YouVersion Logo
Search Icon

Selanîkî I, 2

2
Karê Pawlos li Selanîkê
1Birano, hûn bi xwe jî dizanin ku hatina me ya ba we ne badîhewa bû. 2Lê bi ser ku me pêşî li Filîpyayê cefa kişand û em hatin riswakirin jî, dîsa me ji Xwedayê xwe cesaret stand ku em di nav gelek dijraberiyê de, Mizgîniya Xwedê ji we re bêjin.#Karên Şandiyan 16:19-24; 17:1-9 3Çimkî hêvîkirina me ne ji xeletiyê, ne ji nepakiyê û ne jî bi hîleyê ye. 4Lê belê çawa ku em ji aliyê Xwedê ve hatin erêkirin ku ew Mizgîniyê bispêre me, em wisa dipeyivin. Em ne li gor dilê mirovan, lê li gor daxwaza wî Xwedayê ku dilê me diceribîne dipeyivin. 5Wek ku hûn dizanin, me tu caran di gotinên xwe de zimanhilûtî nekiriye û ne jî em bi niyeta çavbirçîtiyê peyivîne. Xwedê şahidê me ye! 6Ji ber ku em Şandiyên Mesîh bûn, me dikarî em giraniya xwe li ser we deynin. Lê em ji mirovan li rûmeta xwe negeriyan, ne ji we û ne jî ji yên din; 7Lê belê wek ku dayikeke zaroşîr zarokên xwe xweyî dike, me xwe di nav we de nerm kir. 8Em bi hezkirineke wisa bi we ve hatibûn girêdan ku êdî me dixwest em ne bi tenê Mizgîniya Xwedê bidin we, lê jiyana xwe jî bi we re leva bikin, çimkî hûn bûbûn hezkiriyên me. 9Birano, ew ked û zehmetê me tê bîra we? Çaxê ku me Mizgîniya Xwedê ji we re dida, em şev û roj dixebitîn ku em ji kesek ji we re nebin bargiranî.
10Hûn bi xwe şahid in û Xwedê jî şahid e, ku em bi we bawermendan re çawa bi awayekî paqij, rast û bêqusûr, rabûn û rûniştin. 11Hûn qenc dizanin, çawa ku bav bi zarokên xwe re dide û distîne, me wisa bi her yekî ji we re da û stand. 12Me hûn şidandin, em di ber dilê we de hatin û em li ser sekinîn, ku hûn hêjayî wî Xwedayê ku hûn gazî Padîşahî û rûmeta xwe kirine, rêve herin.
13Û ji bo vê yekê jî em bê rawestin şikir ji Xwedê re dikin ku çaxê we ji me peyva Xwedê bihîst, we ew ne wek peyva mirovan, lê wek peyva Xwedê qebûl kir. Bi rastî jî wisa ye, ev jî di nav we, bawermendan de dixebite. 14Çimkî birano, hûn jî ketin eynî rewşa wan civînên bawermendan ên Xwedê yên ku li Cihûstanê bi Mesîh Îsa ne, we jî eynî cefa ji destê miletê xwe kişand, wek ku wan ji destê Cihûyan kişand.#Karên Şandiyan 17:5 15Wan hem Xudan Îsa, hem jî pêxember kuştin û tengahî dan me jî. Xwedê ji wan ne razî ye û ew dijraberên hemû mirovan in. 16Ew ji me re dibin asteng, da ku em ji miletan re Mizgîniyê nedin, ku ew xilas bibin. Bi vî awayî ew hergav kasa gunehên xwe tije dikin û êdî heta dawiyê ew di bin xezebê de ne.
Xemxwarina ji bo Selanîkiyan
17Lê birano, heçî em in, em ji bo demeke kurt ji we hatin veqetandin – ne ku dilê me, lê rûyê me ji hev dûr ket – û me bi daxwazeke mezin xîretkêşî kir ku em rûyê we bibînin. 18Ji bo vê yekê me dixwest ku em bên ba we, ez Pawlos, min bi xwe jî çend caran xwest ku ez bêm, lê Îblîs ji me re bû asteng. 19Ma di hatina Xudanê me Îsa de, li ber wî, hêviya me an şahiya me an taca me ya pesindanê çi ye? Erê, ma ne hûn in? 20Çimkî, rûmet û şahiya me hûn in.

Currently Selected:

Selanîkî I, 2: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

YouVersion uses cookies to personalize your experience. By using our website, you accept our use of cookies as described in our Privacy Policy