1
Lûqa 9:23
Kurmanji Încîl
Û wî ji hemûyan re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila ew xwe înkar bike, her roj rahêje xaça xwe û li pey min bê.
Compare
Explore Lûqa 9:23
2
Lûqa 9:24
Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min de winda bike, ewê wê xilas bike.
Explore Lûqa 9:24
3
Lûqa 9:62
Îsa jê re got: «Çi kesê ku destê xwe deyne ser halet û paş ve binêre, ew ne hêjayî Padîşahiya Xwedê ye.»
Explore Lûqa 9:62
4
Lûqa 9:25
Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê ew xwe bi xwe winda bike, an ziyaneke mezin bigihîne xwe, çi feyda wî heye?
Explore Lûqa 9:25
5
Lûqa 9:26
Û kî ku ji ber min û gotinên min şerm bike, Kurê Mirov jî gava ku bi rûmeta xwe, ya Bavê xwe û ya milyaketên pîroz ve bê, wê ji ber wî kesî şerm bike.
Explore Lûqa 9:26
6
Lûqa 9:58
Îsa jê re got: «Kunên roviyan û hêlînên teyrên ezmanan hene, lê cihek tune ku Kurê Mirov serê xwe lê deyne.»
Explore Lûqa 9:58
7
Lûqa 9:48
û ji wan re got: «Kî ku vê zarokê bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike û kî ku min qebûl bike, yê ku ez şandime qebûl dike. Çimkî yê ku di nav we hemûyan de yê herî biçûk e, ew yê mezin e.»
Explore Lûqa 9:48
Home
Bible
Plans
Videos