YouVersion Logo
Search Icon

Marqos 9

9
1Û Ewî wanrʼa got: «Ez rʼast werʼa dibêjim, ku hinekêd li vir sekinî hene wê mirinê nebînin, hʼeta ku nebînin Pʼadşatîya Xwedê bi qewat tê».
Şagirt Îsa nava nûr û rʼûmetêda dibînin
(Metta 17:1-13; Lûqa 9:28-36)
2Pey şeş rʼojarʼa Îsa tʼevî Xwe Petrûs, Aqûb û Yûhʼenna hildan û rʼakirine çʼîyakî bilind, li wir ew tʼenê bûn. Hingê rʼengê Wî li ber çʼeʼvê wan hate guhastinê. 3Kʼincêd Wî usa çîl-qerqaş bûn û haqasî biriqîn, ku li ser rʼûyê eʼrdê tʼu tiştekî kʼincsipîkirinê nikaribû ew haqasî sipî bikira. 4Hingê Êlyas û Mûsa wanva xuya bûn û tʼevî Îsa xeber dan. 5Petrûs Îsarʼa got: «Dersdar, çawa rʼind e ku em vir in! De emê sê hʼolika çêkin, yekê Terʼa, yekê Mûsarʼa û yekê jî Êlyasrʼa». 6Ew usa tirsîya bûn, ku Petrûs nizanibû çi bêje.
7Wê gavê eʼwrek derkʼet li ser wan kire sî û dengek ji eʼwr hat: «Ev e Kurʼê Minî delal! Guhdarîya Wî bikin!» 8Nişkêva şagirta li dora xwe nihêrʼî, pêştirî Îsa kesek nedîtin.
9Çaxê ji çʼîyê dihatine xwarê, Îsa tʼemî li wan kir got: «Çi ku we dît tʼu kesîrʼa nebêjin, hʼeta ku Kurʼê Mêriv ji mirinê rʼanebe». 10Şagirta ev tʼemî xwey kir û ji hevdu pirsîn, kʼa meʼna vê rʼabûna ji mirinê çi ye. 11Û wana jê pirsî: «Gelo çima qanûnzan dibêjin pêşîyê gerekê Êlyas bê?»#9:11 Malaxî 4:5. 12Ewî jî wanrʼa got: «Rʼast e, pêşîyê Êlyasê bê û her tiştî wê dîsa bîne cî. Lê çima hatîye nivîsarê, ku Kurʼê Mêriv wê gelekî cefê bikʼişîne û bê bêhurmetkirinê? 13Lê Ez werʼa dibêjim, Êlyas hatîye jî û çawa ku bona wî hatibû nivîsarê, usa jî serê wî kirin, çawa ku dilê wan xwest».
Îsa kurʼikekî cinakʼetî qenc dike
(Metta 17:14-21; Lûqa 9:37-43a)
14Gava vegerʼîyane cem şagirtêd din, dîtin li dora wan eʼlaleteke giran girtîye û qanûnzan jî wanrʼa kʼetibûne deʼwê. 15Hingê tʼemamîya eʼlaletê ku Îsa dît, gelekî eʼcêbmayî ma, berbi Wî bezîn û silav danê. 16Îsa ji şagirta pirsî: «Hûn bona çi wanrʼa kʼetine deʼwê?»
17Ji nav eʼlaletê merivekî lê vegerʼand û got: «Dersdar! Min kurʼê xweyî rʼuhʼê lalva girtî anî cem Te. 18Kʼîderê ku pê digire wî eʼrdê dixe, kʼef dêv dikʼeve, diran lê dikine çʼirke-çʼirk û rʼeq dibe. Min hîvî ji şagirtêd Te kir, ku vî rʼuhʼî derxin, lê nikaribûn».
19Îsa li wan vegerʼand û got: «Hey nisilê nebawer! Hʼeta kʼengê Ezê tʼevî we bim? Hʼeta kʼengê Ezê li we sebir kim? Wî bînine cem Min». 20Wana kurʼik anîne cem Îsa. Gava ku rʼuhʼê hʼeram Îsa dît, pêrʼa-pêrʼa kurʼik veçʼirʼikand. Ew kʼete eʼrdê, kʼef dêv kʼet û pʼirpitî. 21Îsa ji bavê wî pirsî: «Ji kʼengêva ev yeka tʼevî wî diqewime?» Ewî got: «Ji zarʼotîyêda. 22Û vî rʼuhʼî gelek cara eva avîtîye nava êgir û avê, ku wî bikuje. Lê heger ji destê Te tê, tiştekî bike bira gunê Te li me bê, alîkʼarîya me bike!» 23Îsa wîrʼa got: «Te got çi? ‹Heger ji destê te tê?› Bona yê bawer dike her tişt dibe». 24Wê gavê bavê kurʼik kire qîrʼîn û got: «Ez bawer dikim. Alîkʼarîya nebawerîya min bike!» 25Gava Îsa dît ku eʼlalet dibeze, tʼopî ser Wî dibe, li rʼuhʼê hʼeram hilat û got: «Hey rʼuhʼê kerʼ û lal, Ez eʼmirî ser te dikim: Ji kurʼik derkʼeve û careke din nekʼevî nava wî!» 26Rʼuhʼ kire qîrʼîn, kurʼik qayîm veçʼirʼikand jê derkʼet. Û kurʼik bû mîna mirîya, usa ku geleka digot: «Ew mir!» 27Lê Îsa destê wî girt, ew rʼakir. Kurʼik jî rʼabû sekinî. 28Çaxê Îsa kʼete malê, şagirtêd Wî başqe jê pirsîn: «Me çima nikaribû ew cin derxista?» 29Îsa li wan vegerʼand û got: «Cinê vî cûrʼeyî bi tʼu tiştî dernayê, pêştirî bi dua#9:29 Nav destnivîsarêd paşwextîyêda aha ye: «Pêştirî bi dua û rʼojîyê». ».
