YouVersion Logo
Search Icon

Lûqa 11

11
Duakirin
(Metta 6:9-13; 7:7-11)
1Carekê Îsa li cihekî dua dikir û gava wî dua xwe xilas kir, yekî ji şagirtên wî jê re got: «Ya Xudan, ka me hînî duakirinê bike, çawa ku Yûhenna şagirtên xwe hîn kiriye.» 2Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn dua bikin, bêjin:
Ya Bavo,
Navê te pîroz be,
Bila Padîşahiya te bê.#11:2 Bi gotineke din: «Bila mirov qedrê navê te yê pîroz (bimbarek) bigire». Binêre: Hezekiyêl 36:23.
3Nanê me yê rojane, roj bi roj bide me.
4Û li gunehên me bibihûre,
Çimkî em jî li hemû deyndarên xwe dibihûrin
Û me nebe ceribandinê.»
5Û wî ji wan re got: «Kî ji we dostekî wî hebe û ew nîvê şevê here ba wî û jê re bêje: ‹Dosto, ka sê nanan bi deyn bide min, 6çimkî dostê min ji riyeke dûr hatiye ba min û tiştekî min tune ku ez deynim ber wî.› 7Û yê din jî ji hundir lê vegerîne û bêje: ‹Min reht neke. Êdî derî girtî ye û zarokên min li ba min di nav nivînan de ne. Ez nikarim rabim û bidim te.› 8Ez ji we re dibêjim, eger ew ji bo dostaniyê ranebe û nede wî jî, ewê ji ber bêerziya wî rabe û çi jê re lazim be, wê bide wî. 9Û ez ji we re dibêjim:
Bixwazin, wê ji we re bê dayîn,
Lê bigerin, hûnê bibînin,
Li derî bixin, ewê ji we re vebe.
10Çimkî yê ku dixwaze, distîne
Û yê ku digere, dibîne
Û yê ku li derî dixe, jê re vedibe.
11Ka di nav we de bavek heye ku kurê wî masiyekî jê bixwaze û ew di şûna masî de marekî bide wî? 12An ku ew hêkekê bixwaze û ew dûpişkekî bide wî? 13Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê ezmanî hê çiqas bêtir wê Ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin.»
Derxistina Cinan
(Metta 12:22-30; Marqos 3:20-27)
14Îsa cinekî lal derdixist û gava ku cin derket, yê lal peyivî û elalet şaş ma. 15Lê hinekan ji wan got: «Ew bi serekê cinan Belzebûl, cinan derdixe.» 16Hinekên din ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin. 17Lê Îsa bi fikrên dilê wan dizanî û ji wan re got: «Her padîşahiya ku di nav wê de dubendî hebe, wêran dibe û mal li hember malê derdikeve. 18Û eger Îblîs li dijî xwe bi xwe rabe, padîşahiya wî wê çawa bimîne? Çimkî hûn dibêjin ku ez bi Belzebûl cinan derdixim. 19Eger ez bi Belzebûl cinan derxim, ma yên ku li pey we tên wan bi kê derdixin? Ji ber vê yekê ewê bibin dadgerên we. 20Lê eger ez bi tiliya Xwedê cinan derdixim, nexwe hingê Padîşahiya Xwedê gihîştiye we. 21Çaxê yekî çekdar û bi hêz qesra xwe diparêze, tiştên wî di ewlehiyê de dimînin. 22Lê çaxê yekî ji wî bihêztir bavêje ser wî û bikare wî, wê hemû çekên wî yên ku ew li wan ewle dibû, bistîne û talanê leva bike. 23Yê ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi min re nacivîne, belav dike.
Vegerîna Ruhê Xerab
(Metta 12:43-45)
24«Çaxê ruhê nepak ji mirov derdikeve, ew li cihên bê av digere ku rihetiyê bibîne, lê nabîne. Hingê ew dibêje: ‹Ezê vegerim mala xwe ya ku ez jê derketime.› 25Îcar tê û dibîne ku ew maliştî û xemilandî ye. 26Hingê ew diçe û heft ruhên din ên ji xwe xerabtir tîne û ew dikevinê û li wir rûdinin. Êdî halê wî mirovî yê dawî ji yê pêşî xerabtir dibe.»
Xwezîtiya Rast
27Çaxê Îsa hê ev tişt digotin, jinekê ji elaletê dengê xwe hilda û ji wî re got: «Xwezî bi wî zikê ku tu aniyî û bi wan çiçikên ku tu mêjandiyî.» 28Lê wî got: «Rast e, lê hê bêtir xwezî bi wan ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin!»
Nîşanan Dixwazin
(Metta 12:38-42; Marqos 8:12)
