YouVersion Logo
Search Icon

Aqûb 5

5
Şîret û Hişyarî
1Îcar dewlemendno, niha werin û li ser rebeniya xwe ya ku wê bê serê we bigirîn û bikin qîrîn. 2Dewlemendiya we riziyaye û bizûzkan cilên we xwariye.#Metta 6:19 3Zêr û zîvên we zengarî bûne. Zengara wan wê li hemberî we şahidiyê bike û wek êgir goştê we bixwe. Di rojên dawîn de we xezîne civandin. 4Va ye, heqê wan karkerên ku zeviyên we dirûtine û we bi hîle ji wan standiye, diqîre. Hawar hawara paleyan gihîştiye guhê Xudanê Ordiyan.#Dubarekirina Şerîetê 24:14-15 5We li dinyayê xwe da kêf û şahiyê û we dilê xwe ji bo roja şerjêkirinê qelew kir. 6We yê rast ê ku li ber we ranabe, sûcdar derxist û kuşt.
Sebra di Êşê de
7Loma birano, heta hatina Xudan sebir bikin. Binêrin, cotkar li benda berê erdê yê hêja dimîne û ji bo vê yekê sebir dike heta barana biharê û ya payîzê li ser dibare. 8Hûn jî sebir bikin. Dilê xwe xurt bigirin, çimkî hatina Xudan nêzîk e. 9Birano, gazinan ji hev nekin, da ku hûn neyên dîwankirin. Va ye, dadger li ber derî rawestayî ye! 10Birano, pêxemberên ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin. 11Binêrin, em wan ên ku tengahî ragirtine, bextewar hesab dikin. We ragirtina Eyûb bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir. Çimkî Xudan gelek dilovan û tije rehm e.#Eyûb 1:1-22; 2:10; 42:10-17; Zebûr 103:8
12Îcar birayên min, berî her tiştî, sond nexwin. Ne bi erdê, ne bi ezmên û ne jî bi tiştekî din sond bixwin. Bila erêya we «Erê» û naya we «Na» be, da ku hûn neyên dîwankirin.#Metta 5:34-37
Duaya Baweriyê
13Eger di nav we de yek êşê dikişîne, bila dua bike. Eger yek dilşa ye, bila lavijeyan bêje. 14Eger di nav we de yek nexweş e, bila ew gazî rihspiyên civînê bike û ew li ser wî dua bikin û bi navê Xudan rûn li wî bidin.#Marqos 6:13 15Duaya ku bi bawerî tê kirin wê yê nexweş qenc bike û Xudan wê wî rake. Û eger wî guneh kiribe, wê lê bê bihûrtin. 16Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn sax bibin. Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e. 17Êlyas jî mirovekî wek me bû. Ji bo ku baran nebare bi kelegermî dua kir û li ser rûyê erdê sê sal û şeş mehan baran nebarî. 18Piştre wî dîsa dua kir; ezmên baran da û erdê jî berê xwe da.#Padîşah I, 17:1; 18:1; 18:41-45
19Birayên min, eger yek ji we ji rastiyê averê bibe û yekî din careke din wî li rastiyê bizivirîne, 20bila bizane, yê ku gunehkar ji riya wî ya averê bizivirîne, wê canekî ji mirinê xilas bike û gelek gunehan binixumîne.#Petrûs I, 4:8

Currently Selected:

Aqûb 5: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in