Destpêk 9
9
Peymana Xwedê ya bi Nûhê Pêxember re
1 #
Destpêk 1:28
Xwedê Nûh û kurên wî pîroz û bereket kirin. Ji wan re got: “Zêde û berdar bibin, dinyayê dagirin. 2Wê hemû heywanên erdê û teyrên ezmanan ji we bitirsin û bibizdin. Min hemû afirîdên ku bi erdê ve dişêlin û masiyên deryayan kirin bin destê we. 3Hemû afirîdên jîndar ên dilivin, wê bibin xwarina we. Wekî giyayên şîn ên ku min dabûn we, niha ez her tiştî didim we.
4 #
Lêwiyî 7:26-27; 17:10-14; 19:26; Dubarekirina Şerîetê 12:16, 23-25; 15:23 “Goştê bi can ango bi xwîn nexwin. 5Xwîna we birije, ezê jî li heqê we bigerim. Ezê heqê we, ji her heywanî û ji her mirovî, ji yê ku xwîna birayê xwe dirijîne bixwazim.
6 #
Destpêk 1:26; Derketin 20:13 “Mirovê ku xwîna mirovan birijîne,
Wê bi destê mirovan xwîna wî bê rijandin.
Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkirin.
7 #
Destpêk 1:28
Lê hûn zêde û berdar bin,
Zêde bin û li ser erdê belav bin.”
8Xwedê ji Nûh û kurên wî re got: 9“Ez peymana xwe bi we, bi ziriyeta li pey we, 10bi hemû jîndarên bi we re, çi teyr, çi heywanên kedî û kovî, bi hemû jîndarên dinyayê û bi hemûyên ku ji gemiyê derketin re girê didim. 11Peymana min a bi we re ev e: Wê êdî bi tofanê hemû beşer helak nebe û wê êdî tofaneke din çênebe ku rûyê erdê tune dike.”
12Xwedê got: “Nîşana peymana ku ez di nav hemû nifşên bê de bi we re û bi hemû jîndaran re çêdikim ev e: 13Min keskesora xwe kir nav ewran û wê di navbera min û erdê de bibe nîşana vê peymanê. 14Gava ez ewran bînim ser erdê û keskesor di nav ewran re derkeve, 15ezê peymana min bi we re û bi her cureyê jîndaran re çêkiriye, bi bîr bînim. Wê êdî tofan ranebe ku hemû beşerê tune neke. 16Her cara keskesor derkeve, ezê wê bibînim û wê peymana herheyî ya di navbera Xwedê û hemû beşer û cureyên jîndarên li ser erdê hatiye danîn de, bi bîr bînim.”
17Xwedê ji Nûh re got: “Nîşana peymana min ev e ku min bi hemû beşerê re kiriye.”
Kurên Nûhê Pêxember
18Kurên Nûh ên ku ji gemiyê derketin ev bûn: Sam, Ham û Yefet. Ham bavê Kenan bû. 19Ev her sê kurên Nûh bûn û hemû mirovên tevahiya dinyayê ji wan zêde bûn.
20Nûh cotkar bû û rezê pêşî wî danî. 21Wî hinek şerab vexwar, serxweş bû û di kon de tazî vezeliya. 22Ham bavê Kenan bû. Wî bavê xwe tazî dît û ji herdu birayên xwe re got ku li derve bûn. 23Sam û Yefet cilek hilda, avêt ser milên xwe, berepaş çûn kon û tazîbûna bavê xwe nixamtin. Pişta wan li bavê wan bû û wan tazîbûna wî nedît. 24Gava ji serxweşiya şerabê hişê Nûh hat serê wî, wî fêm kir ku kurê wî yê biçûk jê re çi kiriye. 25Nûh got:
“Nalet li Kenan be,
Ji birayên xwe re bibe koleyê koleyan.”
26Bi ser de wî got:
“Pîroz be Xwedayê Sam Xudan,
Kenan jê re bibe xulam.
27Xwedê cihê Yefet#9:27 Yefet bi îbranî firehî ye. fireh bike
Û bila ew di konê Sam de bijî.
Kenan jê re bibe xulam.”
28Piştî tofanê Nûh sê sed û pêncî sal ma. 29Nûh bi tevahî neh sed û pêncî sal kir û mir.
انتخاب شده:
Destpêk 9: KURNT
هایلایت
به اشتراک گذاشتن
کپی
می خواهید نکات برجسته خود را در همه دستگاه های خود ذخیره کنید؟ برای ورودثبت نام کنید یا اگر ثبت نام کرده اید وارد شوید
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.