29Û çaxê ku elalet li dor wî zêde dibû, Îsa dest bi gotinê kir: «Ev nifşê ha nifşekî xerab e, li nîşanekê digere û ji nîşana Ûnis pêxember pê ve, nîşaneke din ji wan re nayê dan. 30Çawa ku Ûnis ji xelkê Nînewê re bûye nîşan, Kurê Mirov jî wê ji vî nifşî re wisa be.#Ûnis 3 31Şahbanûya Başûr wê di Roja Dawî de bi xelkê vî nifşî re rabe û wan sûcdar derxe; çimkî ew ji kujên dinyayê hat, da ku guhdariya şehrezayiya Silêman bike û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e.#Padîşah I, 10:1-13 32Di Roja Dawî de xelkê Nînewê wê bi vî nifşî re rabin û wan sûcdar derxin, çimkî wan bi danezana Ûnis tobe kir û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e.
Çira Bedena Te Çavê Te Ye
(Metta 5:15; 6:22-23)
33«Tu kes qendîlê pênaxe û danayne cihekî veşartî, an jî naxe bin melkebê, lê datîne ser şamdanê, da yên ku dikevin hundir, ronahiyê bibînin. 34Çira bedena te çavê te ye. Eger çavê te saxlem be, hemû bedena te jî dibe ronahî, lê eger çavê te xerab be, bedena te jî dibe tarî. 35Îcar hay ji xwe hebe ku ronahiya di dilê te de nebe tarî. 36Eger bedena te hemû ronahî be û tu dera tarî tê de nebe, ew hemû wisa ronahî dibe, wek ku qendîlek bi şewqa xwe te ronahî dike.»
Îsa Fêrisiyan û Şerîetzanan Neheq Dike
(Metta 23:1-36; Marqos 12:38-40; Lûqa 20:45-47)
37Çaxê Îsa dipeyivî, yekî Fêrisî ew vexwend, ku li ba wî xwarinê bixwe. Ew jî çû û li ser sifrê rûnişt. 38Lê gava yê Fêrisî dît ku ji berî xwarinê wî destê xwe li gor adeta wan neşuşt, şaş ma. 39Lê Xudan ji wî re got: «Hûn Fêrisî derveyê tas û sêniyan paqij dikin, lê hundirê we ji tiştên talankirî û xerabiyê tije ye. 40Hey bêaqilno, ma yê derve çêkirî hundir jî çênekiriye? 41Lê ya qenc ew e ku hûn ji tiştên xwe yên hundir xêran bidin, hingê her tişt wê ji we re paqij bibe. 42Lê belê wey li we Fêrisiyan! Hûn dehyeka pûng, catir û hemû cûreyên pincarê didin, lê belê hûn dev ji dadperwerî û hezkirina Xwedê berdidin. Diviya we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana. 43Wey li we Fêrisiyan! Hûn di kinîştan de ji kursiyê pêşî û di sûkan de ji silav standinê hez dikin. 44Wey li we! Hûn wek wan gorên nenas in, yên ku mirovên li ser wan digerin, bi wan nizanin.»
45Û yekî ji Şerîetzanan li Îsa vegerand û got: «Mamoste, bi van gotinan tu me jî şermezar dikî.» 46Lê Îsa lê vegerand û got: «Wey li we jî, hûn Şerîetzanno! Hûn barên ku hilgirtina wan zehmet e, didin pişta mirovan û hûn bi xwe tiliyeke xwe jî nadin wan baran. 47Wey li we! Hûn qubên pêxemberan çêdikin, yên ku bi destê bav û kalên we hatine kuştin. 48Bi vî awayî hûn şahidiyê dikin ku hûn kirinên bav û kalên xwe erê dikin, çimkî wan pêxember kuştin û hûn jî qubên wan çêdikin. 49Ji ber vê yekê jî Şehrezayiya Xwedê got: ‹Ezê ji wan re pêxemberan û şandiyan bişînim. Wê hin ji wan bikujin û tengahiyê bidin hinan jî›, 50da ku xwîna hemû pêxemberan a ku ji damezrandina dinyayê ve hatiye rijandin, ji vî nifşî bê xwestin, 51ji xwîna Habîl heta xwîna Zekeryayê ku di navbera gorîgeh û Perestgehê de hat kuştin. Erê, ez ji we re dibêjim ku wê ji vî nifşî bê xwestin. 52Wey li we Şerîetzanan! We rahiştiye mifta zanînê; hûn bi xwe neketin hundir û yên dixwestin bikevin hundir jî, we nehişt bikevinê.» 53Çaxê Îsa ji wir derdiket, Şerîetzan û Fêrisiyan, li ser gelek tiştan pirs ji wî kirin û ew dan tengiyê. 54Ew li ber wî letabûn, da ku xeberekê ji devê wî bigirin.

Currently Selected:

Lûqa 11: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in