1
Lûqa 8:15
Kurmanji Încîl
Lê yên di nav erdê qenc de ew in ku peyva Xwedê dibihîzin, bi dilekî pak û durust di dilê xwe de hiltînin û bi bîhna fireh ber didin.
Compare
Explore Lûqa 8:15
2
Lûqa 8:14
«Yên ku ketine nav stiriyan jî, ew in, yên ku dibihîzin û diçin, bi xem, dewlemendî û kêfên vê dinyayê difetisin û berê gihîştî nadin.
Explore Lûqa 8:14
3
Lûqa 8:13
Yên ser erdê kevirî ew in ku çaxê gotina Xwedê dibihîzin, wê bi dilxweşî qebûl dikin; lê ew bê ra ne, baweriya wan heta bi demekê ye û di wextê ceribandinê de ew ji rê derdikevin.
Explore Lûqa 8:13
4
Lûqa 8:25
Hingê wî ji wan re got: «Kanî baweriya we?» Ew tirsiyan, şaş man û ji hev re gotin: «Ma ev kî ye ku li ba û avê emir dike û ew bi ya wî dikin?»
Explore Lûqa 8:25
5
Lûqa 8:12
Tovê ku ket tenişta rê ew in ku dibihîzin, lê Îblîs tê û wê ji dilê wan derdixe, da ku ew baweriyê neynin û xilas nebin.
Explore Lûqa 8:12
6
Lûqa 8:17
Çimkî tiştekî veşartî tune ku neyê eşkerekirin û ne jî tiştekî nixumandî heye ku neyê zanîn û nekeve ber ronahiyê.
Explore Lûqa 8:17
7
Lûqa 8:47-48
Gava jinikê dît ku ew veşartî nema, ew lerizî, hat û li ber wî xwe avêt erdê û li pêş tevahiya xelkê got ku wê ji ber çi destê xwe li wî da û çawa ew di cih de qenc bû. Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. De îcar bi silamet here.»
Explore Lûqa 8:47-48
8
Lûqa 8:24
Û şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotin: «Ya Hosta, ya Hosta, em helak dibin!» Ew jî rabû û li ba û pêlên avê hilat. Êdî bager rawesta û dinya bê deng bû.
Explore Lûqa 8:24
Home
Bible
Plans
Videos