Methelokên 6

6
Bir 6
1Kurê min, heke tu kefîlê cîranê xwe bûyî, heke te ji bona kesekê gotina xwe dayî,
2Heke tu bi gotina devê xwe pêgirêdayî bûyî, an bi axaftina xwe hatiyî girêdan,
3Cehda xwe bike, kurê min, û xwe xelas bike, ji ber ko tu ketiyî destê xelkê, lezê bi xwe de, nav di wan de û stoyê xwe bifilitîne;
4Bila xew ne keve çavê te û çavên te ne yin girtin;
5Xwe serbest bike weke xezala ko ji lepê nêçîrvana xwe aza dike, mîna çûkê ko ji destê teyirvana xwe difilitine.
6Here nik mûriyan, mirovê tiral, li rê û xabata wan binêre û bibe eqilmend.
7Her çend jî mîr, sermiyan û serbendên wan nî ne,
8Di havînê de xwarina xwe pêktînin û di dema bênderan de zadê xwe kom dikin.
9Tiralo, heta kengê rakevî? Tu kengê ji xewa xwe hişyar bibî?
10Erê, hinik din raze, gaveke dî biponije, bihneke din zendên xwe deyne ser hev û du, heta ko bikari bi xew biçî…
11Û belengazî weke peyayekî gerok bi ser te de wê bê û nêz û birçîtî mîna şerûtekî wê dirêjî te bikin.
12Mirovê xirab, mirovê bêkêr dimeşe û devê wî xwar e;
13Çavên xwe dişkînîne û bi pê û tiliyên xwe dipeyive;
14Di dilê wî de xirabî heye û qesda neçeyiyê dike û xelk bi destê wi pev diçin.
15Ji lewre, helaket bi derbekê lê bikeve û ew bi lez dê bişkê û tu xelasiya wî nî ne.
16Xwedê ji van şeş tiştan dixeyide û nifiran li yê heftan dike:
17Çavên bel, zimanê derewîn, destê ko xwîna bêçareyan direjîne,
18Dilê ko li bêbextiyê digere û piyên ko di qesda karên xerab de xwe dilezînin,
19Şahidê zor yê ko derewan dike û yê ko fesadiyê têxe di nav kek û biran.
20Kurê min, bide pey emrên bavê xwe û dev ji pendên deya xwe bermede.
21Ev bila di dilê te de cih bigirin û bi stoyê te ve girêdayî bin.
22Gava tu diçî ew ê rêberiya te bikin, gava tu radikevî ew ê te biparêzin û gava tu hişyar dibî ew ê bi te re baxêvin.
23Ji ber ko tenbî fanûsek e, qanûn ronahiyek e, û tekdîrên terbiyekirinê reya jiyînê ye:
24Ew ê, te ji jinên xerab biparêzin û ji zimanên wan ên şîrîn bisitirînin.
25Bermede ko spehîtiya wê dilê te birevîne û me keve dava mujankên di wê.
26Ji derdê qehbikekê mirov dibe hewcedari nanê tisî, û jinikeke zinakar nêçîrvaniya giyanê mirovan ê delal dike.
27Ma dibe ko mirov agir têxe koşa xwe û pê can û cilên wî ne şewitin?
28Ma kesek dikare bê ko piyên xwe bişewitîne, li ser agirê sor bimeşe?
29Halê mirovê ko nîzingî jina yekî bûye jî wilo ye, yê ko dest avêtiyê tu caran ji cezayê xelas na be.
30Dizê ko ji birçîna didize bêsûç na yê hesibandin;
31Û heke hatiye girtin, bihayê tistê dizî bi heft qatan jê tête standin û bi ser ve hûr û mûrên mala di wî jî, ji dest diçin.
32Lê yê ko bi jinikekê zinayê dike yekcar bêeql e, û ji xwe yê ko dixwaze xwe winda bike, wilo dike;
33Helaket û şermisarî para wî ne, û ew êdî ji rûreşiyê xelas na be.
34Ji ber ko dexis mirovan diqehirîne û ew di dema tolvekirinê de bêrehim dibin;
35Ew, êdî li zêr û zîvan na nêre û bi çiqasî bê tir jî bikî; qîma xwe pê na yê ne, doz û dehwa xwe dike.

वर्तमान में चयनित:

Methelokên 6: MKRPRO

हाइलाइट

शेयर

कॉपी

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion आपके अनुभव को वैयक्तिकृत करने के लिए कुकीज़ का उपयोग करता है। हमारी वेबसाइट का उपयोग करके, आप हमारी गोपनीयता नीति में वर्णित कुकीज़ के हमारे उपयोग को स्वीकार करते हैं।