Lûqa 19
19
Îsa û Zexayosê Bacgir
1Îsa ket Erîhayê û di bajêr re derbas dibû. 2Zilamek li wir hebû, ku navê wî Zexayos bû. Ew serekê bacgiran bû û dewlemend bû. 3Wî dixwest ku Îsa bibîne, ka ew kî ye, lê ji ber elaletê nikaribû, çimkî bejna wî kin bû. 4Îcar ew di pêşiya wan de bezî, çû ser dareke hêjîra bejik, da ku Îsa bibîne, çimkî ewê di wê riyê re derbas bibûya. 5Û çaxê Îsa hat wî cihî, li jor nêrî û jê re got: «Wa Zexayos, bilezîne, were xwarê, çimkî divê îro ez li mala te bibim mêvan.» 6Wî lezand, hat xwarê û bi şahî Îsa anî mala xwe. 7Hemûyên ku ev yek dîtin, kirin pitepit û gotin: «Ew li ba mirovekî gunehkar bû mêvan.» 8Lê Zexayos li pêş hemûyan rawesta û ji Xudan re got: «Ya Xudan, va ye, ez nîvê malê xwe didim belengazan û eger min ji kesekî bi neheqî tiştek standibe, ezê çar qat lê vegerînim.» 9Û Îsa jê re got: «Îro xilasî gihîştiye vê malê, çimkî ev jî kurekî Birahîm e. 10Ji bo vê yekê Kurê Mirov hatiye ku li yê windabûyî bigere û wî xilas bike.»
Mesela Deh Zêran
(Metta 25:14-30)
11Çaxê wan guh didan van tiştan, Îsa meseleke din got, çimkî nêzîkî Orşelîmê bû û wan digot qey Padîşahiya Xwedê ha niha wê xuya bibe. 12Îcar Îsa got: «Zilamekî esilzade çû welatekî dûr, da ku padîşahiyekê bistîne û dîsa vegere. 13Wî gazî deh xulamên xwe kir û deh zêr dan wan û got: ‹Bi van ticaretê bikin, heta ku ez bêm.› 14Lê welatiyên wî ji wî nefret dikirin, qasid li pey wî şandin ku bêjin: ‹Em naxwazin ku ev mirov li ser me bibe padîşah.› 15Û çaxê wî padîşahî stand û vegeriya, emir kir, ku gazî wan xulaman bikin ku wî pere dabûn wan, da ew bizane ku her yekî ji wan çi bi ser xistiye. 16Yê pêşî hat ber wî û got: ‹Ezbenî, zêrê te deh zêrên din bi ser xistin.› 17Wî ji xulam re got: ‹Aferim, xulamê qenc! Ji ber ku tu di ya hindik de dilsoz bûyî, li ser deh bajaran bibe serwer.› 18Yê diduyan hat û got: ‹Ezbenî, zêrê te pênc zêr bi ser xistin.› 19Û ji vî re jî got: ‹Tu jî li ser pênc bajaran bibe serwer.› 20Yekî din hat û got: ‹Ezbenî, va ye zêrê te, min ew di nav destmalekê de pêça û hilanî. 21Ez ji te tirsiyam, çimkî tu mirovekî hişk î; tiştê ku te dananiye, tu radihêjî û tiştê ku te neçandiye, tu didirûyî.› 22Wî jê re got: ‹Hey xulamê neqenc! Ezê ji devê te dîwana te bikim. Madem ku te dizanibû, ez mirovekî hişk im, tiştê ku min dananiye, ez radihêjim, tiştê ku min neçandiye, ez didirûm, 23nexwe çima te perê min neda pereguhêran? Çaxê ez vegeriyam, minê ew bi fayiza wî ve bistanda.› 24Û ji yên ku li wê derê bûn re got: ‹Wî zêrî ji wî bistînin û bidin wî yê ku deh zêrên wî hene.› 25Wan jê re got: ‹Ya mîrza, deh zêrên wî hene.› 26‹Ez ji we re dibêjim, yê ku pê re heye, wê jê re bê dayîn, lê yê ku pê re tune, tiştê di destê wî de ye jî wê ji wî bê standin. 27Lê belê wan dijminên min, yên ku nedixwestin, ez li ser wan bibim padîşah, bînin vê derê û wan li ber min bikujin.›»
