Logo ya YouVersion
Elilingi ya Boluki

Destpêk 15

15
Peymana Xwedê ya bi Avramê Pêxember re
1Piştî van tiştan gotina Xudan di dîtiniyekê de ji Avram#15:1 Navê Îbrahîmê Pêxember yê berî Avram bû. Binêre: Destpêk 17:5 re hat û got: “Netirse Avram. Ez mertalê te me, wê xelata te gelek mezin be.”
2Lê Avram got: “Ya Reb Xudan, tê çi bidî min? Va ye ez bêziret im. Kesê malê min jê re bimîne, ev Êliyezerê Şamî ye.” 3Wî berdewam kir û got: “Ji ber ku te zarok nedan min, wê xulamekî nav mala min li ser mîrasa min rûne.”
4Gotina Xudan dîsa jê re hat û got: “Ev mirov nabe mîrasxurê te. Kurekî ji bedena te wê bibe mîrasxurê te.” 5#Romayî 4:18; Îbranî 11:12Xudan Avram derxist derve û got: “Li ezmanan binêre! Gelo tu dikarî stêran bijmêrî? Wê ziriyeta te jî evqas zêde be!”
6 # Romayî 4:3, 9, 22; Galatî 3:6; Aqûb 2:23 Avram bawerî bi Xudan anî û Xudan ev jê re wekî rastiyê hesab kir.
7Bi ser de Xudan jê re got: “Ez ew Xudan im ku tu ji bajarê Ûra Kildaniyan derxistî ku vî welatî bide te û tu wê derê ji xwe re bikî milk.”
8Avram got: “Ya Reb Xudan, ezê çawa bizanim ku ezê bibim xweyê wî?”
9Xudan ji Avram re got: “Ji min re çêlekeke sê salî, bizineke sê salî û beranekî sê salî, qumrî û kevokekê bîne.”
10Avram hemû jê re anîn û ew di nîvî de qelaştin û her nîvek danî hember yê din. Lê wî çivîk neqelaştin. 11Gava teyrên dirinde ji jor ve hatin û li ser laşan danîn, Avram berî wan da.
12Piştî ku roj çû ava, Avram ket xeweke giran. Tariyeke bi tirs û bizdan bi ser wî de hat. 13#Derketin 1:1-14; Karên Şandiyan 7:6Xudan ji Avram re got: “Baş bizanibe ku wê ziriyeta te li welatekî xerîb bijî û çar sed salan bibe kole û zilmê bibîne. 14#Derketin 12:40-41; Karên Şandiyan 7:7Lê ezê wî miletê ku koletiyê bi wan dide kirin, ceza bikim. Piştre wê ziriyeta te bi dewlemendiyeke mezin ji wê derê derkeve. 15Tê jî bi xêr û xweşî bigihîjî bav û kalên xwe. Tê emrekî dirêj bijî û paşê werî veşartin. 16Wê nifşê çaran ê ziriyeta te vegere vê derê. Çimkî hê gunehên Amoriyan negihîştin dawiyê.”
17Piştî ku roj çû ava û bû tarî, menqereke bi dû û xetîreyeke bi pêt xuya bû û di nav perçeyên laşan re derbas bû. 18#Karên Şandiyan 7:5Wê rojê Xudan bi Avram re peyman çêkir û got: “Ezê welatê ku ji Çemê Misrê heta Çemê Mezin –Ferat– berfireh e, bidim ziriyeta te 19ku welatê Qêniyan, Qenîzziyan, Qadmoniyan, 20Hîtîtiyan, Perîzziyan, Refayiyan, 21Amoriyan, Kenaniyan, Gîrgaşiyan û Yevûsiyan e.”

Currently Selected:

Destpêk 15: KURNT

Tya elembo

Share

Copy

None

Olingi kobomba makomi na yo wapi otye elembo na baapareyi na yo nyonso? Kota to mpe Komisa nkombo