YouVersion Logo
Search Icon

Metta 8

8
Îsa yekî ji kʼotîbûnê paqij dike
(Marqos 1:40-45; Lûqa 5:12-16)
1Paşê Îsa ji çʼîyê hate xwarê, eʼlaleteke giran da pey Wî çû. 2Hingê yekî kʼotî hat xwe avîte ber Wî û gotê: «Xudan! Heger bixwazî, Tu dikarî min paqij kî#8:2 Li gora Qanûna Mûsa merivêd kʼotî hʼeram bûn. Derheqa merivêd kʼotîda van serîya bixûnin: Qanûna Kʼahîntîyê 13-14. ».
3Îsa destê Xwe dirêj kirê lê kʼet û gotê: «Ez dixwazim. Paqij be!» Û destxweda ew ji kʼotîbûnê paqij bû. 4Hingê Îsa jêrʼa got: «Binihêrʼe, tʼu kesîrʼa tiştekî nebêjî, lê herʼe xwe nîşanî kʼahîn ke û hʼedîya ku Mûsa tʼemî daye bide, wekî hʼemûyarʼa bibe şeʼdetî».
Îsa xulamê sersedekî qenc dike
(Lûqa 7:1-10; Yûhʼenna 4:43-54)
5Gava Îsa kʼete Kefernahûmê, sersedek hate cem Wî, hîvî jê kir û gotê: 6«Xudan, xulamê min şilûşeʼt malda pʼaldaye, gelekî cefê dibîne». 7Îsa gote wî: «Ezê bêm wî qenc kim». 8Sersed lê vegerʼand û gotê: «Xudan, ez ne hêja me ku Tu bêyî mala min. Lê tʼenê xeberekê bêje û xulamê minê bi wê xeberê qenc be. 9Ez xwexa jî merivekî bin hʼukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîrʼa dibêjim: ‹Herʼe›, diçe, yekî dinrʼa dibêjim: ‹Were›, tê û xulamê xwerʼa dibêjim: ‹Vî tiştî bike›, dike».
10Gava Îsa ev yek bihîst, zendegirtî ma û gote ewêd ku pey wî diçûn: «Ez rʼast werʼa dibêjim, Îsraêlêda jî Min bawerîke aha yekîda nedîtîye. 11Ez werʼa dibêjim, ku gelekê ji rʼohilatê û ji rʼoavayê bên û şayîya Pʼadşatîya Eʼzmanada tʼevî Birahîm, Îshaq û Aqûb rʼûnên, 12lê zarʼêd Pʼadşatîyê wê bêne avîtinê teʼrîya derva. Li wir wê bibe girî û çʼirke-çʼirka dirana». 13Paşê Îsa sersedrʼa got: «Herʼe! Bira li gora bawerîya te terʼa be». Û wê demê xulamê wî qenc bû.
Îsa gelek nexweşa qenc dike
(Marqos 1:29-34; Lûqa 4:38-41)
14Gava Îsa hate mala Petrûs, xwesîya wî tʼayêda pʼaldayî dît. 15Ewî destê Xwe da destê wê û tʼayê jê berʼda, rʼabû berdestî Wîrʼa kir.
16Gava rʼo çû ava, gelek cinakʼetî anîne cem Wî. Ewî bi xeberê rʼuhʼêd hʼeram derxistin û hʼemû nexweş qenc kirin. 17Ev aha bû, ku ew gotina bi zarê Îşaya pʼêxember bê sêrî, ku nivîsar e: «Ewî nexweşîyêd me hildan û êşêd me birin»#8:17 Îşaya 53:4. .
Cabdarîya yêd ku pey Îsa diçin
(Lûqa 9:57-62)
18Çaxê Îsa eʼlalet dora Xwe dît, eʼmir li şagirta kir ku herʼine wî berî golê. 19Hingê qanûnzanek nêzîkî Wî bû û gotê: «Dersdar! Tu kʼuda jî herʼî, ezê pey Te bêm». 20Îsa gote wî: «Rʼûvîyarʼa qul hene, teyredêd eʼzmênrʼa jî hêlîn, lê bona Kurʼê Mêriv cîk tʼune ku serê Xwe lê dayne».
21Şagirtekî Wî gotê: «Xudan! Îzinê bide min ku ez pêşîyê herʼim bavê xwe defin kim». 22Lê Îsa jêrʼa got: «Tu pey Min were. Bira mirî mirîyê xwe defin kin».
Îsa firtonê diseqirʼîne
(Marqos 4:35-41; Lûqa 8:22-25)
23Gava Îsa kʼete qeyikê, şagirtêd Wî tʼevî Wî çûn. 24Nişkêva firtoneke mezin li golê rʼabû, usa ku qeyik pêlada unda dibû. Lê Ew rʼazayî bû. 25Hingê şagirt nêzîkî Wî bûn, ew hʼişyar kirin û gotinê: «Xudan! Me xilaz ke! Em unda dibin!» 26Îsa gote wan: «Çima hûn usa tirsonek in kêmbawerno?» Wê demê rʼabû li bayê û golê hilat û hʼemû tişt seqirʼîn. 27Merivêd tʼevî Wî eʼcêbmayî man û gotin: «Ev kʼî ye, ku ba û gol jî êlimî Wî dibin?»
Îsa du cinakʼetîya qenc dike
(Marqos 5:1-20; Lûqa 8:26-39)
28Gava Îsa derbazî wî alîyê tʼopraxêd Gerdarînê bû, du cinakʼetî ji nav gorʼistana derkʼetin û rʼastî Wî hatin. Ew usa har bûn, ku kesek nikaribû wê rʼêrʼa derbaz bûya. 29Wana kire qîrʼîn û gotin: «Tu çi ji me dixwazî, Kurʼê Xwedê? Ji wext zûtir hatî cefê bidî me?» 30Ji wana wêdatir sûrîkî berazayî mezin diçʼêrîya. 31Cina rʼeca ji Wî kir û gotinê: «Heger Tu me derdixî, bihêle em herʼin bikʼevine nava sûrîyê beraza». 32Ewî gote wan: «Herʼin!» Ew jî derkʼetin çûn kʼetine nava beraza û ew sûrî pêva jorda rʼevî, xwe ji kendêlda avîtine golê û xeniqîn. 33Berazvan rʼevîn çûne bajêr, çi ku hatibû serê cinakʼetîya gotin. 34Hingê hʼemû merivêd bajêr derkʼetine pêşîya Îsa û gava Ew dîtin, rʼeca ji Wî kirin ku ji eʼrdê wan herʼe.

Currently Selected:

Metta 8: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in