Marqos 12
12
Mesela rʼezê tirîya û rʼezvana
(Metta 21:33-46; Lûqa 20:9-19)
1Û bi mesela dest bi xeberdanê kir, wanrʼa got: «Merivekî rʼezê tirîya danî, dora wê sûr kir, hʼewzekî tirîhʼincirʼandinê têda kʼola, hêlaneke nobedara çêkir û ew bi kʼirê da rʼezvana, çû welatekî din. 2Wextda xulamek şande cem rʼezvana, wekî ji wî rʼezî berê pʼara xwe ji wan bistîne. 3Lê wana ew girt, kʼutan û destvala verʼêkirin. 4Û wî dîsa xulamekî din şande cem wan, lê wana serî lê şkênand û ew rʼobet kirin. 5Ewî yekî din şand, wana ew jî kuşt. Wî gelekêd din şandin, wana hinek ji wan kʼutan û hinek jî kuştin. 6Bona wî tʼenê yek mabû ku bişanda, kurʼê xweyî delal. Xulese rʼabû ew jî şand û got: ‹Hilbet wê ji kurʼê min şerm bikin›. 7Lê ev rʼezvanêd han li hev şêwirîn û gotin: ‹Ev warê wî ye! Werin em vî bikujin, mîratʼê merʼa bimîne›. 8Hingê ew girtin kuştin û cinyazê wî ji rʼez derxistine der. 9De îjar xweyê rʼez wê çi bike? Ne ewê bê qirʼa rʼezvana bîne û rʼez bide hinekêd din? 10Çima we ew nivîsar nexwendîye?
‹Ew kevirê ku hosta tʼexsîr kir,
ew bû serê eʼnîşkê.
11Ev yek ji alîyê Xudanda qewimî
û li ber çʼeʼvê me hʼeyr-hʼujmekʼar e!›#12:11 Zebûr 118:22-23. »
12Serwêrêd cihûya feʼm kirin, ku Îsa ev mesele anî ser wan, kirin ku Wî bigirin, lê ji eʼlaletê tirsîyan, kʼerba Ew hiştin û çûn.
Pirsa xercdayîn û nedayînê
(Metta 22:15-22; Lûqa 20:20-26)
13Paşê wana hineke ji fêrisîya û piştgirêd Hêrodes şandine cem Wî, wekî Wî bi xeberêd devê Wî bigirin. 14Ewana hatin û jêrʼa gotin: «Dersdar! Em zanin ku Tu yekî rʼast î. Minetê ji kesî nakî, çimkî nav merivada firqîyê danaynî, lê rʼîya Xwedê rʼast hîn dikî. Gelo rʼast e ku em xerc bidine Qeyser yan na? Em bidin, yan nedin?» 15Lê durʼûtîya wan ku Îsava eʼyan bû got: «Çima hûn Min dicêrʼibînin? Minrʼa zîvekî bînin ku Ez bibînim». 16Wana jêrʼa zîvek anî. Ewî ji wan pirsî: «Ev navê nivîsar û sifet yê kʼê ye?» Wana got: «Yêd Qeyser in». 17Îsa wanrʼa got: «Wekî usa ye, çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi ku yêd Xwedê ne bidine Xwedê». Û ser Wî eʼcêbmayî man.
Pirsa rʼabûna mirîya
(Metta 22:23-33; Lûqa 20:27-40)
18Sadûqî, ku dibêjin rʼabûna mirîya tʼune, hineke ji wan hatine cem Îsa û jê pirsîn: 19«Dersdar! Mûsa merʼa nivîsîye: ‹Heger birê yekî bêzurʼet bimire û jinê stûxar bihêle, bira birê wî jina wî bistîne û warê birê xwe şîn ke›#12:19 Qanûna Ducarî 25:5. . 20Awa hʼeft bira hebûn. Birê mezin jinek stand, bêzurʼet mir. 21Biçʼûkê wî ew jin stand, ew jî bêzurʼet mir, usa jî hate serê yê sisîya. 22Xulese van her hʼeft bira jî ew jin stand û bêzurʼet mirin, pey wanrʼa jî ew jin mir. 23De îjar wê Rʼoja Rʼabûnê, gava mirî rʼabin, eva jina wê kʼîjan birayîrʼa bikʼeve? Çimkî her hʼefta jî ewa standibû».
24Îsa li wan vegerʼand û got: «Ne hûn ji dest vê yekê xalifî ne, ku ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê? 25Gava yêd mirî ji mirinê rʼabin, wê ne bizewicin û ne jî mêr kin, çimkî ewê mîna milyakʼetêd eʼzmana bin. 26Lê derheqa rʼabûna mirîyada, çima we Kʼitêba Mûsada#12:26 «Kʼitêba Mûsa» tê feʼmkirinê: «Her pênc kʼitêbêd pêşine Peymana Kevin». nexwendîye serhatîya dara dirʼîyêda ku çawa Xwedê Mûsarʼa dibêje: ‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im›#12:26 Derkʼetin 3:6. ? 27Ew ne Xwedêyê mirîya ye, lê Xwedêyê zêndîya ye. Hûn lap xalifî ne!»
