YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 12

12
Durûtî
1Di wê demê de, çaxê ku xelk bi hezaran civiya, wisa ku pêlhev dikirin, Îsa pêşî ji şagirtên xwe re dest pê kir û got: «Hay ji haveynê Fêrisiyan hebin ku durûtî ye. 2Tiştekî nixumandî tune ku xuya nebe û tiştekî veşartî tune ku neyê zanîn. 3Ji ber vê yekê her tiştê ku we di tariyê de gotiye, wê di ronahiyê de bê bihîstin û tiştê ku we di odeya hundir de di guh de gotiye, wê li ser banan bê gazîkirin.
Bizanin ku Divê Tirsa We ji Kê Hebe
(Metta 10:28-31)
4«Lê ez ji we dostên xwe re dibêjim: Ji wan netirsin, yên ku bedenê dikujin û ji wê pê ve nikarin tiştekî xerabtir bikin. 5Lê ez nîşanî we bidim ku hûnê ji kê bitirsin: Ji wî bitirsin, ku piştî dikuje, dikare bavêje dojehê; erê, ez ji we re dibêjim ku ji wî bitirsin! 6Ma pênc çivîk bi du peran nayên firotin? Lê dîsa Xwedê yek ji wan jî ji bîr nekiriye. 7Wisa jî hemû mûyên serê we hejmartî ne. Loma netirsin, hûn ji gelek çivîkan hêjatir in.
Eşkerekirin an Înkarkirina Îsa li ber Mirovan
(Metta 10:32-33; 12:32; 10:19-20)
8«Û ez ji we re dibêjim: Her kesê ku min li ber mirovan eşkere bike, Kurê Mirov jî wê wî li ber milyaketên Xwedê eşkere bike, 9lê yê ku min li ber mirovan înkar bike, ewê li ber milyaketên Xwedê bê înkarkirin. 10Û her kesê ku li dijî Kurê Mirov peyvekê bêje, wê li wî bê bihûrtin, lê yê ku li dijî Ruhê Pîroz çêrekê bike, li wî nayê bihûrtin. 11Çaxê we bibin kinîştan, ber serek û hukumdaran, xeman nexwin ku hûnê çawa xwe biparêzin an çi bêjin. 12Çimkî Ruhê Pîroz wê di wê demê de hînî we bike, ka divê hûn çi bêjin.»
Mesela Dewlemendê Bêaqil
13Yekî ji nav elaletê ji Îsa re got: «Mamoste, ji birayê min re bêje, da ku ew mîras bi min re leva bike.» 14Lê Îsa jê re got: «Camêr, kê ez li ser we kirime dadger an levaker?»
15Û ji wan re got: «Hay ji xwe hebin û xwe ji her cûreyê çavbirçîtiyê biparêzin. Çimkî jiyana mirov ne bi pirrbûna malê wî ye.» 16Û wî meselek ji wan re got: «Erdê mirovekî dewlemend gelek ber da. 17Ew difikirî û wî di dilê xwe de got: ‹Hew cih maye ku ez dexla xwe bêximê. Gelo ez çi bikim?› 18Û got: ‹Ezê weha bikim: Ezê hemû embarên xwe xera bikim, hinekên mezintir ava bikim û ezê hemû dexil û malê xwe di wan de kom bikim. 19Êdî ezê ji xwe re bêjim: Ya canê min, te ji xwe re têra gelek salan mal hilaniye. De rûne, bixwe, vexwe û kêfê bike.› 20Lê Xwedê jê re got: ‹Bêaqilo, îşev canê te wê ji te bê xwestin. Îcar ew malê ku te hilaniye wê ji kê re bimîne?›
21«Ha ev e, halê wî kesê ku ji xwe re xezîneyan dicivîne û di çavê Xwedê de ne dewlemend e.»
Xeman Nexwin!
(Metta 6:25-34)
22Û Îsa ji şagirtên xwe re got: «Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin ka hûnê çi bixwin û ne jî ji bo bedena xwe ka hûnê çi li xwe bikin. 23Çimkî jiyan di ser xwarinê û beden di ser lixwekirinê re ye. 24Li qirikan binêrin, ew ne diçînin, ne jî didirûn, ne kewarên wan, ne jî embarên wan hene û Xwedê dîsa jî wan xweyî dike; hûn çiqasî ji teyrikan hêjatir in! 25Kî ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêj bike? 26Loma, eger hûn nikarin tiştê herî biçûk jî bikin, çima hûn ji bo tiştên din xeman dixwin?
27«Li sosinan binêrin, çawa mezin dibin; ew ne dixebitin, ne jî rîs dirêsin. Lê ez ji we re dibêjim, Silêman jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan li xwe nekiribû. 28Îcar, eger Xwedê giyayê ku îro di zeviyê de heye û sibê di tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ewê çiqas bêtir we bi cil bike, ey kêmîmanno? 29Hûn li xwarin û vexwarina xwe negerin û xeman nexwin, 30çimkî hemû miletên dinyayê li van digerin, lê Bavê we dizane ku hûn hewcedarê van tiştan in. 31Lê belê hûn li Padîşahiya wî bigerin û ev tiştên ha jî wê ji we re bên dayîn. 32Ya keriyê biçûk, netirse, çimkî li Bavê we xweş hat ku Padîşahiyê bide we.
