Lûqa 13
13
Tobe Bikin, da ku Hûn Helak Nebin
1Di wê demê de hinek li wir bûn û ji Îsa re li ser wan Celîliyan digotin yên ku Pîlatos xwîna wan tevli qurbanên wan kiribû. 2Îsa li wan vegerand û got: «Ma hûn guman dikin ku ev Celîlî ji hemû Celîliyên din gunehkartir bûn ku ev yek hat serê wan? 3Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê eger hûn tobe nekin, hûn jî, hûnê hemû wisa helak bibin. 4An ew her hejdehên ku birca li Sîlwamê bi ser wan de ket û ew kuştin, ma hûn guman dikin ku sûcên wan ji sûcên wan hemûyên ku li Orşelîmê rûdinin, bêtir bûn? 5Ez ji we re dibêjim: Na! Lê belê eger hûn tobe nekin, hûn jî, hûnê hemû wisa helak bibin.»
Mesela Hêjîra Bêber
6Wî ev mesele jî got: «Di nav rezê mirovekî de dareke hêjîrê ya çandî hebû. Ew hat, da ku li berê darê bigere, lê nedît. 7Wî ji yê rezvan re got: ‹Ev sê sal e, ez têm û li berê vê dara hêjîrê digerim û ez nabînim. Wê bibire! Ji bo çi ewê erdê jî bêkêr bike.› 8Yê rezvan lê vegerand û got: ‹Ezbenî, îsal jî wê bihêle, heta ku ez hawirdora wê bikolim û zibil bikim. 9Eger ev sala ku bê, wê ber da, qenc e, lê eger neda, hingê wê bibire.›»
Roja Şemiyê Îsa Jineke Qof Qenc Dike
10Rojeke Şemiyê Îsa di kinîştekê de hîn dikir. 11Li wir jinek hebû ku ji hejdeh salan ve ruhekî nexweşiyê pê re hebû. Ew qof bûbû û nedikarî xwe rast bike. 12Gava Îsa ew dît, gazî wê kir û ji wê re got: «Jinê, tu ji nexweşiya xwe azad bûyî!» 13Wî destên xwe danîn ser wê, jin di wê gavê de rast bû û pesnê Xwedê dida. 14Lê serekê kinîştê bi hêrs ket ku Îsa di roja Şemiyê de sax kir. Wî dest pê kir û ji xelkê re got: «Şeş roj hene ku divê mirov di wan de kar bike. Ne di roja Şemiyê de, lê di wan rojan de werin û ji nexweşiyên xwe qenc bibin.» 15Lê Xudan lê vegerand û got: «Hey durûno! Ma her yek ji we roja Şemiyê ga an kerê xwe ji afir venake û nabe ser avê? 16Îcar eva ha ya ku keçeke Birahîm e û ev hejdeh sal bû, Îblîs ew girêdabû, ma bila ew di roja Şemiyê de ji vê qeyda ha nehata vekirin?» 17Gava wî ev tişt gotin, neyarên wî hemû fihêt bûn û tevahiya elaletê bi wan kerametên birûmet ên ku wî dikirin, şa dibûn.
Du Meseleyên li ser Padîşahiya Xwedê: Liba Xerdelê û Hevîrtirşk
(Metta 13:31-33; Marqos 4:30-32)
18Îcar Îsa got: «Padîşahiya Xwedê mîna çi ye? Û ez wê bimînînim çi? 19Ew dimîne vê yekê: Mirovekî libeke xerdelê bir û avêt baxçê xwe. Ew şîn bû û bû dar û teyrên ezmên hêlînên xwe di nav çiqilên wê de çêkirin.»
20Û wî dîsa got: «Ma ez Padîşahiya Xwedê bimînînim çi? 21Ew mîna hevîrtirşk e ku jinekê hilda û xist nav sê çap ar, heta hemû tirş bû.»
Deriyê Teng
(Metta 7:13-14, 21-23)
22Û Îsa di gund û bajaran re derbas dibû, hîn dikir û ber bi Orşelîmê ve diçû. 23Hingê yekî jê re got: «Ya Xudan, ma yên ku wê xilas bibin, hindik in?» Wî ji wan re got: 24«Li ber xwe bidin, ku hûn di deriyê teng re derbas bibin, çimkî ez ji we re dibêjim, gelek wê lê bigerin ku bikevin hundir û nikarin. 25Piştî ku malxwê malê rabe û derî bigire, hûnê li derve bimînin, dest pê bikin li derî bixin û bêjin: ‹Ya Xudan, ji me re veke!› Hingê ewê li we vegerîne û ji we re bêje: ‹Ez nizanim hûn ji ku derê ne.› 26Hingê hûnê dest pê bikin û bêjin: ‹Me li ber te xwar û vexwar û te di kuçeyên me de hîn kir.› 27Lê ewê bêje: ‹Ez ji we re dibêjim ku ez nizanim hûn ji ku derê ne. Ji min dûr kevin, hey hûn hemû yên ku neheqiyê dikin!› 28Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan, gava hûn Birahîm, Îshaq, Aqûb û hemû pêxemberan di Padîşahiya Xwedê de, lê xwe li derve avêtî bibînin. 29Xelk wê ji Rojhilat û Rojava, ji Bakur û Başûr bên û di Padîşahiya Xwedê de li ser sifrê rûnin. 30Va ye, hin ên paşî wê bibin ên pêşî û hin ên pêşî wê bibin ên paşî.»
Îsa li ser Orşelîmê Dilorîne
(Metta 23:37-39)
31Wê gavê hinek Fêrisî hatin û ji Îsa re gotin: «Rabe ji vê derê here, çimkî Hêrodês dixwaze te bikuje.» 32Û wî ji wan re got: «Herin, ji wî roviyî re bêjin: ‹Va ye, ez îro û sibê cinan derdixim, nexweşan qenc dikim û roja sisiyan karê min temam dibe.› 33Lê belê divê ez îro, sibê û dusibe bi riya xwe ve herim, çimkî nabe ku pêxemberek ji derveyî Orşelîmê bê kuştin. 34Wax Orşelîm, heywax Orşelîma ku pêxemberan dikuje û yên ku ji wê re hatin şandin, dide ber keviran! Ka çawa mirîşk çîçikên xwe di bin bazkên xwe de dicivîne, çend caran min jî xwest ku ez zarokên te bicivînim, lê we nexwest! 35Va ye, mala we wê bi hêviya we ve bimîne. Ez ji we re dibêjim, êdî hûn min qet nabînin, heta wî çaxê ku hûn bêjin: ‹Pîroz be yê ku bi navê Xudan tê!›#Ji: Zebûr 118:26 »
Currently Selected:
Lûqa 13: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.