YouVersion Logo
Search Icon

Aqûb 4

4
Dostaniya Bi Dinyayê Re
1Şer û pevçûnên di nav we de ji ku derê ne? Ma ev ne ji xwestekên we yên ku di endamên bedena we de şer dikin, tên? 2Çavê we li tiştekî ye, lê hûn bi dest naxin. Hûn dikujin û çavnebariyê dikin, lê hûn nikarin bigihîjin armanca xwe. Hûn şer û pevçûnê dikin. Hûn bi dest naxin, çimkî hûn ji Xwedê naxwazin. 3Hûn dixwazin û nastînin, çimkî hûn bi niyeta xerab dixwazin, da ku hûn ji bo kêfên xwe bimezêxin. 4Hey zînakarno! Ma hûn nizanin ku dostaniya bi dinyayê re, dijminahiya bi Xwedê re ye? Loma kî ku bixwaze bibe dostê dinyayê, xwe dike dijminê Xwedê. 5Ma hûn guman dikin ku Nivîsara Pîroz badîhewa dibêje: «Xwedê bi hesûdî ruhê ku daye me dixwaze». 6Lê keremeke hê mezintir dide. Loma dibêje:
«Xwedê li hember pozbilindan disekine,
Lê keremê li nefsbiçûkan dike.»#Ji: Şîretên Silêman 3:34
7Loma bi ya Xwedê bikin. Li hember Îblîs bisekinin, ewê ji we bireve. 8Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe. Gunehkarno, destên xwe paqij bikin. Dudilîno, dilê xwe safî bikin. 9Bi keder bin, şînê bigirin û bigirîn. Bila kenê we bibe şîn, şahiya we jî bibe melûlî. 10Xwe li ber Xudan nizim bikin, ewê we bilind bike.
Hevdû Dadbar Nekin
11Birayên min, ketma hev nekin. Yê ku ketma birayê xwe dike û wî dadbar dike, ew ketma Şerîetê dike û Şerîetê dadbar dike. Eger tu Şerîetê dadbar bikî, tu ne ew î ku Şerîetê pêk tîne, lê belê tu li ser Şerîetê dadger î. 12Yê ku Şerîet daniye û dîwanê dike, tenê yek e. Yê ku dikare xilas bike û helak bike ew e. Îcar tu kî yî ku tu cîranê xwe dadbar dikî?
Pesindana Sibê
13De werin, hûn ên ku dibêjin: «Îro an sibê emê herin filan an bêvan bajarî, emê li wir salekê derbas bikin, kirrîn û firotinê bikin û peran qezenc bikin».#Şîretên Silêman 27:1 14Lê hûn nizanin ku sibê jî wê çi çêbe. Jiyana we çi ye? Hûn hilmek in ku ji bo demeke kurt xuya dibe û di pey de winda dibe. 15Di cihê vê de, divê hûn weha bêjin: «Xwedê hez bike, emê bijîn û vî karî an wî karî bikin.» 16Lê hûn bi vî halê xwe, bi quretî pesnê xwe didin. Her pesindana weha xerab e. 17Loma yê ku bi ya qenc dizane û nake, jê re guneh e.

Currently Selected:

Aqûb 4: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in