YouVersion Logo
Search Icon

Selanîkî I, 3

3
1Ji bo vê yekê êdî me nikaribû em xwe bigirin. Me qîma xwe anî ku em li Atînayê bimînin tenê#Karên Şandiyan 17:15 2û me Tîmotêyosê ku birayê me ye û di dayîna Mizgîniya Mesîh de hevalkarê Xwedê ye, şand ba we, da ku di baweriyê de we qayîm bike û cesaretê bide we, 3da ku di van tengahiyan de tu kes veneleqe. Hûn bi xwe dizanin ku em ji bo vê yekê hatine hilbijartin. 4Û çaxê em li ba we bûn, me ji pêşî ve ji we re gotibû ku emê tengahiyan bikişînin û wek ku hûn dizanin wisa jî çêbû. 5Ji bo vê yekê, êdî min nikaribû ez xwe bigirim, min Tîmotêyos şand ku ez baweriya we bizanim. Nebe ku Yê Diceribîne hûn ceribandibin û keda me badîhewa çûbe.
6Lê niha Tîmotêyos ji ba we vegeriya û Mizgîniya bawerî û hezkirina we da me. Wî got ku we hergav bi qencî em dianîn bîra xwe û wek ku em bêriya we dikin, hûn jî wisa bêriya me dikin.#Karên Şandiyan 18:5 7Ji bo vê yekê birano, di nav hemû zehmet û tengahiyên me de, bi baweriya we, dilê me li ser we rihet bû. 8Madem ku hûn bi Xudan nelebte ne, êdî em dijîn. 9Ma ji bo hemû şahiya ku em ji bo we li ber Xwedayê xwe pê şa dibin, em dikarin ji bo we çi şikiriyê bidin Xwedê? 10Em şev û roj bi dil û can dua dikin, da ku em rûyê we bibînin û kêmahiyên baweriya we temam bikin.
11De bila Bavê me Xwedê bi xwe û Xudanê me Îsa berê riya me bide we. 12Û ka çawa hezkirina me ji bo we zêde ye, bila Xudan hezkirina we ji bo hevdû û ji bo hemûyan mezin û zêde bike, 13da ku dilê we xurt bike, ku çaxê Xudanê me Îsa bi hemû pîrozên xwe ve bê, hûn li ber Bavê me Xwedê di pîroziyê de bêkêmahî bin.

Currently Selected:

Selanîkî I, 3: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy