YouVersion Logo
Search Icon

Metta 7

7
Hînkirina derheqa lomekirinêda
(Lûqa 6:37-38, 41-42)
1Loma nekin, ku lome li we nebin. 2Hûn çi loma bikin, ew lome jî wê li we bibin û hûn bi çi çapê bipîvin, bi wê çapê jî werʼa wê bê pîvanê. 3Tu çima qirşikê çʼeʼvê birê xweda dibînî, lê kʼêranê çʼeʼvê xweda nabînî? 4Yan jî çawa tu dikarî bêjî birê xwe: ‹Bihêle ku ez qirşik ji çʼeʼvê te derxim›, lê va ye kʼêran çʼeʼvê teda heye? 5Durʼû! Pêşîyê kʼêranê çʼeʼvê xwe derxe. Paşê tê qenc bibînî ku çawa qirşik ji çʼeʼvê birê xwe derxî.
6Tiştê buhurtî nedine sa û ne jî durʼêd xwe bavêjine ber beraza. Heger na, berazê wan bin nigêd xweda pʼêpes kin û seyê jî vegerʼin we bidirʼînin.
Bixwazin, bigerʼin, derî xin
(Lûqa 11:9-13)
7Bixwazin hûnê bistînin, bigerʼin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe. 8Çimkî kʼî ku dixwaze distîne, kʼî ku digerʼe dibîne û kʼî ku derî dixe ber vedibe. 9Ji we kʼîjan e ew meriv, ku kurʼê wî nan jê bixwaze, ew kevir bidê? 10Yan jî meʼsî bixwaze, ew meʼr bidê? 11Hûn ku xirab in, zanin tiştêd qenc bidine zarʼêd xwe, lê Bavê weyî Eʼzmana wê çiqas tiştêd qenc bide ewêd ku ji Wî dixwazin.
Qanûna zêrʼ
12Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanarʼa bikin. Ev e meʼna hînkirina Qanûnê û pʼêxembera.
Derê teng
(Lûqa 13:24)
13Derê tengrʼa bikʼevine hindurʼ, çimkî fire ye ew derî û ber e ew rʼîya ku dibe berbi undabûnê û gelek in ewêd ku wêda diçin. 14Lê gelekî teng e ew derî û zeʼmet e ew rʼîya ku dibe berbi jîyînê û hindik in ewêd ku wê rʼêyê dibînin.
Dar û berê wê
(Lûqa 6:43-45)
15Hʼevza xwe ji pʼêxemberêd derew bikin. Ewê bi pʼostê pêz bêne cem we, lê hindurʼva gurêd pʼerʼanî ne. 16Hûnê wana ji berêd wan nas bikin. Gelo kesek ji stirîya tirîya diçine, yan jî ji dirʼîya hêjîra? 17Dara qenc berê qenc dide, lê dara xirab berê xirab dide. 18Dara qenc nikare berê xirab bide, ne jî dara xirab dikare berê qenc bide. 19Her dara ku berê qenc nade tê birʼîn û avîtinê nava agir. 20Awa hûnê wana ji kirêd wan nas bikin.
Kʼî hêjayî Pʼadşatîya Eʼzmana ye
(Lûqa 13:26-27)
21Ne ku ewê Minrʼa dibêje: ‹Xudan! Xudan!› wê bikʼeve Pʼadşatîya Eʼzmana, lê ewê bikʼevê, yê ku eʼmirê Bavê Minî Eʼzmana diqedîne. 22Wê Rʼojê gelekê Minrʼa bêjin: ‹Xudan! Xudan! Ne me bi navê Te pʼêxembertî kirin û bi navê Te cin derxistin û bi navê Te gelek kʼeremet kirin?› 23Hingê Ezê aşkere wanrʼa bêjim: ‹Ji Min dûr kʼevin, neheqno! Min hûn tʼu car nas nekirine›.
Mala yê serwaxt û mala yê bêfeʼm
(Lûqa 6:47-49)
24Awa kʼî ku van gotinêd Min dibihê û wan diqedîne, ew mîna merivekî serwaxt e, ku mala xwe ser kêvir çêkir. 25Baran barî, ba û lêyî rʼabûn, wê malê xistin, lê ew mal hilneşîya, çimkî hʼîmê wê ser kêvir bû. 26Lê kʼî ku van gotinêd Min dibihê û naqedîne, ew mîna merivekî bêfeʼm e, ku mala xwe ser qûmê çêkir. 27Baran barî, ba û lêyî rʼabûn, wê malê xistin û ew mal hilşîya, lap wêran bû çû».
Hʼukumê Îsa
28Gava Îsa ev gotinêd Xwe ser hevda anî, eʼlalet ser hînkirina Wî zendegirtî man, 29çimkî Ewî mîna yekî xweyîhʼukum ew hîn dikirin, ne ku mîna qanûnzanêd wan.

Currently Selected:

Metta 7: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in