YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 8

8
Ew Jinên ku li pey Îsa Diçûn
1Piştî demekê Îsa di bajar û gundan re digeriya, hîn dikir û Mizgîniya Padîşahiya Xwedê dida. Her diwanzdeh jî pê re bûn. 2Herweha hin jinên ku ji ruhên xerab û nexweşiyan hatibûn qenckirin bi wan re bûn: Meryema ku jê re Mejdelanî digotin a ku heft cin jê derketibûn, 3û Yohana jina Xûzayê şahneyê mala Hêrodês û Sosin û gelekên din ku bi malê xwe alîkariya wan dikirin.
Mesela Erdê Qenc û Neqenc
(Metta 13:1-9; Marqos 4:1-9)
4Û gava elaleteke mezin ji xelkê ji her bajarî li ba Îsa civiya, wî meselek ji wan re got: 5«Cotkar derket, da ku here tovê xwe biçîne. Çaxê wî tovê xwe direşand, hinek ket tenişta rê. Xelkê pê lê kir û teyrên ezmanan ew xwarin. 6Û hinek jê ket ser erdê kevirî û şîn bû, lê zû hişk bû, ji ber ku ew bê rewa bû. 7Hinek ket nav stiriyan, stirî jî pê re şîn bûn û ew fetisandin. 8Hin jî ket ser erdekî qenc, şîn bû û berê wî sed tovî bû.»
Piştî van gotinan Îsa bi dengekî bilind got: «Ewê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze!»
Armanca Meselan
(Metta 13:10-17; Marqos 4:10-12)
9Şagirtên wî jê pirsîn: «Ka maneya vê meselê çi ye?» 10Wî jî got: «Zanîna sirên Padîşahiya Xwedê ji we re hatiye dayîn, lê ji yên din re bi meselan tê gotin, da ku ‹ew binêrin, lê nebînin û bibihîzin, lê fêm nekin.›#Ji: Îşaya 6:9 »
Şîrovekirina Mesela Erdê Qenc û Neqenc
(Metta 13:18-23; Marqos 4:13-20)
11«Maneya vê meselê jî ev e: Tov peyva Xwedê ye. 12Tovê ku ket tenişta rê ew in ku dibihîzin, lê Îblîs tê û wê ji dilê wan derdixe, da ku ew baweriyê neynin û xilas nebin. 13Yên ser erdê kevirî ew in ku çaxê gotina Xwedê dibihîzin, wê bi dilxweşî qebûl dikin; lê ew bê ra ne, baweriya wan heta bi demekê ye û di wextê ceribandinê de ew ji rê derdikevin.
14«Yên ku ketine nav stiriyan jî, ew in, yên ku dibihîzin û diçin, bi xem, dewlemendî û kêfên vê dinyayê difetisin û berê gihîştî nadin. 15Lê yên di nav erdê qenc de ew in ku peyva Xwedê dibihîzin, bi dilekî pak û durust di dilê xwe de hiltînin û bi bîhna fireh ber didin.
Çira Nayê Nixumandin
(Marqos 4:21-25)
16«Tu kes qendîlê pênaxe û bi firaxekê nanixumîne, an jî wê naxe bin nivînan. Lê belê ew wê datîne ser şamdankê, da yên ku bên hundir, ronahiyê bibînin. 17Çimkî tiştekî veşartî tune ku neyê eşkerekirin û ne jî tiştekî nixumandî heye ku neyê zanîn û nekeve ber ronahiyê. 18Loma hay ji xwe hebin ku hûn çawa guhdarî dikin, çimkî yê ku pê re heye, wê ji wî re bêtir bê dayîn û yê ku pê re tune, tiştê ku ew yê xwe guman dike jî, wê ji wî bê standin.»
Dê û Birayên Îsa
(Metta 12:46-50; Marqos 3:31-35)
19Hingê dê û birayên Îsa hatin ba wî, lê ji ber elaletê wan nikaribû ku xwe bigihînin wî. 20Û jê re gotin: «Diya te û birayên te li derve ne û dixwazin te bibînin.» 21Lê wî li wan vegerand û got: «Diya min û birayên min ew in ên ku peyva Xwedê dibihîzin û dikin.»
Îsa Bagerê Radiwestîne
(Metta 8:23-27; Marqos 4:35-41)
22Rojekê ji rojan ew bi şagirtên xwe ve ket qeyikekê û ji wan re got: «Werin, em herin aliyê din ê golê.» Û bi rê ketin. 23Gava ew bi qeyikê diçûn, ew bi xew ve çû. Hingê bagerek li golê rabû, av diket qeyikê û ew ketin talûkê. 24Û şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotin: «Ya Hosta, ya Hosta, em helak dibin!» Ew jî rabû û li ba û pêlên avê hilat. Êdî bager rawesta û dinya bê deng bû. 25Hingê wî ji wan re got: «Kanî baweriya we?» Ew tirsiyan, şaş man û ji hev re gotin: «Ma ev kî ye ku li ba û avê emir dike û ew bi ya wî dikin?»
Îsa Yekî Cinoyî li Girasînê Qenc Dike
(Metta 8:28-34; Marqos 5:1-20)
