Marqos 10
10
Pirsa jinberʼdanê
(Metta 19:1-12; Lûqa 16:18)
1Îsa ji wir rʼabû çû sînorê Cihûstanê û derbazî wî alîyê çʼemê Ûrdunê bû. Dîsa eʼlaletê li dora Wî girt û çawa eʼdetê Wî bû, Ewî dîsa ew hîn kirin. 2Ji fêrisîya hinek nêzîkî Wî bûn û jê pirsîn, wekî Wî bicêrʼibînin: «Gelo li gora Qanûnê rʼast e, ku mêr jina xwe berʼde?» 3Îsa caba wan da û got: «Mûsa çi tʼemî da we?» 4Wana got: «Mûsa îzin da, ku mêr kʼaxaza jinberʼdanê binivîse û jinê berʼde»#10:4 Qanûna Ducarî 24:1-3. . 5Lê Îsa wanrʼa got: «Ji dest serhʼişkîya we Mûsa ev tʼemî werʼa nivîsî. 6Lê serê sêrîda, wextê eʼfirandinê Xwedê ew ‹qisimê mêr û jinêda xuliqandin›#10:6 Destpêbûn 1:27; 5:2. . 7‹Bona vê yekê mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire 8û her du wê bibine bedenek›#10:8 Destpêbûn 2:24. . Awa îdî ew ne dudu ne, lê bedenek in. 9Bona vê yekê ewêd ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne». 10Gava ew dîsa malda bûn, şagirta bona vê meselê ji Wî pirsîn. 11Îsa wanrʼa got: «Kʼî ku jina xwe berʼde û yeke din bistîne, hindava wêda zinêkʼarîyê dike 12û heger jin jî mêrê xwe berʼde û yekî din bistîne, zinêkʼarîyê dike».
Îsa dua zarʼoka dike
(Metta 19:13-15; Lûqa 18:15-17)
13Awa zarʼok danîne cem Îsa, ku destê Xwe dayne ser wan, lê şagirt li yêd danîn hilatin. 14Gava ku Îsa ev yek dît, hêrs kʼet û wanrʼa got: «Bira ew zarʼok bêne cem Min, pêşîya wan negirin, çimkî Pʼadşatîya Xwedê pʼara yêd aha ye. 15Ez rʼast werʼa dibêjim, kʼî Pʼadşatîya Xwedê mîna zarʼokekê qebûl neke, ew tʼu car nakʼeve nava wê». 16Paşê ew zarʼ dane hʼemêza Xwe, destê Xwe danî ser wan û dua li wan kir.
Yekî dewletî li jîyîna hʼeta-hʼetayê digerʼe
(Metta 19:16-30; Lûqa 18:18-30)
17Gava Îsa rʼîya Xweda diçû, yek berbi Wî bezî, çû li ber Wî çok da û jê pirsî: «Dersdarê qenc, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê war bim?» 18Îsa wîrʼa got: «Tu çima Minrʼa dibêjî qenc? Qenc tʼenê Xwedê ye, pêştirî Wî kesekî din tʼune. 19Tu tʼemîya zanî: ‹Nekuje, zinêkʼarîyê neke, nedize, şeʼdetîya derew nede, xûdana xelqê nexwe, qedirê dê û bavê xwe bigire›#10:19 Derkʼetin 20:12-16; Qanûna Ducarî 5:16-20. ».
20Ewî got: «Dersdar, ev hʼemû jî min ji cahiltîya xweda xwey kirine». 21Îsa lê nihêrʼî, ew hʼiz kir û gotê: «Hê kêmasîke te heye. Herʼe çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, hingê xizna te wê li eʼzmên hebe. Û pey Min were#10:21 Nav hinek destnivîsarada aha ye: «Û xaçê xwe hilde, pey Min were». ». 22Li ser vê gotinê ewî rʼeng avît, meʼdekirî çû, çimkî gelek hebûka wî hebû.
23Îsa li dora Xwe nihêrʼî û şagirtêd Xwerʼa got: «Dewletîyarʼa çiqas zeʼmet e, ku bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê!» 24Şagirt ser van gotinêd Wî eʼcêbmayî man, lê Îsa dîsa dûmayî kir û got: «Lawno! Wanrʼa çiqas zeʼmet e, bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê, yêd ku gumana xwe datînine ser dewleta xwe!#10:24 Nav hinek destnivîsarada «yêd ku gumana xwe danîne ser dewleta xwe» tʼune. 25Deve wê qula derzîyêrʼa hê rʼihʼet derbaz be, ne ku dewletî bikʼeve Pʼadşatîya Xwedê». 26Şagirt gelekî eʼcêbmayî man û hevrʼa gotin: «Îdî kʼî dikare xilaz be?» 27Îsa li wan nihêrʼî û got: «Ew tişt ji destê mêriv nayê, lê ji destê Xwedê tê, çimkî Xwedê dikare her tiştî bike». 28Hingê Petrûs destpêkir jêrʼa got: «Awa me hʼemû tişt hiştîye û pey Te hatine». 29Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, tʼu kes tʼune ku bona Min û Mizgînîyê mal, yan bira, yan xûşk, yan dê, yan bav, yan zarʼ, yan eʼrdêd xwe hiştibin, 30û li vê dinê sed qat mala, bira, xûşka, dîya, zarʼa û eʼrda tʼevî zêrandina nestîne û dinya dinda jî jîyîna hʼeta-hʼetayê. 31Lê gelekêd pêş wê bibine yêd paş û yêd paş wê bibine yêd pêş».
