Marqos 11
11
Îsa bi rʼûmet dikʼeve Orşelîmê
(Metta 21:1-11; Lûqa 19:28-40; Yûhʼenna 12:12-19)
1Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn û gihîştine çʼîyayê Zeytʼûnê û gundêd Beytfacê û Beytanyayê, hingê Îsa du şagirtêd Xwe şandin 2û wanrʼa got: «Herʼine wî gundê pêşberî xwe. Hema çawa ku hûn bikʼevinê, hûnê ceʼşikeke girêdayî bibînin ku hê kesek lê sîyar nebûye. Ewê vekin û bînin. 3Û heger yek ji we bipirse û bêje: ‹Hûn çima vê yekê dikin?› bêjinê: ‹Xudanrʼa lazim e û wê destxweda bişîne vir›». 4Ew şagirt çûn û li ber derî li kʼûçê, ceʼşikeke girêdayî dîtin. Gava vedikirin, 5hinekêd wir sekinî pirsîn: «Hûn çi dikin? Çima wê ceʼşikê vedikin?» 6Şagirta caba wan usa da, çawa ku Îsa wanrʼa gotibû. Û ew hiştin. 7Ceʼşik Îsarʼa anîn, kʼincêd xwe avîtine ser wê û Ew li wê sîyar bû. 8Geleka kʼincêd xwe ser rʼê rʼadixistin, hineka jî ji kʼewşên çʼiqilêd dara dibirʼîn, ser rʼê rʼadixistin. 9Yêd li pêşîya Wî û pey Wî ku diçûn dikirine qîrʼîn: «Hosanna! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê!#11:9-10 Zebûr 118:25-26; Lûqa 1:32-33. 10Bimbarek e ew Pʼadşatîya bavê me Dawide ku tê. Hosanna Yê Herî Jorinrʼa!#11:10 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Hosanna bilindayîyêda». «Bilindayî» beʼsa cîyê Xwedê dike. »
11Îsa kʼete Orşelîmê, çû pʼaristgehê. Çʼeʼvê Xwe li her tiştî gerʼand, lê çimkî îdî êvar bû, tʼevî her donzdeha çû Beytanyayê.
Dara hêjîrêye hʼişkbûyî
(Metta 21:18-19)
12Rʼoja dinê, gava ew ji Beytanyayê derdikʼetin, Îsa birʼçî bû. 13Dûrva dareke hêjîrêye belgdayî dît, berbi wê çû, kʼa tiştekê ser hebe. Gava gihîşte darê, pêştirî belga tiştek nedît, çimkî hê ne wextê hêjîra bû. 14Hingê Ewî wê darêrʼa got: «Bira îdî tʼu kes tʼu car berê te nexwe». Şagirtêd Wî ev gotin bihîstin.
Îsa pʼaristgehê paqij dike
(Metta 21:12-17; Lûqa 19:45-48; Yûhʼenna 2:13-22)
15Û ew hatine Orşelîmê. Îsa kʼete pʼaristgehê û destpêkir ewêd ku pʼaristgehêda dikʼirʼîn û difirotin derxistine derva. Tʼextêd pʼereguhêrʼa û kʼursîyêd kevotkfiroşa welgerʼandin 16û nehişt, ku tʼu kes tiştekî pʼaristgehêrʼa derbaz ke. 17Ew hîn kirin û got: «Çima ne nivîsar e: ‹Mala Min wê bona hʼemû mileta mala dua bê hʼesabê›#11:17 Îşaya 56:7. ? Lê we ew kirîye ‹şkefta qaçaxa›#11:17 Yêremîya 7:11. ». 18Serekêd kʼahîna û qanûnzana ev yek ku bihîstin, destpêkirin ku çawa bikin Wî bikine fesalê bikujin. Ewana ji Wî ditirsîyan, çimkî tʼemamîya eʼlaletê ser hînkirina Wî zendegirtî mabû. 19Gava ku rʼo çû ava, Ew ji bajêr derkʼetin.
Dersa dara hêjîrê
(Metta 21:20-22)
20Serê sibehê, gava ewana ber darêrʼa derbaz bûn, dîtin ku ew dara hêjîrê rʼawê xweva hʼişk bûye. 21Kʼete bîra Petrûs û ewî Îsarʼa got: «Dersdar, dîna Xwe bidê, ew dara hêjîrêye ku Te nifirʼ lê kir hʼişk bûye». 22Îsa wanrʼa got: «Bawerîya we bira ser Xwedê hebe. 23Ez rʼast werʼa dibêjim, kʼî ku vî çʼîyayîrʼa bêje: ‹Rʼabe xwe bavêje beʼrê› û dudilî nebe, lê bawer bike ku gotina wî wê biqewime, usa jî wê bibe. 24Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, hûn çi ku nava duada bixwazin, bawer bikin ku we îdî standîye û xwestina we wê bê sêrî. 25Û gava ku hûn disekinin û dua dikin, bibaxşînin, heger tiştekî we hindava kesekîda hebe, wekî Bavê weyî eʼzmana jî neheqîyêd we bibaxşîne we. 26#11:26 Nav destnivîsarêd qencda rʼêza 26-a tʼune. Lê heger hûn nebaxşînin, Bavê weyî eʼzmana jî neheqîyêd we nabaxşîne we».
Pirsa derheqa hʼukumê Îsada
(Metta 21:23-27; Lûqa 20:1-8)
27Û ew dîsa hatine Orşelîmê. Dema ku Îsa pʼaristgehêda digerʼîya, serekêd kʼahîna, qanûnzan û rʼûspî hatine cem Wî 28û jê pirsîn: «Tu bi çi hʼukumî van kira dikî? Kʼê ev hʼukum daye Te, ku Tu van kira bikî?» 29Îsa wanrʼa got: «Ezê jî tiştekî ji we bipirsim. Heger we caba Min da, Ezê jî werʼa bêjim, ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim: 30Hʼukumê nixumandina Yûhʼenna ji eʼzmên bû yan ji meriva? Caba Min bidin!» 31Ewana nav hevda şêwirîn û gotin: «Heger em bêjin: ‹Ji eʼzmên bû›, Ewê bêje: ‹Lê we çima ew bawer nekir?› 32Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû?..›» Ew ji eʼlaletê ditirsîyan, çimkî hʼemûya qebûl kiribû ku Yûhʼenna rʼast pʼêxember bû. 33Caba Îsa dan û gotin: «Em nizanin». Îsa wanrʼa got: «Ez jî werʼa nabêjim ku Ez bi çi hʼukumî van kira dikim».
Currently Selected:
Marqos 11: KmrNTL
Highlight
Share
Copy

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011