Lûqa 10
10
Şandina Heftê Şagirtî
1Piştî vê yekê Xudan heftê şagirtên din jî hilbijartin û ew dido dido li pêşiya xwe şandin her bajar û her cihê ku ew bi xwe wê biçûyayê. 2Wî ji wan re got: «Dexil gelek e, lê pale hindik in. Loma ji xwediyê dexlê lava bikin, da ku ji bo dexla xwe paleyan bişîne. 3Herin! Ez we wek berxan dişînim nav guran. 4Ne kîsik, ne tûr û ne jî çaroxan bi xwe re bibin û di rê de silavê nedin tu kesî. 5Û kîjan mala hûn bikevinê, pêşî bêjin: ‹Silamet li ser vê malê.› 6Û eger mirovekî hêjayî aştiyê li wir hebe, aştiya we wê li ser wî bimîne; lê eger nebe, ewê dîsa li we vegere. 7Îcar di wê malê de bimînin, tiştê wan ê heyî, bixwin û vexwin, çimkî yê pale hêjayî heqê xwe ye. Ji malekê neçin a din. 8Û kîjan bajarê hûn bikevinê û we qebûl bikin, tiştê ku bê ber we, bixwin. 9Nexweşên li wî bajarî qenc bikin û ji wan re bêjin: ‹Padîşahiya Xwedê nêzîkî we bûye.› 10Lê kîjan bajarê hûn bikevinê û we qebûl nekin, derkevin ser meydanên wî û bêjin: 11‹Em wê toza ku ji bajarê we bi lingê me ve maye jî, li ber wijdana we diweşînin, lê vê bizanin ku Padîşahiya Xwedê nêzîkî we bûye.› 12Ez ji we re dibêjim, wê rojê rewşa Sodomê wê ji rewşa wî bajarî çêtir be.#Destpêk 19
Bajarên Bêbawerî
(Metta 11:20-24)
13«Wey li te Xorazînê! Û wey li te Beytsaydayê! Eger ew kerametên ku di nav we de hatin kirin, di Sûr û Saydayê de bihatana kirin, wanê ji zû ve di nav xirarî û xweliyê de rûniştî tobe bikirana. 14Lê belê di Roja Dawî de halê Sûr û Saydayê wê ji yê we çêtir be. 15Û tu, hey Kefernahûmê, ma tê heta bi ezmên bilind bibî? Na, tê heta bi diyarê miriyan herî xwar! 16Yê ku guhdariya we dike, ew guhdariya min dike û yê ku we red dike, ew min red dike û yê ku min red dike, ew wî yê ku ez şandime, red dike.»
Vegerîna Heftê Şagirtî
17Her heftê bi şahî vegeriyan û gotin: «Ya Xudan, cin jî bi navê te bi ya me dikin.» 18Wî ji wan re got: «Min dît ku çawa Îblîs wek birûskê ji ezmên ket. 19Va ye, min desthilatî daye we, ku hûn pê li mar û dûpişkan û hemû hêza dijmin bikin û tu tişt qet ziyanê nade we. 20Lê belê bi vê şa nebin ku cin bi ya we dikin, lê bi vê şa bin ku navên we li ezmanan hatine nivîsîn.»
Dilşabûna Îsa
(Metta 11:25-27; 13:16-17)
21Wê gavê Îsa bi Ruhê Pîroz gelek şa bû û got: «Ya Bavo, Xudanê erd û ezmên, ez ji te re şikir dikim, ku te ev tiştên ha ji şehreza û zaneyan veşartine û ji zarokan re eşkere kirine. Erê, Bavo, çimkî ev yek li te xweş hat. 22Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hatiye dayîn. Ji Bav pê ve kesek nizane Kur kî ye û ji bilî Kur û yê ku Kur bixwaze bi wî bide eşkerekirin, kesek nizane, Bav kî ye.» 23Û wî berê xwe da şagirtan û bi taybetî ji wan re got: «Xwezî bi wan çavên tiştên ku hûn dibînin. 24Çimkî ez ji we re dibêjim ku gelek pêxember û padîşahan xwestin wan tiştên ku hûn dibînin, bibînin, lê nedîtin. Xwestin wan tiştên ku hûn dibihîzin, bibihîzin, lê nebihîstin.»
Mesela Sameriyê Dilpak
25Îcar Şerîetzanek rabû, ji bo ku Îsa biceribîne got: «Mamoste, ma ez çi bikim, da ku ez bibim wêrisê jiyana herheyî?» 26Îsa lê vegerand û got: «Ma di Şerîetê de çi nivîsî ye? Tu çawa dixwînî?» 27Wî lê vegerand û got: «‹Bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû hêza xwe û bi hemû hişê xwe ji Xudan, Xwedayê xwe hez bike› û ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.›#Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:5; Lêwiyî 19:18 » 28Îsa lê vegerand û got: «Te rast got, de îcar wisa bike, tê bijî.»
29Lê wî xwest xwe rûspî derxe û ji Îsa re got: «Ma cîranê min kî ye?» 30Îsa lê vegerand û got: «Zilamek ji Orşelîmê daket xwarê û çû bajarê Erîhayê. Ew ket nav destên rêbiran. Rêbiran ew tazî kir, lê xistin û hema bêje nîvkuştî dev jê berdan û çûn. 31Îcar bi rasthatinî kahînek di wê riyê de dadiket. Gava wî ew dît, wî xwe jê dûr kir û di aliyê din re bihûrî û çû. 32Bi vî awayî yekî Lêwî jî hat wê derê, wî jî ew dît û di aliyê din re bihûrî û çû. 33De îcar yekî Samerî jî rêwîtî dikir û hat ba wî. Gava wî ew dît, dilê wî pê şewitî. 34Ew çû ba wî. Wî zeyt û şerab bi birînên wî de kirin û ew girêdan. Wî ew li ser dewara xwe siwar kir, bir mêvanxaneyekê û lê bû xweyî. 35Dotira rojê du zîv derxistin, dan xwediyê mêvanxaneyê û jê re got: ‹Li vî mirovî bibe xweyî, her tiştê ku tu bêtir lê serf bikî, gava ez vegerim, ezê bidim te.›
36«Îcar, li gor dîtina te, kîjan ji van her siyan bû cîranê wî yê ku ketibû destê rêbiran?» 37Şerîetzan got: «Ewê ku dilê wî pê şewitî.» Îsa got: «De îcar, tu jî here û wisa bike!»
Di Mala Merta û Meryemê de
38Û gava ew bi riya xwe ve diçûn, Îsa ket gundekî. Û jineke ku navê wê Merta bû, ew qebûl kir mala xwe. 39Xwişkeke wê jî hebû ku navê wê Meryem bû. Ew jî li ber lingên Xudan rûniştibû û guhê xwe dida gotina wî. 40Lê Merta bi gelek tiştan ve pirr mijûl dibû. Ew hat ba Îsa û jê re got: «Ya Xudan, ma tu xema xwe jê naynî ku xwişka min ez di kar de bi tenê hiştime? De jê re bêje ku ew alî min bike.» 41Xudan lê vegerand û got: «Merta, Merta, tu xema gelek tiştan dixwî û xwe bi wan reht dikî, 42lê tiştek bi tenê lazim e. Meryem ew para qenc ji xwe re bijartiye û ew ji wê nayê standin.»
Currently Selected:
Lûqa 10: KURNT
Highlight
Share
Copy
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.