1
Yûhenna 13:34-35
Kurmanji Încîl
«Ez emrekî nû didim we: Ji hevdû hez bikin. Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. Bi vê yekê hemû wê bizanin ku hûn şagirtên min in, eger hûn ji hevdû hez bikin.»
Usporedi
Istraži Yûhenna 13:34-35
2
Yûhenna 13:14-15
Eger bi ser ku ez Xudan û Mamoste me jî, min lingên we şuştin, divê hûn jî lingên hevdû bişon. Min mînakek da we, da ku çawa min ji we re kir, hûn jî wisa bikin.
Istraži Yûhenna 13:14-15
3
Yûhenna 13:7
Îsa lê vegerand û got: «Niha tu fêm nakî ez çi dikim, lê paşê tê fêm bikî.»
Istraži Yûhenna 13:7
4
Yûhenna 13:16
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, xulam ne di ser axayê xwe re ye, ne jî yê ku hatiye şandin, di ser ê ku ew şandiye re ye.
Istraži Yûhenna 13:16
5
Yûhenna 13:17
Madem ku hûn van tiştan dizanin, xwezî bi we, eger hûn wan bikin.
Istraži Yûhenna 13:17
6
Yûhenna 13:4-5
Îcar ji ser xwarinê rabû, xiftanê xwe danî aliyekî û pêşgîrek hilda, li pişta xwe pêça. Di pey de av kir leganekê û dest bi şuştina lingên şagirtên xwe kir û ew bi pêşgîra li pişta xwe pêçayî ziwa kirin.
Istraži Yûhenna 13:4-5
Početna
Biblija
Planovi
Filmići