Metta 28
28
Îsa ji mirinê rʼadibe
(Marqos 16:1-8; Lûqa 24:1-12; Yûhʼenna 20:1-10)
1Pey şemîyêrʼa, rʼoja yekşemê#28:1 Bi yûnanî xeber bi xeber aha ye: «Rʼoja hʼeftîyêye pêşin», çimkî bona cihûya, rʼoja hʼeftîyêye pêşin yekşem bû, awa gotî «leʼd». serê sibehê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din hatin ku tʼirbê bibînin. 2Nişkêva eʼrd qayîm hʼejîya, çimkî milyakʼetekî Xudan ji eʼzmên hate xwarê, kevir ji ber tʼirbê wêda kir û ser rʼûnişt. 3Dîndara wî mîna birûskê bû û kʼincê wî mîna berfê sipî bûn. 4Nobedar ji tirsa wî tʼevîhev bûn û bûne mîna mirîya. 5Milyakʼet wan kʼulfetarʼa got: «Netirsin! Ez zanim hûn li Wî Îsayî digerʼin, Yê ku hate xaçkirinê. 6Ew ne li vir e, çimkî Ew ji mirinê rʼabûye, çawa ku Ewî gotibû. Werin wî cîyê ku Ew#28:6 Nav hinek destnivîsarada «Xudan» heye. pʼaldayî bû bibînin. 7Zû herʼin bêjine şagirtêd Wî: ‹Ew ji mirinê rʼabûye û Ewê berî we herʼe Celîlê. Li wir hûnê Wî bibînin›. Va ye min werʼa got».
8Ew bi xof û eşqeke mezin lez ji tʼirbê derkʼetin û lezandin ku şagirtarʼa bêjin. 9Nişkêva Îsa rʼastî wan hat û got: «Silav li we!» Ewana nêzîkî Wî bûn, xwe avîtine nigêd Wî girtin û serê xwe ber danîn. 10Hingê Îsa wanarʼa got: «Netirsin! Herʼin bêjine birêd Min, ku ew herʼine Celîlê û li wir wê Min bibînin».
Nobedar têne rʼuşetkirinê
11Çaxê ku kʼulfet çûn, hinek ji nobedara hatine bajêr û tiştêd ku qewimîbûn serekêd kʼahînarʼa gotin. 12Serekêd kʼahîna tʼevî rʼûspîya civîyan û şêwirîn. Paşê wana gelek pʼere dane nobedara 13û gotin: «Bêjin: ‹Çaxê em xewêda bûn, şagirtêd Wî hatin Ew dizîn›. 14Û heger ev tişt bigihîje guhê welî, emê wî rʼazî kin û we bêxem kin». 15Wana jî pʼere hildan û usa kirin, çawa ku hatibûne hînkirinê. Û ev gotin li nav cihûyada hʼeta rʼoja îro bela bûye.
Îsa Xwe nîşanî şagirtêd Xwe dike
(Marqos 16:14-18; Lûqa 24:36-49; Yûhʼenna 20:19-23; Kʼarêd Şandîya 1:6-8)
16Her yanzdeh şagirt jî çûne Celîlê wî çʼîyayê ku Îsa wanrʼa gotibû. 17Gava ku dîtin, serê xwe ber Wî danîn, lê hinek jî dudilî bûn. 18Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê. 19Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin 20û wan hʼemû tʼemîyêd ku Min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin. Ez va îroda her tʼim hʼeta axirîya dinyayê tʼevî we me!»
Currently Selected:
Metta 28: KmrNTL
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
© Институт перевода Библии, 2000, 2011