Îsa cara sisîya derheqa mirina Xweda dibêje
(Metta 20:17-19; Lûqa 18:31-34)
32Awa ew li ser rʼê bûn û hevraz diçûne Orşelîmê, Îsa li pêşîya wan diçû, şagirt eʼcêbmayî diman û ewêd li pey dihatin ditirsîyan. Ewî dîsa her donzdeh dane alîkî û destpêkir ew tiştêd ku wê serê Wî biqewimîyana wanrʼa got: 33«Bibihên! Em hevraz diçine Orşelîmê. Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê serekêd kʼahîna û qanûnzana. Ewê jêrʼa kuştinê derxin û Wî bidine destê necihûya 34û ewê qerfê xwe li Wî bikin, tʼûkinê, bidine ber qamçîya, Wî bikujin. Û rʼoja sisîya wê ji mirinê rʼabe».
Xwestina Aqûb û Yûhʼenna
(Metta 20:20-28)
35Hingê kurʼêd Zebedî, Aqûb û Yûhʼenna nêzîkî Îsa bûn û gotinê: «Dersdar, em dixwazin wekî em ji Te çi hîvî kin, Tu bona me bikî». 36Ewî jî ji wan pirsî: «Hûn çi dixwazin ku Ez bona we bikim?» 37Wan jêrʼa got: «Îzinê bide ku rʼûmeta Teda ji me yek li milê Teyî rʼastê, yê din jî li milê Teyî çʼepê rʼûnê». 38Îsa wanrʼa got: «Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê kʼasê vexwin, ya ku Ezê vexwim? Yan jî bi wê nixumandinê bêne nixumandinê bi kʼîjanê Ezê bême nixumandinê?» 39Wana jêrʼa got: «Em dikarin». Îsa wanrʼa got: «Belê hûnê vexwin ji wê kʼasa ku Ezê vexwim û bêne nixumandinê bi wê nixumandina ku Ezê pê bême nixumandinê, 40lê îzina li milê Minî çʼep û rʼastê rʼûniştinê ne destê Minda ye. Ew cî bona wan in, kʼîjanarʼa hatine hazirkirinê». 41Gava her dehe şagirtêd din ev yek bihîst, dilê wan ji Aqûb û Yûhʼenna ma. 42Lê Îsa ew gazî cem Xwe kirin û got: «Hûn zanin yêd ku nav miletada serwêr têne hʼesabê, serdestîyê li wan dikin û giregirêd wan jî hʼukumî ser wan dikin. 43Lê nava weda bira usa nîbe. Kʼî ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestîyê we. 44Û kʼî ku nava weda dixwaze bibe pêş, gerekê bibe xulamê hʼemûya. 45Çimkî Kurʼê Mêriv jî nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide ku geleka bikʼirʼe».
Îsa pʼarskirekî kor bajarê Erîhayêda qenc dike
(Metta 20:29-34; Lûqa 18:35-43)
46Paşê ew hatine Erîhayê. Gava Îsa tʼevî şagirtêd Xwe û eʼlaleteke giranva ji bajêr derkʼet, Kurʼê Tîmeyo, Bartîmeyoyê kor#10:46 Aha jî tê feʼmkirinê: «Bar-Tîmeyo», awa gotî «Kurʼê-Tîmeyo». «Bar» bi zimanê aramî «kurʼ» e. li ser rʼê rʼûniştibû pʼars dikir. 47Gava bihîst ku Îsayê Nisretê derbaz dibe, destpêkir kire qîrʼîn û got: «Îsayê Kurʼê Dawid, li min were rʼeʼmê!» 48Geleka li wî hilat, wekî dengê xwe bibirʼe, lê ewî hê dikire qîrʼîn û digot: «Kurʼê Dawid, li min were rʼeʼmê!» 49Îsa sekinî û got: «Gazî wî kin». Gazî yê kor kirin û wîrʼa gotin: «Çʼeʼvê te rʼonik! Rʼabe ser xwe, gazî te dike». 50Ewî jî pʼotê xwe avît, banzda ser xwe û hate cem Îsa. 51Îsa jê pirsî: «Tu çi ji Min dixwazî ku Ez bona te bikim?» Yê kor jêrʼa got: «Dersdar, dixwazim çʼeʼvêd min bibînin». 52Û Îsa jêrʼa got: «Herʼe, bawerîya te tu qenc kirî». Û wî çaxî çʼeʼvêd wî dîtin, da pey Îsa çû.
Currently Selected:
Marqos 10: KmrNTL
Highlight
Share
Copy

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011