1
Romayî 8:28
Kurmanji Încîl
Îcar em dizanin ji bo wan ên ku ji Xwedê hez dikin û li gor mebesta wî hatine gazîkirin, hemû tişt bi hev re ji bo qenciyê dixebitin.
Compare
Explore Romayî 8:28
2
Romayî 8:38-39
Çimkî ez piştrast im ku ne mirin, ne jiyan, ne milyaket, ne serwerî, ne tiştên niha heyî, ne tiştên ku bên, ne hêz, ne bilindahî, ne kûrahî û ne jî afirînekî din dikare me ji hezkirina Xwedê ya ku bi Xudanê me Mesîh Îsa ye, veqetîne.
Explore Romayî 8:38-39
3
Romayî 8:26
Bi vî awayî Ruh jî di qelsiya me de alîkariyê dike. Çimkî em nizanin ka divê em çawa dua bikin; lê belê Ruh bi xwe bi nalînên ku nayên îfadekirin ji bo me mehderê dike.
Explore Romayî 8:26
4
Romayî 8:31
Îcar em li ser van tiştan çi bêjin? Eger Xwedê ji aliyê me ye, kî dikare li hember me be?
Explore Romayî 8:31
5
Romayî 8:1
Ji ber vê yekê, niha ji bo wan ên ku bi Mesîh Îsa re ne, tu sûcdarderketin tune.
Explore Romayî 8:1
6
Romayî 8:6
Dawiya fikirîna li gor nefsê mirin e, lê dawiya fikirîna li gor Ruh jiyan û aştî ye.
Explore Romayî 8:6
7
Romayî 8:37
Lê belê bi saya wî yê ku ji me hez dike, em di van hemûyan de hê bêtir bi ser dikevin.
Explore Romayî 8:37
8
Romayî 8:18
Ez dihesibînim ku ev cefayê vî wextî, li ber wê rûmeta ku wê ji me re bê eşkerekirin, qet ne tiştek e.
Explore Romayî 8:18
9
Romayî 8:35
Ma kî dikare me ji hezkirina Mesîh veqetîne? Ma cefa, an tengahî, an êşandin, an xela, an tazîbûnî, an talûke, an ku şûr?
Explore Romayî 8:35
10
Romayî 8:27
Û Xwedayê ku li dilan dikole bi fikirîna Ruh dizane. Çimkî Ruh li gor daxwaza Xwedê ji bo pîrozan mehderê dike.
Explore Romayî 8:27
11
Romayî 8:14
Hemû yên ku bi Ruhê Xwedê tên rêvebirin, kurên Xwedê ne.
Explore Romayî 8:14
12
Romayî 8:5
Çimkî yên ku li gor nefsê dijîn, li ser tiştên nefsê difikirin, lê yên ku li gor Ruh dijîn, li ser tiştên Ruh difikirin.
Explore Romayî 8:5
13
Romayî 8:32
Ewê ku Kurê xwe nedirixand, lê belê ji bo me hemûyan ew teslîm kir, ma ewê çawa bi wî re her tiştî nede me.
Explore Romayî 8:32
14
Romayî 8:16-17
Ruh bi xwe, bi ruhê me re şahidiyê dike ku em zarokên Xwedê ne. Madem ku em zarok in, hingê em wêris in jî, em wêrisên Xwedê û hemwêrisên Mesîh in. Û madem ku em bi wî re cefayê dikişînin, emê bi wî re bên birûmetkirin jî.
Explore Romayî 8:16-17
15
Romayî 8:7
Çimkî fikirîna li gor nefsê dijminahiya li hember Xwedê ye, ew bi ya Şerîeta Xwedê nake û hem jî nikare bike.
Explore Romayî 8:7
16
Romayî 8:19
Çimkî afirandin, bi bendewariyeke kelegerm li hêviya xuyabûna zarokên Xwedê disekine.
Explore Romayî 8:19
17
Romayî 8:22
Çimkî em dizanin ku tevahiya afirandinê heta niha bi hev re dinale û wek êşa zarokanînê êşê dikişîne.
Explore Romayî 8:22
Home
Bible
Plans
Videos