Hingê Îblîs ew bir Orşelîmê, ew danî ser birca Perestgehê û jê re got: «Eger tu Kurê Xwedê yî, ka xwe ji vir bavêje xwarê. Çimkî hatiye nivîsîn: ‹Ewê ji bo te li milyaketên xwe emir bike, da ku ew te biparêzin› û ‹ewê te li ser destên xwe hilgirin, da ku lingê te li kevirekî nekeve.› » Îsa lê vegerand û got: «Hatiye gotin: ‹Xudan, Xwedayê xwe neceribîne.› »