26Ew çûn herêma Girasîniyan a ya ku diket pêşberî Celîlê. 27Gava ew derket ser bejê, mirovek ji wî bajarî rastî wî hat ku bi cinan ketibû. Wî ji mêj ve cil li xwe nedikirin û li malê nedima. Ew li nav goristanan dima. 28Gava wî Îsa dît, kir qîrîn û xwe li ber wî avêt erdê û bi dengekî bilind got: «Ma te çi ji min e, ya Îsa, Kurê Xwedayê Herî Berz? Ez lava ji te dikim, min nede ezabê.» 29Çimkî Îsa emir li ruhê nepak kiribû, ku ji wî mirovî derkeve. Wî cinî pirr caran ew digirt. Bi ser ku ew bi qeyd û zincîran girêdayî dihat girtin jî, lê dîsa wî qeyd dişikandin û cin ew diajot çol û çolistanan. 30Îsa jê pirsî û got: «Navê te çi ye?» Wî got: «Lejyon», ji ber ku gelek cin ketibûn wî. 31Cinan ji Îsa lavlav kir, da ku ew emir li wan neke, ku ew herin kortala bêbinî. 32Li wê derê garaneke mezin a berazan li pala çiyê diçêrî. Cinan jê lava kir, ku ew destûrê bide wan, da ku ew bikevin wan berazan. Wî jî destûr da wan. 33Îcar cin ji wî mirovî derketin û ketin berazan, garan jî çû û xwe di kaşê re avêt golê û xeniqî. 34Çaxê gavanan dît ku çi çêbû, ew reviyan û ev xeber li nav bajêr û gundan belav kirin. 35Îcar xelk derketin, da ku bibînin, ka çi çêbûbû. Ew hatin ba Îsa û ew mirovê ku cin jê derketibûn, bi cil û li ser hişê xwe li ber lingên Îsa rûniştî dîtin û tirsiyan. 36Yên ku ev tişt dîtibûn, ji wan re gotin, ka çawa yê cinoyî hat qenckirin. 37Hingê tevahiya xelkê ji hawirdora Girasînê ji Îsa xwestin ku ew ji nav wan here, çimkî tirseke mezin ketibû dilê wan. Îsa jî ket qeyikê û vegeriya. 38Lê ew zilamê ku cin ji wî derketibûn, lava ji Îsa kir, da ku ew li ba wî bimîne. Lê Îsa ew rêkir û jê re got: 39«Vegere mala xwe û eva ku Xwedê ji bo te kiriye, bêje.» Ew jî çû û li nav tevahiya bajêr got ku Îsa çi ji wî re kiriye.
Qencbûna Jinikê û Vejîna Keçikê
(Metta 9:18-26; Marqos 5:21-43)
40Gava Îsa vegeriya, elaletê ew qebûl kir, çimkî hemû li hêviya wî bûn. 41Û serwerekî kinîştê hat, ku navê wî Yayîros bû. Wî xwe avêt ber lingên Îsa û jê lava kir, ku ew pê re here mala wî. 42Çimkî keçeke wî ya yekta hebû ku nêzîkî diwanzdeh salî bû û li ber mirinê bû. Gava Îsa diçû, elalet bi ser wî de dizêriya. 43Û jineke ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû û her tiştên ku wê abora xwe pê dikir jî, dabû hekîman û kesekî nikaribû wê qenc bike, 44ji pişt ve hat û destê xwe li rêşiyên kirasê Îsa da. Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya. 45Îsa pirsî: «Ew kî bû ku destê xwe li min da?» Gava hemûyan înkar kir, Petrûs got: «Hosta, elalet li te tê hev û li te teng dikin.» 46Lê Îsa got: «Yekî destê xwe li min da; ez pê hesiyam, ku hêz ji min derket.» 47Gava jinikê dît ku ew veşartî nema, ew lerizî, hat û li ber wî xwe avêt erdê û li pêş tevahiya xelkê got ku wê ji ber çi destê xwe li wî da û çawa ew di cih de qenc bû. 48Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. De îcar bi silamet here.» 49Hê Îsa dipeyivî, yek ji mala serdarê kinîştê hat û got: «Keça te mir. Êdî mamoste newestîne.» 50Gava Îsa ev bihîst, lê vegerand û got: «Netirse, tenê bawer bike, keçik wê qenc bibe!» 51Gava ew hat xênî, wî nehişt ku ji bilî Petrûs, Yûhenna, Aqûb û dê û bavê keçikê kes bi wî re derbas bibe. 52Hemû li ser wê digirîn û şîn digirtin. Lê belê Îsa ji wan re got: «Negirîn, ew nemiriye, lê ew di xew de ye.» 53Ew pê kenîn, çimkî wan dizanibû ku keçik miriye. 54Wî rahişt destê wê, gazî wê kir û got: «Keçikê, rabe ser xwe!» 55Îcar ruhê wê lê vegeriya û ew di cih de rabû ser xwe. Û Îsa emir kir, ku tiştekî xwarinê bidinê. 56Dê û bavê wê heyirî man. Wî tembîh li wan kir, ku ew ji kesekî re nebêjin, ka çi çêbûye.

Currently Selected:

Lûqa 8: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in