Îsa dîsa derheqa mirina Xweda dibêje
(Metta 17:22-23; Lûqa 9:43b-45)
30Ji wir çûn û nav Celîlêrʼa derbaz bûn. Îsa nedixwest ku kes vê yekê bihʼese, 31çimkî Ewî şagirtêd Xwe hîn dikir û wanrʼa digot: «Kurʼê Mêriv wê bikʼeve destê meriva, ewê Wî bikujin, lê pey kuştinêrʼa rʼoja sisîya wê rʼabe». 32Lê wana ev gotin feʼm nedikir, ditirsîyan jî ku ji Wî bipirsin.
Kʼî ye yê herî mezin?
(Metta 18:1-5; Lûqa 9:46-48)
33Û ew hatine Kefernahûmê. Gava Îsa malda bû, ji şagirta pirsî: «Hûn rʼêda bona çi hevrʼa kʼetibûne deʼwê?» 34Wana dengê xwe nekir, çimkî rʼêda nav hevda xeber dabûn, kʼa ji wan kʼî ye yê herî mezin. 35Îsa rʼûnişt, gazî her donzdeha kir û wanrʼa got: «Heger yek dixwaze bibe yê pêş, gerekê ew bibe yê herî paş û xulamê hʼemûya». 36Û destê zarʼokekê girt, nav wanda da sekinandinê, paşê ew zarʼok da hʼemêza Xwe û wanrʼa got: 37«Kʼî zarʼokeke aha bi navê Min qebûl ke, ew Min qebûl dike. Û kʼî ku Min qebûl ke, ew ne ku Min, lê Yê ku Ez şandime qebûl dike».
Yê ne miqabilî me ye, ew pişta me ye
(Lûqa 9:49-50)
38Yûhʼenna Îsarʼa got: «Dersdar! Me merivek dît ku bi navê Te cin derdixistin, lê me kir ku em nehêlin, çimkî ew pey me nayê». 39Lê Îsa got: «Pêşîyê li wî negirin. Kesek tʼune ku bi navê Min kʼeremetekê bike û pêrʼa-pêrʼa bikaribe hindava Minda xirab xeber de. 40Çimkî ewê ku ne miqabilî me ye, ew pişta me ye. 41Ez rʼast werʼa dibêjim, ewê ku tʼase av bide we bona xatirê wê yekê, ku hûn pʼara Mesîh in, ewê heqê xwe qet unda neke.
Jirʼêderxistin
(Metta 18:6-9; Lûqa 17:1-2)
42Kʼî ku ji van biçʼûka yekî, yê ku bawerîya xwe Min tîne ji rʼê derxe, wîrʼa hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdanê û bê avîtinê nava beʼrê. 43-44Heger destê te, te ji rʼê derdixe, wî jêke! Bona te hê qenc e, ku tu qop bikʼevî jîyînê, ne ku du destêd te hebin û herʼî ceʼnimê, nava agirê ku qet natemire.#9:43-44, 45-46 Nav hinek destnivîsarada, rʼêza 48-a xilazîya rʼêza 44 û 46-ada tê wekʼilandinê: «Wê derê ewê ji kurmê nemirî bêne kotinê û agirê jî netemire». 45-46Heger nigê te, te ji rʼê derdixe, wî jêke! Bona te hê qenc e, ku tu bê nig bikʼevî jîyînê, ne ku du nigêd te hebin û bêyî avîtinê ceʼnimê. 47Heger çʼeʼvê te, te ji rʼê derdixe, wî derxe! Bona te hê qenc e, ku tu bi çʼeʼvekî bikʼevî Pʼadşatîya Xwedê, ne ku du çʼeʼvê te hebin û bêyî avîtinê ceʼnimê. 48Wê derê ‹ewê ji kurmê nemirî bêne kotinê û agirê jî netemire›#9:48 Îşaya 66:24. . 49Çimkî her merivekê bi êgir bê xwêkirinê#9:49 Nav hinek destnivîsarada ev jî heye: «Û her qurbanê bi xwê bê xwêkirinê». Hinek aha feʼm dikin: «Çimkî her merivekê bi êgir bê safîkirinê, çawa ku her qurban bi xwê tê xwêkirinê». Qanûna Kʼahîntîyê 2:13. . 50Xwê tiştekî qenc e. Lê heger xwê şorʼayîya xwe unda ke, hûnê çawa dîsa şorʼayîya wê bînine cî? Bira teʼma xwê nava weda be û bi hevrʼa eʼdilayîyêda bijîn».

Currently Selected:

Marqos 9: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in