Xezîna li Ezmanan
(Metta 6:19-21)
33«Çi tiştê we heye bifiroşin û bikin xêr, ji xwe re kîsikên ku kevin nabin û xezînên ku li ezmanan kêm nabin, çêkin; li wê derê diz nêzîk nabe û bizûzk jî naxwe. 34Çimkî xezîna we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.
Xulamê Hişyar
(Metta 24:45-51)
35«Bila pişta we girêdayî be û qendîlên we pêketî bin. 36Hûn jî wek wan mirovan bin ên ku li hêviya axayê xwe sekinîne, da ku çaxê ew ji dawetê vegere û li derî bixe di cih de bikarin ji wî re vekin. 37Çi xwezî bi wan xulamên ku gava axayê wan bê, ew wan hişyar bibîne! Bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan li ser sifrê bide rûniştin û wê bê, xizmetê ji wan re bike. 38Eger ew di nobeta diduyan de an di nobeta sisiyan de bê û wan xulaman weha bibîne, çi xwezî bi wan xulaman! 39Lê vê bizanin, eger malxwê malê bizaniya, ku diz wê di kîjan saetê de bê, ewê hişyar bima û nedihişt ku ew bikeve xaniyê wî. 40Hûn jî amade bin, çimkî Kurê Mirov wê di saetekê de bê, ku ne di gumana we de ye.»
41Petrûs got: «Ya Xudan, tu vê meselê ji me re an ji hemûyan re jî dibêjî?» 42Û Xudan got: «Ew şahneyê dilsoz û şehreza kî ye ku axayê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan? 43Xwezî bi wî xulamê ku gava axayê wî bê, wî li ser karê wî bibîne. 44Ez rast ji we re dibêjim, ewê wî deyne ser hemû malê xwe. 45Lê eger ew xulam di dilê xwe de bêje: ‹Axayê min di hatina xwe de dereng dimîne› û dest pê bike li xulam û xadiman bixe, bixwe û vexwe û serxweş bibe, 46axayê wî xulamî wê di rojekê de bê, ku ew ne li hêviya wî ye û di saetekê de ku ew pê nizane û wê wî perçe perçe bike û para wî bi bêbaweran re bide. 47Ew xulamê ku daxwaza axayê xwe dizane jî, lê amadekarî nekiriye û ne jî li gor daxwaza axayê xwe kiriye, wê gelek lêdanê bixwe. 48Lê ewê ku nizane û tiştên hêjayî lêdanê kirine, wê hindik lêdanê bixwe. Ji kê re gelek hatibe dayîn, wê gelek ji wî bê xwestin û ji kê re gelek hatibe spartin, wê ji wî bêtir bê xwestin.
Îsa Dibe Sedemê Cudabûnê
(Metta 10:34-36)
49«Ez hatime, ku agir bavêjim ser erdê û min çiqas dixwest ku ew ji niha ve pêketî bûya! 50Lê imadeke min heye ku divê ez pê imad bibim û ez çiqas reht im, heta ku ew temam bibe. 51Ma hûn guman dikin ku ez hatime aştiyê bînim dinyayê? Ez ji we re dibêjim: Na, lê belê ez hatime, da ku ez dubendiyê bînim. 52Ji niha û pê ve, di malekê de pênc wê hebin, sisê li hember diduyan û dido li hember sisiyan wê dubendiyê bikin. 53Bav wê li dijî kur rabe û kur li dijî bav, dê li dijî keçê û keç li dijî dê, xesû li dijî bûkê û bûk wê li dijî xesûyê rabe.»
Nîşanên Zemên
(Metta 16:2-3; Metta 5:25-26)
54Îsa ji elaletê re jî got: «Çaxê hûn dibînin ku ewrek ji Rojavayê bilind dibe, di cih de hûn dibêjin: ‹Baran wê bibare› û wisa jî çêdibe. 55Û çaxê bayê başûr tê, hûn dibêjin ku wê gelekî bibe germ û wisa dibe. 56Hey durûno! Hûn li erd û ezmên dinêrin û dizanin ku hewa wê çawa be; lê çawa hûn vê demê fêm nakin? 57Û çima hûn ji ber xwe nawezinînin, ka ya rast çi ye? 58Loma çaxê tu bi sûcdarkerê xwe re herî dadgehê, di rê de bixebite, ku tu ji wî xilas bibî, da ku ew te nekişîne ber dadger û dadger te nede destê karbidest û karbidest jî te neavêje zîndanê. 59Ez ji te re dibêjim, heta ku tu polê paşî jî nedî, tu ji wê derê qet dernakevî.»

Currently Selected:

Lûqa 12: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in