Romayî 8
8
Jiyana di Ruh de
1Ji ber vê yekê, niha ji bo wan ên ku bi Mesîh Îsa re ne, tu sûcdarderketin tune. 2Çimkî qanûna Ruhê ku bi Mesîh Îsa jiyanê dide, ez ji Şerîeta guneh û mirinê azad kirim. 3Ew tiştê ku Şerîetê nikaribû bike, ji ber ku ji sedemê nefsê ji hêz ketibû, Xwedê kir: Wî Kurê xwe di şiklê bedena gunehkar de şand, da ku bibe goriya gunehan û bi vî awayî guneh di nefsa mirov de sûcdar derxist. 4Wisa ku rastdariya ku Şerîet dixwaze, di jiyana me yên ku ne li gor nefsê, lê belê li gor Ruh rêve diçin de, bê cih. 5Çimkî yên ku li gor nefsê dijîn, li ser tiştên nefsê difikirin, lê yên ku li gor Ruh dijîn, li ser tiştên Ruh difikirin. 6Dawiya fikirîna li gor nefsê mirin e, lê dawiya fikirîna li gor Ruh jiyan û aştî ye. 7Çimkî fikirîna li gor nefsê dijminahiya li hember Xwedê ye, ew bi ya Şerîeta Xwedê nake û hem jî nikare bike. 8Îcar yên ku li gor nefsê dijîn, nikarin li Xwedê xweş bên.
9Lê hûn ne li gor nefsê, lê li gor Ruh dijîn, çimkî Ruhê Xwedê di dilê we de rûdine. Kesê ku Ruhê Mesîh pê re tune be, ew ne yê Mesîh e. 10Û eger Mesîh di dilê we de ye, beden ji ber guneh mirî ye, lê Ruh ji ber rastdariyê jiyanê dide. 11Û eger Ruhê wî yê ku Îsa ji nav miriyan rakir, di dilê we de rûniştiye, ewê ku Mesîh ji nav miriyan rakir, wê bi Ruhê xwe yê ku di dilê we de rûdine, bedenên we yên mirindar jî vejîne.
12Îcar birano, madem ku wisa ye, em deyndar in, lê ne deyndarên nefsê ne ku em li gor wê bijîn. 13Çimkî eger hûn li gor nefsê bijîn, hûnê bimirin; lê eger hûn kirinên bedenê bi Ruh bikujin, hûnê bijîn.
14Hemû yên ku bi Ruhê Xwedê tên rêvebirin, kurên Xwedê ne. 15Çimkî we ruhê xulamtiyê yê ku careke din we dibe tirsê nestand, lê belê we ruhê kurîtiyê stand. Û em bi vî Ruhî «Abba#8:15 «Abba» bi zimanê Aramî tê maneya «Bav» e. – Bavo!» gazî dikin. 16Ruh bi xwe, bi ruhê me re şahidiyê dike ku em zarokên Xwedê ne. 17Madem ku em zarok in, hingê em wêris in jî, em wêrisên Xwedê û hemwêrisên Mesîh in. Û madem ku em bi wî re cefayê dikişînin, emê bi wî re bên birûmetkirin jî.#Galatî 4:5-7
18Ez dihesibînim ku ev cefayê vî wextî, li ber wê rûmeta ku wê ji me re bê eşkerekirin, qet ne tiştek e. 19Çimkî afirandin, bi bendewariyeke kelegerm li hêviya xuyabûna zarokên Xwedê disekine. 20Ji ber ku afirandin ne bi daxwaza xwe, lê belê ji ber wî yê ku ew bindest kiriye, li ber pûçîtiyê hatiye bindestkirin. Lê belê hêvî heye#Destpêk 3:17-19 21ku afirandin bi xwe jî, ji xulamtiya rizîbûnê azad bibe û bigihîje azadiya zarokên Xwedê ya bi rûmet. 22Çimkî em dizanin ku tevahiya afirandinê heta niha bi hev re dinale û wek êşa zarokanînê êşê dikişîne. 23Û ne bi tenê afirandin, lê em bi xwe jî, em ên ku me Ruh wek para pêşî standiye, ji kûr ve dinalin û li benda kurîtiyê û azadbûna bedena xwe ne.#Korîntî II, 5:1-4 24Çimkî em bi hêviyê xilas bûn. Lê hêviya ku tê dîtin, ne hêvî ye. Ma tiştê ku mirov dibîne çawa hêvî dike? 25Lê eger em, tiştê ku em nabînin hêvî dikin, em bi sebir li bendê dimînin.
26Bi vî awayî Ruh jî di qelsiya me de alîkariyê dike. Çimkî em nizanin ka divê em çawa dua bikin; lê belê Ruh bi xwe bi nalînên ku nayên îfadekirin ji bo me mehderê dike. 27Û Xwedayê ku li dilan dikole bi fikirîna Ruh dizane. Çimkî Ruh li gor daxwaza Xwedê ji bo pîrozan mehderê dike.
28Îcar em dizanin ji bo wan ên ku ji Xwedê hez dikin û li gor mebesta wî hatine gazîkirin, hemû tişt bi hev re ji bo qenciyê dixebitin. 29Çimkî Xwedê ew ên ku ji berê ve bijartine, ji berê ve kifş jî kirin ku di sûretê Kurê wî de bin. Wisa ku Kur di nav gelek birayan de yê nixurî be. 30Û Xwedê yên ku ji berê ve kifş kiribûn gazî jî kirin, yên gazîkirî rastdar jî derxistin û yên rastdar derxistî bi rûmet jî kirin.
Hezkirina Xwedê ya bi Mesîh
31Îcar em li ser van tiştan çi bêjin? Eger Xwedê ji aliyê me ye, kî dikare li hember me be? 32Ewê ku Kurê xwe nedirixand, lê belê ji bo me hemûyan ew teslîm kir, ma ewê çawa bi wî re her tiştî nede me. 33Ma kî dikare bijartiyên Xwedê sûcdar bike? Yê ku wan rast derdixe Xwedê ye. 34Ma kî dikare sûcdar derxe? Mesîh Îsa yê ku mir û ji vê jî zêdetir ji nav miriyan rabû, li milê Xwedê yê rastê ye û mehdera me dike. 35Ma kî dikare me ji hezkirina Mesîh veqetîne? Ma cefa, an tengahî, an êşandin, an xela, an tazîbûnî, an talûke, an ku şûr? 36Wek ku hatiye nivîsîn:
«Tevahiya rojê em di ber te de tên kuştin,
Wek miyên şerjêkirinê tên hesibandin.»#Ji: Zebûr 44:22
37Lê belê bi saya wî yê ku ji me hez dike, em di van hemûyan de hê bêtir bi ser dikevin. 38Çimkî ez piştrast im ku ne mirin, ne jiyan, ne milyaket, ne serwerî, ne tiştên niha heyî, ne tiştên ku bên, ne hêz, 39ne bilindahî, ne kûrahî û ne jî afirînekî din dikare me ji hezkirina Xwedê ya ku bi Xudanê me Mesîh Îsa ye, veqetîne.
Currently Selected:
Romayî 8: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.