zaro ma û kurekî din anî. Got: “Ezê pesnê Xudan bidim.” Wê navê kurê xwe Cihûda#29:35 Cihûda bi îbranî pesin e danî û demekê zarok neanîn.

Currently Selected:

Destpêk 29: KURNT

Tya elembo

Share

Copy

None

Olingi kobomba makomi na yo wapi otye elembo na baapareyi na yo nyonso? Kota to mpe Komisa nkombo