YouVersion Logo
Search Icon

Metta 9

9
Îsa şilûşeʼtekî qenc dike û gunêd wî dibaxşîne
(Marqos 2:1-12; Lûqa 5:17-26)
1Îsa kʼete qeyikê paşda vegerʼîya hate bajarê Xwe#9:1 Li gora Metta 4:13, bajarê Wî Kefernahûm bû. . 2Wê derê şilûşeʼtek nivînêda pʼaldayî anîne cem. Gava Îsa bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Lawo, ser xwe be! Gunêd te hatine baxşandinê».
3Hingê ji qanûnzana hinek nav xweda fikirîn: «Eva nigê Xwe Xwedêrʼa davêje»#9:3 Aha jî tê feʼmkirinê: «Eva kʼifirîya dike» yan «Eva navê Xwedê bêhurmet dike». . 4Fikirêd wan Îsava eʼyan bûn û got: «Hûn çima dilê xweda tiştê xirab difikirin? 5Kʼîjan rʼihʼet tê gotinê: ‹Gunêd te hatine baxşandinê›, yan ‹Rʼabe û bigerʼe›? 6Lê wekî hûn bizanibin ku hʼukumê Kurʼê Mêriv heye li ser dinê guna bibaxşîne», hingê gote yê şilûşeʼt: «Rʼabe nivîna xwe hilde, herʼe mala xwe!» 7Ew jî rʼabû çû mala xwe. 8Gava eʼlaletê ev yek dît, xofê ew girtin û şikirî dane Xwedê, ku ev hʼukum daye meriva.
Îsa gazî Metta dike
(Marqos 2:13-17; Lûqa 5:27-32)
9Îsa ji wir pêşda çû, yekî ku navê wî Metta bû li cîyê xerchildanê rʼûniştî dît û gotê: «Pey Min were». Ew jî rʼabû pey Îsa çû.
10Gava Îsa mala Mettada ser sifrê rʼûniştibû, gelek xercgir û gunekʼarêd din hatin tʼevî Îsa û şagirtêd Wî rʼûniştin. 11Çaxê fêrisîya ev yek dît, şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima Dersdarê we tʼevî xercgir û gunekʼara dixwe û vedixwe?» 12Lê gava Îsa ev yek bihîst wanarʼa got: «Saxlem ne hʼewcê hʼekîm in, lê nexweş. 13Herʼin meʼna van xebera hîn bin: ‹Ez rʼeʼmê dixwazim, ne ku qurbanê›#9:13 Hosêya 6:6. . Ez nehatime gazî yêd rʼast kim, lê gazî gunekʼara».
Pirsa rʼojîgirtinê
(Marqos 2:18-22; Lûqa 5:33-39)
14Hingê şagirtêd Yûhʼenna hatine cem Wî û gotinê: «Çima em û fêrisî gelek cara rʼojî digirin, lê şagirtêd Te rʼojî nagirin?» 15Îsa gote wan: «Qet dibe ku xwendîyêd deʼwatê şînê bikin, hʼeta ku zeʼva tʼevî wan e? Lê rʼojê bên, gava zeʼva ji wan bê hildanê, hingê wê rʼojî bigirin.
16Kesek pê pʼarçʼê nû kʼinca kevin pʼîne nake, çimkî pʼarçʼê kʼinca kevinva dirûtî wê zorê li kʼinca kevin bike û cîyê qelişî wê hê li ber hev herʼe. 17Ne jî şerava nû dikine meşkêd kevin. Heger usa be, meşkê bitʼeqin, şeravê birʼije û meşkê jî xirab bin. Lê şerava nû dikine meşkê nû û her du jî têne xweyîkirinê».
Qîzika mirî û kʼulfeteke nexweş
(Marqos 5:21-43; Lûqa 8:40-56)
18Gava Îsa hê ev yeka wanarʼa digot, hema hingê serwêrek hat xwe avîte ber nigê Wî û gotê: «Qîza min hêja mirîye. Lê were destê xwe dayne ser wê û ewê bijî».
19Îsa rʼabû tʼevî şagirtêd Xwe da pey wî çû. 20Û va kʼulfeteke nexweş, ku donzdeh salêd wê bûn ser xûnê vebibû, piştêva hat û rʼîşîyêd kʼincê Îsa kʼet. 21Ewê nêta xweda danîbû: «Heger ez tʼenê kʼincê Wî kʼevim, ezê qenc bim». 22Îsa ser milê Xweva vegerʼîya ew dît û gotê: «Eʼvdê! Ser xwe be! Bawerîya te tu qenc kirî». Û wê demê ew kʼulfet qenc bû.
23Gava Îsa gihîşte mala serwêr, dîna Xwe dayê, wê qarʼe-qarʼa eʼlaletê ye û bilûrvan jî zelûlî lê dixin 24û gote wan: «Derkʼevin! Qîzik nemirîye, lê hênijîye». Wana qerfê xwe Pê dikirin. 25Lê gava cimeʼt derxistine derva, Îsa çû hindurʼ destê wê girt û qîzik rʼabû ser xwe. 26Eva deng-beʼsa tʼemamîya wî welatîda bela bû.
Îsa du kora qenc dike
27Gava Îsa ji wir derkʼet çû, du merivêd kor dane pey Wî kirine qîrʼîn û gotin: «Kurʼê Dawid! Me were rʼeʼmê!»
28Gava ku gihîştine malê, ew her du kor hatine cem Wî. Îsa ji wan pirsî û got: «Hûn bawer dikin, ku Ez dikarim alî we bikim?» Wana got: «Belê Xudan». 29Hingê Îsa destê Xwe da çʼeʼvêd wan û got: «Li gora bawerîya we werʼa be». 30Wê demê çʼeʼvêd wan vebûn. Îsa hʼişk tʼemî li wan kir û got: «Haş ji xwe hebin, ku tʼu kes vê yekê nehʼese». 31Lê ew derkʼetin, tʼemamîya wî welatîda nav û dengê Wî bela kirin.
Îsa lal qenc dike
32Çaxê ewana derkʼetin çûn, hineka cinakʼetîkî lal anî cem Îsa. 33Gava Ewî cin derxist, yê lal xeber da. Eʼlalet eʼcêbmayî ma û got: «Li Îsraêlê jî tiştekî aha tʼu car neqewimîye». 34Lê fêrisîya got: «Ew bi hʼukumê serwêrê cina cina derdixe».
Gunê Îsa li cimeʼtê tê
35Îsa hʼemû gund û bajara digerʼîya, kʼinîştêd wanda hîn dikir, Mizgînîya Pʼadşatîyê dannasîn dikir û li nav cimeʼtê hʼemû cûrʼe nexweşî qenc dikirin. 36Gava Ewî eʼlalet dît, gunê Wî li wan hat, çimkî ewana mîna pezê bê şivan, berʼedayî û belabûyî bûn. 37Hingê Ewî şagirtêd Xwerʼa got: «Nandirûn gelek e, lê pʼale hindik in. 38Awa hîvî ji Xweyê dirûnê bikin, wekî pʼala nandirûna Xwerʼa bişîne».

Currently Selected:

Metta 9: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in