1
Aqûb 1:2-3
Kurmanji Încîl
Birayên min, kengê hûn bikevin ceribandinên cûr bi cûr, vê yekê şahiyeke temam hesab bikin. Çimkî hûn dizanin ceribandina baweriya we ragirtinê pêk tîne.
Compare
Explore Aqûb 1:2-3
2
Aqûb 1:5
Eger şehrezayiya yekî ji we kêm be, bila ji Xwedayê ku bi camerî dide hemûyan û lê nahile, bixwaze û wê ji wî re bê dayîn.
Explore Aqûb 1:5
3
Aqûb 1:19
Birayên min ên hezkirî, hûn vê bizanin: Bila her mirov di bihîstinê de bi lez be, di peyivîn û hêrsbûnê de giran be.
Explore Aqûb 1:19
4
Aqûb 1:4
Û bila ragirtin karê xwe temam bike, da ku hûn bibin mirovên temam û gihîştî û di tiştekî de kêmahiya we tune be.
Explore Aqûb 1:4
5
Aqûb 1:22
Xwe nexapînin û nebin yên ku tenê peyvê dibihîzin, lê peyvê bînin cih.
Explore Aqûb 1:22
6
Aqûb 1:12
Xwezî bi wî mirovê ku ceribandinê radigire. Çimkî gava ku ji ceribandinê serfiraz derkeve, wê taca jiyanê ya ku Xwedê ji yên ku ji wî hez dikin re soz daye, bistîne.
Explore Aqûb 1:12
7
Aqûb 1:17
Her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî ji jor e, ji Bavê ronahiyan tê xwarê. Li ba wî guherîn û siya zivironekiyê tune.
Explore Aqûb 1:17
8
Aqûb 1:23-24
Eger kesek guhdarê peyva Xwedê be û wê neyne cih, wek wî kesî ye ku di neynikê de li rûyê xwe yê rast dinêre. Ew li xwe dinêre, piştre diçe û di cih de ji bîr dike ka ew çawa ye.
Explore Aqûb 1:23-24
9
Aqûb 1:27
Li ba Bav Xwedê, dîndariya paqij û bêleke ev e ku mirov di tengahiyên sêwî û jinebiyan de here serdana wan û xwe ji lekeyên dinyayê biparêze.
Explore Aqûb 1:27
10
Aqûb 1:13-14
Gava ku tê ceribandin, bila tu kes nebêje: «Ez ji aliyê Xwedê ve têm ceribandin.» Çimkî Xwedê bi tiştên xerab nayê ceribandin û ew bi xwe jî tu kesî naceribîne. Lê her kes ji aliyê xwesteka xwe ve tê kaşkirin, xapandin û tê ceribandin.
Explore Aqûb 1:13-14
11
Aqûb 1:9
Birayê reben bila bi serbilindiya xwe
Explore Aqûb 1:9
Home
Bible
Plans
Videos