YouVersion logo
Ikona pretraživanja

Karên Şandiyan 6

6
Heft Kes ji bo Xizmetê Tên Bijartin
1Di wan rojan de, gava ku hejmara şagirtan zêde dibû, ew Cihûyên ku bi zimanê Yewnanî dipeyivîn ji Cihûyên Îbranî gazin kirin, çimkî di belavkirina xwarina rojane de baş li jinebiyên wan nedihat nêrîn. 2Hingê diwanzdehan hemû şagirt li ser hev civandin û gotin: «Ne qenc e ku em dev ji peyva Xwedê berdin û xizmeta sifreyan bikin. 3Loma birano, hûn di nav xwe de, heft mirovên bi Ruhê Pîroz tije û şehreza bibijêrin û em wan deynin ser vî karî. 4Heçî em in, emê xwe bidin duayê û xizmeta peyvê.» 5Ev yek li hemû koma bawermendan xweş hat û wan ev mirov bijartin: Steyfan ê ku mirovekî bi bawerî û bi Ruhê Pîroz tije bû û Filîpos, Prokoros, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkolasê ji Entakyayê yê ku hatibû ser baweriya Cihûyan. 6Wan ew li ber Şandiyan dan rawestandin, Şandiyan jî dua kir û destên xwe danîn ser wan.
7Peyva Xwedê çiqas diçû belav dibû; hejmara şagirtan li Orşelîmê gelek zêde dibû û ji kahînan jî gelekan bawerî qebûl dikir.
Steyfan Tê Girtin
8Steyfanê ku bi kerem û hêzê tije bû, gelek nîşan û karên mezin di nav gel de dikirin. 9Hingê, hinek ji Kinîşta ku jê re Kinîşta Azadiyan digotin û hin Kûrênî, Skenderyayî û hinekên ku ji Kîlîkya û Asyayê bûn, rabûn bi Steyfan re devjenî kirin. 10Lê wan nikaribû li ber wê şehrezayî û wî Ruhê ku Steyfan pê dipeyivî, rawestin. 11Hingê wan serê hinekan tije kirin ku bêjin: «Me bihîst ku vî mirovî çêrî Mûsa û Xwedê kir.» 12Û wan xelk, rihspî û Şerîetzan rakirin ser piyan û bi ser Steyfan de hatin, ew girtin, anîn ber civîna giregiran. 13Şahidên derewîn derxistin pêş û şahidan got: «Ev mirov dev jê bernade, li hember vî cihê pîroz û Şerîetê gotinan dibêje. 14Me bihîst ku wî got: ‹Ev Îsayê Nisretî wê vê Perestgehê xera bike û wan adetên ku Mûsa dane me biguhere.›» 15Hemû yên ku li civîna giregiran rûdiniştin bi baldarî li wî nêrîn û dîtin ku rûyê wî wek rûyê milyaketan e.

Trenutno odabrano:

Karên Şandiyan 6: KURNT

Istaknuto

Podijeli

Kopiraj

None

Želiš li svoje istaknute stihove spremiti na sve svoje uređaje? Prijavi se ili registriraj