1
Yûhenna 14:27
Kurmanji Încîl
«Ez aştiyê ji we re dihêlim; ez aştiya xwe didim we. Ez wek ku dinya dide we nadim. Bila dilê we reht nebe û netirsin!
Usporedi
Istraži Yûhenna 14:27
2
Yûhenna 14:6
Îsa ji wî re got: «Rê, rastî û jiyan ez im. Heta ku ne bi destê min be, tu kes nayê ba Bav.
Istraži Yûhenna 14:6
3
Yûhenna 14:1
«Bila dilê we reht nebe. Baweriya xwe bi Xwedê bînin û baweriya xwe bi min jî bînin.
Istraži Yûhenna 14:1
4
Yûhenna 14:26
Lê Alîkar – Ruhê Pîroz – yê ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê hemû tiştî hînî we bike û wê her tiştên ku min ji we re gotine, bîne bîra we.
Istraži Yûhenna 14:26
5
Yûhenna 14:21
«Yê ku emrên min qebûl dike û wan tîne cih, ew e yê ku ji min hez dike. Yê ku ji min hez dike, ewê ji aliyê Bavê min ve bê hezkirin. Ez jî, ezê ji wî hez bikim û xwe ji wî re eşkere bikim.»
Istraži Yûhenna 14:21
6
Yûhenna 14:16-17
Û ezê ji Bav bixwazim û ewê Alîkarekî din bide we, da ku her û her bi we re bimîne. Ew Ruhê Rastiyê ye; dinya nikare wî qebûl bike, çimkî ne wî dibîne û ne jî wî nas dike. Lê hûn wî nas dikin, çimkî ew bi we re dimîne û ewê di dilê we de be.
Istraži Yûhenna 14:16-17
7
Yûhenna 14:13-14
Bi navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, da ku Bav bi Kur bi rûmet bibe. Eger hûn bi navê min tiştekî ji min bixwazin, ezê wî bikim.
Istraži Yûhenna 14:13-14
8
Yûhenna 14:15
«Eger hûn ji min hez dikin, hûnê emrên min bînin cih.
Istraži Yûhenna 14:15
9
Yûhenna 14:2
Di mala Bavê min de gelek ode hene. Eger wisa tunebûya, ma minê ji we re bigota ku ez diçim ji we re cih amade bikim?
Istraži Yûhenna 14:2
10
Yûhenna 14:3
Dema ku ez çûm û min ji we re cih amade kir, ezê dîsa bêm û we bibim ba xwe, da ku cihê ez lê bim, hûn jî li wê derê bin.
Istraži Yûhenna 14:3
11
Yûhenna 14:5
Tûma jê re got: «Ya Xudan, em nizanin tu diçî ku derê, emê çawa rê bizanin?»
Istraži Yûhenna 14:5
Početna
Biblija
Planovi
Filmići