Methelokên 7

7
Bir 7
1Kurê min, qedrê gotinên min bigire û bala xwe bide pendên min.
2Bide pey pendên min, tu pê berxurdar bibî û pendên min bila bibin bîbokên çavên te.
3Tu wan bi tiliyên xwe ve girêbide û wan li ser depên dilê xwe binivîse.
4Ji şehrezayiyê re bibêje: tu xwîşka min î, û bila bîrewerî bibe hevala te,
5Da ko tu ji jina xerîba bête parastin, ji jinikekê ko gotinên wê tamşîrin in.
6Ez li pêşiya pencera mala xwe de bûm û min ji derabê mêze dikir.
7Di nav serseman de, der nav xortan, çavê min bi lawikekî bêhiş ket.
8Yê ko di kolanê re derbaz dibû, nizingî quncika ko lê yek ji wan jinên xerîban sekinî bû û rûyê xwe dida ber bi xaniyê wê ve û hêdî, hêdi diçû;
9Êvar bû, dema hîngurî, di nav şevê de, der nav tarîtiyê.
10Û binêr; jinikeke ko dilê wê têr zexel û mîna qehbikan cil li xwe kirî bû, nîzingî lê kir.
11Jinikeke devtejîgotin û riswa û ya ko piyên di wê ni karin li mal bimînin;
12Bihnek di nav kûçe û kolanan de, gavek der gasinan, û di nîzingî hemî guşeyan de çavnêriyê dikir.
13Wê ew girt, û maçî kir û bê ar jê re got.
14Min nezrek kiri bû, û îro min ev anî cih.
15Ji ber vê yekê, ez ji mal derketim û hatim pêrgîna te, ji bona dîtina rûyê te û min tu peyda kirî.
16Min textê xwe kok kir, bi mêzer û mexfûrên Misrê yên çeleng;
17Min nivîna xwe bi od û zimûrs û darçînê bihindar kir.
18Were, em heta rojhelatî bi hevînê serxweş bibin û di nav kêfxweşiyê de, dilê xwe sar bikin.
19Herwekî mêrê min ne li mal e û çûye derekê dûr.
20Xurcikeke peran bi xwe re biriye, ne niho, lê ko heyva nû derket wê vegere mala xwe.
21Wê bi gotinên xwe ew xapand û bi lêvên xwe ên tamşîrîn ew kişand.
22Ji nişka ve lawik ket pey wê, mîna gayekî ko diçe şerjêkirinê, weke dînekî ko diçe êşandinê.
23Heta çaxa ko tîrek di kezeba wî re derbaz bibe, mîna çûkekî ko xwe dawêje torê, û bê ko bihese ko pê jiyîna xwe datîne.
24Û niho, kurên min, min bibihîsin û guh bidin gotinên devê min.
25Bila, dilê te, meyildariya xaçereya jinikeke wilo me ke; li ser şopên di wê reya xwe winda me ke.
26Zehf in yên ko bi destê wê brîndar bûne; komek e yên ko bi destê wê hatine xeniqandin.
27Reya mirinê di mala wê re dibore û mirov jê dadikeve kortala miriyan.

वर्तमान में चयनित:

Methelokên 7: MKRPRO

हाइलाइट

शेयर

कॉपी

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion आपके अनुभव को वैयक्तिकृत करने के लिए कुकीज़ का उपयोग करता है। हमारी वेबसाइट का उपयोग करके, आप हमारी गोपनीयता नीति में वर्णित कुकीज़ के हमारे उपयोग को स्वीकार करते हैं।