1
Aqûb 2:17
Kurmanji Încîl
Bi vî awayî baweriya bi serê xwe, eger kirinên wê tune bin, mirî ye.
Compare
Explore Aqûb 2:17
2
Aqûb 2:26
Îcar çawa ku bedena bê ruh mirî ye, wisa jî baweriya bê kirinan be, mirî ye.
Explore Aqûb 2:26
3
Aqûb 2:14
Birayên min, eger yek bêje ku baweriya wî heye, lê kirinên wî tunin, hingê çi feyde heye? Ma ew bawerî dikare wî xilas bike?
Explore Aqûb 2:14
4
Aqûb 2:19
Ma tu bawer dikî ku Xwedê yek e? Tu qenc dikî. Cin jî bawer dikin – û dilerizin.
Explore Aqûb 2:19
5
Aqûb 2:18
Lê belê yek wê bêje: «Baweriya te heye, kirinên min hene!» Bê kirinên xwe baweriya xwe nîşanî min bide û ezê bi kirinên xwe ve baweriya xwe nîşanî te bidim.
Explore Aqûb 2:18
6
Aqûb 2:13
Çimkî dîwan, ji bo wî yê ku rehm nekiriye bê rehm e, lê rehm li hember dîwanê bi ser dikeve.
Explore Aqûb 2:13
7
Aqûb 2:24
Hûn dibînin ku mirov bi kirinan rastdar derdikeve, ne tenê bi baweriyê.
Explore Aqûb 2:24
8
Aqûb 2:22
Tu dibînî ku baweriya wî bi kirinên wî re dixebitî û baweriya wî bi kirinên wî temam bû.
Explore Aqûb 2:22
Home
Bible
Plans
Videos