YouVersion Logo
Search Icon

Marqos 13

13
Îsa pêşda derheqa wêranbûna pʼaristgehêda dibêje
(Metta 24:1-2; Lûqa 21:5-6)
1Gava Îsa ji pʼaristgehê derkʼet, ji şagirtêd Wî yekî Wîrʼa got: «Dersdar! Hela dîna Xwe bidê ev çi kevir in û çi avayî ne!» 2Îsa li wî vegerʼand û gotê: «Tu van avayîyêd mezin dibînî? Ev hʼemûyê jî wêran bin, li vir kevirê li ser kevir qet nemîne!»
Tengasî û zêrandin
(Metta 24:3-14; Lûqa 21:7-19)
3Gava Îsa li çʼîyayê Zeytʼûnê, li pêşberî pʼaristgehê rʼûniştibû, Petrûs, Aqûb, Yûhʼenna û Endrawis başqe jê pirsîn: 4«Bêje me, ew tişt wê kʼengê biqewimin? Û berî qewimandina wan hʼemûya, çi nîşanê bibin?» 5Hingê Îsa destpêkir û wanrʼa got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes we nexapîne. 6Gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin. 7Gava hûn dengê şerʼa û beʼsa şerʼa bibihên, hûn xwe unda nekin. Gerekê ev tişt biqewimin, lê ew hê ne axirî ye. 8Miletê rʼabe ser milet, pʼadşatîyê rʼabe ser pʼadşatîyê, cî-cîya wê eʼrdhʼej û xelayî-celayê bibin. Lê ev hʼemû mîna êşa kʼulfetê ye, ku destpêdike pê digire.
9Lê hûn haş ji xwe hebin! Wê we bibine ber dîwana û kʼinîştada we bikʼutin. Bona Min wê we ber welî û pʼadşa bidine sekinandinê, wekî hûn ber wan şeʼdetîyê bidin. 10Gerekê pêşîyê Mizgînî hʼemû miletarʼa bê dayînê. 11Gava ku we bigirin bibine ber dîwanê, pêşda xem nekin ku hûnê çi bêjin. Lê wê demê çi werʼa bê dayînê, wê jî bêjin, çimkî ne ku hûnê xeber din, lê Rʼuhʼê Pîroz. 12Bira wê birê xwe bide kuştinê û bav kurʼê xwe. Zarʼê rʼabine ser dê û bavê xwe û wan bidine kuştinê. 13Û bona navê Min hûnê ber çʼeʼvê hʼemûya rʼeş bin. Lê ewê ku hʼeta xilazîyê teyax ke, ewê xilaz be.
Hʼeramîya Wêrankirinê
(Metta 24:15-21; Lûqa 21:20-24)
14Awa çaxê hûn wê ‹hʼeramîya wêrankirinê›#13:14 Danîyêl 9:27; 11:31; 12:11. bibînin, li wî cîyê necayîz sekinî», (ewê ku dixûne bira feʼm bike) «hingê ewêd ku Cihûstanêda ne bira birʼevine çʼîya. 15Û ewê ku ser xanî ye bira jorda neyê xwarê û nekʼeve hindurʼ, wekî tiştekî hilde. 16Û ewê ku kʼewşênda ye bira venegerʼe ku pʼotê xwe hilde. 17Lê wey li hʼemla û destdergûşa wan rʼojada! 18Dua bikin ku ev yek zivistanêda neqewime. 19Çimkî wan rʼojada wê tengasîke usa bibe, wekî ji rʼoja ku Xwedê dinya eʼfirandîye hʼeta niha nebûye û ne jî wê bibe. 20Heger Xudan ew rʼoj kin nekirina, tʼu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê wan bijartîyêd ku Wî bijartine, ew rʼoj kin kirine.
21Hingê, heger yek werʼa bêje: ‹Mesîh va ye li vir e›, yan jî: ‹Wa ye dera han e›, bawer nekin. 22Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên. Wê nîşan û kʼeremeta bikin, heger dest wanva bê, wê bijartîya jî bixalifînin. 23Lê hûn haş ji xwe hebin! Min her tişt pêşda werʼa got.
Hatina Kurʼê Mêriv
(Metta 24:29-31; Lûqa 21:25-28)
24Lê wan rʼojada, pey wê tengasîyêrʼa,
‹rʼûyê rʼoyê wê bê girtinê
û hîvê rʼonaya xwe nede,
25steyrkê ji eʼzmên bikʼevin,
û tʼopêd eʼzmana wê ji rʼîyêd xwe derên#13:25 Aha jî tê feʼmkirinê: «Qewatêd eʼzmana wê bihʼejin». #13:25 Îşaya 13:10; 34:4; Yoêl 2:10, 31; 3:15. .
26Û hingê wê bibînin, Kurʼê Mêriv bi qewata mezin û rʼûmet eʼwrava tê#13:26 Danîyêl 7:13. (Bixûnin: Eʼyantî 1:7.) . 27Wî çaxî Ewê milyakʼetêd Xwe bişîne û bijartîyêd Xwe ji her çar qulba berev ke, ji pʼerʼêd eʼrdê girtî hʼeta pʼerʼêd eʼzmên.
Dersa dara hêjîrê
(Metta 24:32-35; Lûqa 21:29-33)
28Ji dara hêjîrê dersekê hîn bin: Çaxê ku çʼiqilêd wê terʼ dibin û belgêd wê dibişkivin, îdî hûn zanin ku havîn nêzîk e. 29Usa jî gava hûn bibînin ku ev yek diqewimin, bizanibin ku Ew nêzîk e, li ber şêmîkê ye. 30Ez rʼast werʼa dibêjim, eva nisila derbaz nabe, hʼeta ku ev hʼemû tişt neqewimin. 31Eʼrd û eʼzmanê derbaz bin, lê gotinêd Min tʼu car derbaz nabin.
Rʼoj û sihʼet ne eʼyan e
(Metta 24:36-44)
32Lê bona wê rʼojê û wê sihʼetê tʼu kes nizane, ne milyakʼetêd eʼzmên û ne jî Kurʼ, lê tʼenê Bav. 33Haş ji xwe hebin! Hʼişyar bimînin!#13:33 Nav hinek destnivîsarada ev jî heye: «Û dua bikin». Çimkî hûn nizanin kʼengê wextê pêrʼa bigihîje. 34Ev yek mîna merivekî ye, ku mala xwe dihêle û derdikʼeve rʼêwîtîyê. Berî çûyînê tʼemîya mala xwe dide xulamêd xwe, şixulê wan her kesî didê û eʼmirî ser dergehvan dike, ku hʼişyar bimîne. 35Bona vê yekê hʼişyar bimînin, çimkî hûn nizanin malxê malê wê kʼengê bê, êvarê yan nîvê şevê, yan wextê bangdana dîka, yan serê sibehê. 36Nebe ku nişkêva Ew bê û we xewêda bigire. 37Ez çi werʼa dibêjim, hʼemûyarʼa dibêjim: Hʼişyar bimînin!»
Girtin, xaçkirin û rʼabûna Îsa

Currently Selected:

Marqos 13: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in