Îsa bi rûmet dikeve Orşelîmê
(Metta 21:1-11; Marqos 11:1-11; Yûhenna 12:12-19)
28Piştî Îsa ev tiştên ha gotin, derket ser rê, di pêşiyê wan de çû, da ku here Orşelîmê. 29Çaxê ew nêzîkî Beytfacê û Beytanyayê dibû, li cihê ku jê re Çiyayê Zeytûnê digotin, wî du şagirtên xwe şandin 30û ji wan re got: «Herin vî gundê pêşberî we. Gava hûn bikevin nav gund, hûnê dehşikeke girêdayî bibînin ku hê tu kes lê siwar nebûye. Wê vekin û bînin vir. 31Û eger kesek ji we bipirse û bêje: ‹Çima hûn wê dehşikê vedikin?› weha bêjin: ‹Ew ji Xudan re lazim e.›»
32Yên ku hatibûn şandin çûn û her tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû dîtin. 33Gava wan dehşik vedikir, xwediyên dehşikê ji wan re gotin: «Çima hûn dehşikê vedikin?» 34Wan jî got: «Ew ji Xudan re lazim e.» 35Û dehşik anîn ba Îsa. Wan cilên xwe ji Îsa re danîn ser dehşikê û ew lê siwar kirin. 36Gava Îsa diçû, xelkê ji wî re cilên xwe li ser rê radixistin. 37Êdî gava ew nêzîkî berwara Çiyayê Zeytûnê bû, elaleta şagirtên wî dest pê kir û bi dilxweşî û bi dengekî bilind pesnê Xwedê ji bo wan hemû karên mezin ên ku dîtibûn, didan. 38Wan digot:
«Pîroz be ew Padîşahê
Ku bi navê Xudan tê.#Ji: Zebûr 118:26
Li ezmên silamet
Û li bilindahiyan rûmet!»
39Hin ji Fêrisiyan, yên ku di nav wê elaletê de bûn, ji Îsa re gotin: «Mamoste, dengê xwe li şagirtên xwe hilde!» 40Îsa li wan vegerand û got: «Ez ji we re dibêjim: Eger ew bêpêjin bimînin, kevir wê dengê xwe hildin.»
Îsa li ser Orşelîmê digirî
41Çaxê Îsa nêzîk bû, bajar dît, li ser giriya 42û got: «Xwezî îro te jî ev tiştên ku ji bo aştiya te ne bizaniyana! Lê niha ew ji ber çavên te hatine veşartin. 43Roj wê bi ser te de bên, ku dijminên te wê li dora te çeperan çêkin û hawirdora te bigirin, ji her aliyî ve te bidin tengahiyê 44û wê te û zarokên te yên di nav te de li erdê bixin û ewê di nav te de kevir li ser kevir nehêlin, çimkî te wextê serdana xwe nezanî.»
Îsa Perestgehê paqij dike
(Metta 21:12-17; Marqos 11:15-19; Yûhenna 2:13-22)
45Îsa ket Perestgehê û dest pê kir, yên ku tê de kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve 46û ji wan re got: «Hatiye nivîsîn:
‹Mala min wê bibe mala duayê›,
Lê we ew kiriye ‹şkefta rêbiran›.»#Ji: Îşaya 56:7; Yêremya 7:11
47Îsa her roj di Perestgehê de hîn dikir. Serekên kahînan, Şerîetzan û giregirên gel dixebitîn, ku wî bikujin, 48lê wan nikaribû tiştekî bibînin ku bi wî bikin, çimkî tevahiya xelkê ji dil guhdariya wî dikir.
Trenutno odabrano:
Lûqa 19: KURNT
Istaknuto
Podijeli
Kopiraj
Želiš li svoje istaknute stihove spremiti na sve svoje uređaje? Prijavi se ili registriraj
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.