1
Aqûb 3:17
Kurmanji Încîl
Lê şehrezayiya ku ji jor e, berî her tiştî paqij e; piştre aştîhez, berbiwêr û nerm e. Bi rehmê û berê qenc tije ye, alînegir û ne durû ye.
Compare
Explore Aqûb 3:17
2
Aqûb 3:13
Di nav we de yê fêmdar û şehreza kî ye? Bila ew bi awayê jiyana xwe ya qenc kirinên xwe di nav nermiya şehrezayiyê de nîşan bide.
Explore Aqûb 3:13
3
Aqûb 3:18
Û berê rastdariyê ji bo aştîkeran di aştiyê de tê çandin.
Explore Aqûb 3:18
4
Aqûb 3:16
Çimkî li ku derê çavnebarî û hevrikî hebe, li wê derê tevlihevî û her kirina xerab hene.
Explore Aqûb 3:16
5
Aqûb 3:9-10
Bi zimên em Bav Xudan pîroz dikin û bi zimên em nifiran li wan mirovên ku di mînaka Xwedê de hatine afirandin, dikin. Ji eynî devî pîrozkirin û nifir derdikeve. Birayên min, divê ev ne weha be.
Explore Aqûb 3:9-10
6
Aqûb 3:6
Wisa jî ziman agir e. Di nav endamên bedena me de ziman dinyayeke xerabiyê ye. Ew tevahiya mirov qirêjî dike, ji dojehê pêtê distîne û çerxa jiyana me dike pêta agir.
Explore Aqûb 3:6
7
Aqûb 3:8
Lê ji mirovan tu kes nikare zimên bigire. Ziman, bi jehra mirinê tije ye, xerabiyeke bêrawestin e.
Explore Aqûb 3:8
8
Aqûb 3:1
Birayên min, bila gelek ji we nebin mamoste, çimkî hûn dizanin em ên ku hîn dikin, emê di dîwana hê girantir re derbas bibin.
Explore Aqûb 3:1
Home
Bible
Plans
Videos