Tʼemîya ser tʼemîyarʼa
(Metta 22:34-40; Lûqa 10:25-28)
28Qanûnzanekî ku şerʼ-deʼwê wan bihîst û dîna xwe jî dayê, ku Îsa çawa qenc caba wan da, nêzîkî Îsa bû û jê pirsî: «Kʼîjan tʼemî ser hʼemû tʼemîyarʼa ye?» 29Îsa lê vegerʼand: «Ev e tʼemîya ser tʼemîyarʼa: ‹Bibihê, Îsraêl! Xudan Xwedêyê me Xudanek e#12:29 Aha jî tê feʼmkirinê: «Xudan Xwedêyê me, tʼenê Ew e Xudan». . 30Xudan Xwedêyê xwe hʼiz bike, bi tʼemamîya dilê xwe, bi tʼemamîya canîya xwe, bi tʼemamîya hʼişê xwe û bi tʼemamîya qewata xwe›#12:30 Qanûna Ducarî 6:4-5. . 31Ya duda jî ev e: ‹Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike›#12:31 Qanûna Kʼahîntîyê 19:18. . Ji van mestir tʼu tʼemî tʼune». 32Îjar qanûnzan Wîrʼa got: «Rʼast e, Dersdar! Te rʼast got, ku ‹Xudan yek e û ji Wî pêştir yekî mayîn tʼune›#12:32 Qanûna Ducarî 6:4; 4:35; Îşaya 45:21. . 33Û ‹bi tʼemamîya dil, bi tʼemamîya aqil, bi tʼemamîya qewatê Xwedê hʼizkirin› û ‹hevalê xwe jî weke xwe hʼizkirin› ser her dîyarîyêd tʼevayîşewatê û qurbanêd mayînrʼa ye»#12:33 Qanûna Ducarî 6:5; Qanûna Kʼahîntîyê 19:18; Pʼadşatî I, 15:22; Hosêya 6:6. . 34Îsa dîna Xwe dayê, ku wî bi aqilî caba xwe da, jêrʼa got: «Tu ji Pʼadşatîya Xwedê ne dûr î». Pey vê yekêrʼa, îdî tʼu kesî newêribû tiştek ji Wî bipirsîya.
Mesîh kurʼê kʼê ye?
(Metta 22:41-46; Lûqa 20:41-44)
35Gava ku Îsa pʼaristgehêda hîn dikir, got: «Qanûnzan çawa dibêjin ku Mesîh kurʼê Dawid e? 36Ne Dawid xwexa pê Rʼuhʼê Pîroz dibêje?
‹Xudan gote Xudanê min:
Li milê Minî rʼastê rʼûnê,
hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›#12:36 Zebûr 110:1. .
37Awa Dawid xwexa ku Wî ‹Xudan› hʼesab dike, îdî Ew çawa dibe kurʼê Dawid?»
Qanûnzanêd durʼû
(Metta 23:1-36; Lûqa 20:45-47)
Wê eʼlaleta giran bi dil û eşq guhdarîya Îsa dikir. 38Hînkirina Xweda Ewî got: «Hʼevza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku hʼiz dikin bi çuxêd dirêj bigerʼin, bazarada silavê bidine wan, 39kʼinîştada kʼursîyêd pêşin bigirin û şayîyada jî herema jorin rʼûnên. 40Evana alîkîva malêd jinebîya hʼûfî xwe dikin, alîyê dinva jî bona xwekʼifşkirinê duayê xwe dirêj dikin. Dîwana wanê hê giran be».
Dîyarîya jinebîya belengaz
(Lûqa 21:1-4)
41Îsa li pêşberî pʼeredanga pʼaristgehê rʼûnişt û dîna Xwe dayê, ku eʼlaletê çawa pʼere davîtine pʼeredangê. Gelek dewletîya gelek avîtinê. 42Jinebîke belengaz jî hat û du pol, ku dikire qurʼûşek, avîtê. 43Îsa şagirtêd Xwe gazî cem Xwe kirin û wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku evê jinebîya belengaz ji van hʼemûya zeʼftir avîte pʼeredangê, 44Van hʼemûya ji zêdeya hebûka xwe avîtinê. Lê evê vê belengazîya xweda çî wê hebû ku pê eʼbûrê xwe bikira hʼemû avîtê».
Currently Selected:
Marqos 12: KmrNTL
Highlight
Share
Copy

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011