YouVersion Logo
Search Icon

Marqos Pêşgotin

Pêşgotin
«Mizgînîya Îsa Mesîhe li gora Marqos» ji nava her çar Mizgînîyada ya here kin e û berî her sê Mizgînîya jî hatîye nivîsarê. Bi fikira gelek zana ew berî sala hʼeftêyî (70-î pey bûyîna Îsa) hatîye nivîsarê, gava Orşelîm wêran bû.
Li gora şeʼdetîya civîna sedsalîya dudada, Marqos xwexa ew Yûhʼenna-Marqos e, derheqa kʼîjanîda kʼitêba Kʼarê Şandîyada (12:12, 25; 13:4-5; 15:37-39) û usa jî çend neʼmêd şandîyada beʼsa wî dikin (Kolosî 4:10; Filîmon 24; Tîmotʼêyo II, 4:11). Ewî gelekî rʼêwîtî tʼevî Pawlos û Barnabas kirîye, usa jî yekî gelekî nêzîkî Petrûsê Şandî bû (Petrûs I, 5:13).
Kʼitêb sêrîda dibêje ku fikira wê derheqa Mizgînîya Îsa Mesîhda ye (1:1). Hatina Îsa Mesîh da kʼifşê, ku ew wextê Xwedê kʼifş kiribû pêrʼa gihîştîye, wekî xilazbûnê bide merivayê (1:15). Marqos Îsa tîne ber çʼeʼva, ku Ew yekî xweyîhʼukum e û hʼukumê Wî nava hînkirinê, cinderxistinê, usa jî gunebaxşandinêda kʼifş e. Hingê Îsa hêdî-hêdî Xwe şagirtêd xweva dide naskirinê ku Ew Mesîh e, awa gotî Kʼifşkirîyê Xwedê ye. Lê Îsa çiqasî Xwe şagirtêd xweva dide naskirinê, haqasî li ser mirin û rʼabûna Xwe xeber dide, ya ku wê Orşelîmêda biqewimîya. Îsa Xwerʼa dibêje «Kurʼê Meriv», yê ku hate dinyayê, wekî eʼmirê Xwe bide ku meriv ji qeydêd gune xilaz bin.
Mizgînîya Marqos hê gelekî ser kirêd Îsa disekine, ne ku ser hînkirina Wî. Bona Yûhʼennayê nixumdar, usa jî nixumandin û cêrʼibandina Îsa kin hatîye nivîsarê. Paşê carekêrʼa derbazî ser şixulê Wîyî nexweşqenckirinê û hînkirina Wî dibe. Çiqas diçû şagirtêd Wî hê Ew nas dikirin, dijminêd Wî jî hê kʼîn Wîrʼa dajotin. Serêd xilazîyêda (11-a hʼeta 16-a) bona hʼeftîya Îsaye xilazîyê nivîsar e, derheqa xaçbûn û rʼabûna Wîye ji mirinê.
Eva Mizgînîya gelekî şeʼdetîya kirêd Îsa dide û tiherekî zelal û kurt hatîye nivîsarê, eva Îsa berçʼeʼv tîne û dide kʼifşê, wekî her xwendevanek mîna sersed bikaribe bike gazî bêje: «Rʼast ev meriv Kurʼê Xwedê ye» (15:39).
Eva Mizgînîya gelekî li ser cefakʼişandina Îsa disekine, usa jî ser cefayêd wan, yêd ku wê li pey Wî herʼin. Li gora fikira mesîhîyêd berê, Marqos eva Mizgînîya bajarê Rʼomêda nivîsîye. Ji vê yekê tê kʼifşê, ku Marqos ev yek hê bona bawermendêd Rʼomayêda nivîsîye, çimkî bawermendêd wî çaxî gelek cefa ji destê Nêronê Qeyserê Împêratorîya Rʼomayê didîtin, (hʼukumeta wî ji sala 54-a hʼeta 68-a bû).
Serecema fikira kʼitêbê
Destpêbûna Mizgînîyê (1:1-13)
Dannasînî û şixulêd Îsaye Celîlêda (1:14–9:50)
Rʼîya Îsaye ji Celîlê hʼeta Orşelîmê (10:1-52)
Hʼeftîya Îsaye xilazîyê li Orşelîmê û dor-berêd wêda (11:1–15:47)
Rʼabûna Îsa ji mirinê (16:1-8)
Pey rʼabûnêrʼa xuyabûn û jorhilatina Îsa (16:9-20)

Currently Selected:

Marqos Pêşgotin: KmrNTL

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in