YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 4

4
Ceribandina Îsa
(Metta 4:1-11; Marqos 1:12-13)
1Û Îsa bi Ruhê Pîroz tije ji Çemê Urdunê vegeriya. Ruh ew bir çolê 2û ew çil rojî ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin. Wî di wan rojan de tiştek nexwar û gava ew roj derbas bûn, ew birçî bû.
3Îblîs jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ji vî kevirî re bêje, bila bibe nan.» 4Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Mirov ne bi nên tenê dijî.›#Ji: Dubarekirina Şerîetê 8:3 »
5Îblîs ew derxist bilindahiyekê û di bîhnekê de wî hemû padîşahiyên dinyayê nîşanî wî dan 6û jê re got: «Ezê hemû vê desthilatiyê û rûmeta van padîşahiyan bidim te; çimkî ew ji min re hatiye dayîn û ez dikarim wê bidim wî yê ku ez dixwazim. 7Îcar, eger tu ji min re herî ser çokan, hemû wê bibin ên te.» 8Îsa bersîva wî da û got: «Hatiye nivîsîn ku: ‹Biperize Xudan Xwedayê xwe û bi tenê ji wî re xizmetê bike.›#Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:13 »
9Hingê Îblîs ew bir Orşelîmê, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê. 10Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike, da ku ew te biparêzin› 11û ‹ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.›#Ji: Zebûr 91:11-12 » 12Îsa lê vegerand û got: «Hatiye gotin: ‹Xudan, Xwedayê xwe neceribîne.›#Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:16 » 13Û gava Îblîs hemû ceribandinên xwe xilas kirin, ew wextekê jê dûr ket.
Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike
(Metta 4:12-17; Marqos 1:14-15)
14Û Îsa bi hêza Ruhê Pîroz vegeriya Celîlê û li seranserê wî cihî nav û dengê wî belav bû. 15Wî di kinîştên wan de hîn dikir û hemûyan pesnê wî dida.
Îsa li Bajarê Xwe Nisretê Tê Redkirin
(Metta 13:53-58; Marqos 6:1-6)
16Û ew hat Nisretê, cihê ku lê mezin bûbû û wek adeta xwe, roja Şemiyê ket kinîştê, rabû ser xwe, da ku ji wan re bixwîne. 17Kitêba Îşaya pêxember dan wî. Gava wî nivîsara lihevpêçayî vekir, wî ew cih dît ku tê de weha hatibû nivîsîn:
18«Ruhê Xudan li ser min e,
Çimkî wî ez mesh kirime,
Da ez Mizgîniyê bidim belengazan;
Wî ez şandime, da ku ez ji girtiyan re azadiyê
Û ji koran re vebûna çavan bidim bihîstin,
Bindestan azad bikim
19Û sala Xudan a keremê bidim naskirin.»#Ji: Îşaya 61:1-2
20Wî kitêb li hev pêça, ew da destê yê berdestî û rûnişt. Çavên hemûyên ku di kinîştê de bûn, li wî diman. 21Îcar wî dest pê kir û ji wan re got: «Îro ev nivîsara ku we bihîst, hat cih.» 22Û hemûyan ew erê kir û li wan gotinên wî yên merdane, yên ku ji devê wî derdiketin, şaş man û gotin: «Ma ev ne kurê Ûsiv e?» 23Û wî ji wan re got: «Bêguman hûnê vê meselê ji min re bêjin: ‹Hekîmo, de xwe bi xwe qenc bike! De ka wan hemû tiştên me bihîstine ku te li Kefernahûmê kirine, li vê derê, li bajarê xwe jî bike!›» 24Hingê wî got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, tu pêxember bi dilê xelkên bajarê xwe tune. 25Lê ez ya rast ji we re dibêjim: Di rojên Êlyas pêxember de, çaxê ku ezman sê sal û şeş mehan hatibû girtin û di tevahiya welêt de xelayeke giran çêbûbû, gelek jinebî li welatê Îsraêlê hebûn. 26Îcar Êlyas ji tu kesekî ji wan re nehat şandin, belê ji jinebiya ku li herêma Saydayê, li bajarê Sarêfatê dima re hat şandin.#Padîşah I, 17:8-16 27Û di dema Êlîşa pêxember de gelek kotî li welatê Îsraêlê hebûn û ji nav wan ji Nemanê ji Sûriyê pê ve, kesekî din nehat paqijkirin.»#Padîşah II, 5:1-14 28Gava wan kesên di kinîştê de ev yek bihîst, hemû hêrs ketin 29û rabûn ser xwe, Îsa ji bajêr derxistin derve, birin ser kendalê girê ku bajarê wan li ser hatibû avakirin, da ku wî ji wê derê bavêjin xwarê. 30Lê ew di nav wan re derbas bû û çû.
Mirovê bi Cinekî Nepak
(Marqos 1:21-28)
31Îsa bi xwar ve dageriya Kefernahûmê, bajarekî Celîlê û wî di roja Şemiyê de hîn kir. 32Ew li hînkirina wî gelek şaş diman, çimkî ew bi desthilatî peyivî. 33Di kinîştê de mirovek hebû ku ruhê cinekî nepak pê re hebû. Wî bi dengekî bilind kir qîrîn û got: 34«Ax, Îsayê Nisretî, ma te çi ji me ye? Ma tu hatiyî, da ku tu me helak bikî? Ez dizanim tu kî yî, tu Pîrozê Xwedê yî.» 35Îsa lê hilat û got: «Devê xwe bigire û ji wî derkeve!» Cin ew mirov di navendê de avêt erdê, ji wî derket û ziyanek nedayê. 36Û hemû heyirî man û tirsiyan, ew di nav hev de peyivîn û gotin: «Gelo ev çi gotin e, çimkî ew bi hêz û desthilatî emir li ruhên nepak dike û ew derdikevin?» 37Êdî nav û dengê wî li her cihê wê herêmê belav bû.
Qenckirina Gelek Nexweşan
(Metta 8:14-17; Marqos 1:29-34)
38Hingê Îsa ji kinîştê derket û çû mala Şimûn. Xesûya Şimûn tayeke giran girtibû û ji bo wê ji wî lava kirin. 39Îcar ew raserî wê rawesta û li tayê hilat. Ta ji wê çû û ew di cih de rabû ser xwe û xizmeta wan kir. 40Çaxê roj çû ava, hemûyan nexweşên xwe yên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, anîn ba wî. Wî jî destên xwe danîn ser her yekî ji wan û ew qenc kirin. 41Û ji gelekan jî cin derdiketin, dikirin qîrîn û digotin: «Tu Kurê Xwedê yî.» Wî li wan hilat û nedihişt ku deng ji wan derkeve, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e.
Danasîna Mizgîniya Padîşahiya Xwedê li Seranserê Welêt
42Îcar gava bû roj, Îsa derket û çû cihekî ku bêpêjin bû. Elalet jî lê digeriya û dihatin heta ba wî. Wan dixwest ku wî bigirin, da ku ew ji ba wan neçe. 43Lê wî ji wan re got: «Divê ez Mizgîniya Padîşahiya Xwedê bidim bajarên din jî, çimkî ez ji bo vê yekê hatime şandin.» 44Û wî di kinîştên Cihûstanê de hîn dikir.

Currently Selected:

Lûqa 4: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in