YouVersion Logo
Search Icon

Galatî 1

1
Silav
1Ji Pawlosê Şandî yê ku ne ji mirovan û ne jî bi destê mirovan, lê belê bi destê Îsa Mesîh û Bav Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakir, bûye Şandî 2û ji hemû birayên ku bi min re ne,
ji civînên bawermendan ên li Galatyayê re:
3Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be. 4Wî xwe di ber gunehên me de feda kir, da ku me ji dinya xerab xilas bike. Bi wî awayî wî daxwaza Bavê me Xwedê pêkanî. 5Rûmet her û her ji Xwedê re be! Amîn.
Mizgîniyeke Din Tune
6Ez li we şaş dimînim ku hûn çawa evqas zû dev ji yê ku bi kerema Mesîh gazî we kiriye, berdidin û li mizgîniyeke din dizivirin. 7Ya rast, mizgîniyeke din tune, lê hin kesên ku we tevlihev dikin û dixwazin Mizgîniya Mesîh xera bikin, hene. 8Lê belê eger em, an jî milyaketekî ji ezmên, ji wê Mizgîniya ku me ji we re gotiye pê ve, mizgîniyeke din ji we re bêje, bila nifir li wî be. 9Me berê çawa gotiye, ez niha dîsa dibêjim: Eger yek, ji Mizgîniya ku we qebûl kiriye pê ve, yeke din ji we re bêje, nifir li wî be.
10Ma niha ez lê digerim ku li mirovan an li Xwedê xweş bêm? An ez dixebitim ku mirovan dilxweş bikim? Eger min hê bixwesta ku ez mirovan dilxweş bikim, ez nedibûm xulamê Mesîh.
Xwedê Çawa Gazî Pawlos Kiriye
11Birano, ez bi we didim zanîn ku ew Mizgîniya ku ji aliyê min ve tê dayîn, ne ji mirovan e. 12Çimkî min ew ji mirovan nestand û ez ji aliyê wan ve nehatim hînkirin, lê belê min ew bi peyxama Îsa Mesîh stand.
13We li ser jiyana min a berê ya di Cihûtiyê de bihîst. Hingê min pirr zêde tengahî dida civîna bawermendan a Xwedê û min dixwest ku ez wê ji holê rakim.#Karên Şandiyan 8:3; 22:3-5 14Ez di nav gelê xwe de, ji gelekên ku di emrê min de bûn, di Cihûtiyê de bêtir pêşve diçûm û ji bo adetên bav û kalên xwe bi zêdehî xîretkêş bûm. 15Lê hê ku ez di malzaroka diya xwe de bûm, Xwedê ez veqetandim û bi kerema xwe gazî min kir. 16Û çaxê li wî xweş hat ku Kurê xwe ji min re eşkere bike, da ku ez di nav miletên din de wî bidim bihîstin, ez bi xwîn û goşt neşêwirîm#Karên Şandiyan 9:3-6 17û derneketim Orşelîmê, ba yên ku beriya min bûbûn Şandî. Lê belê ez çûm Erebistanê û careke din vegeriyam Şamê.
18Paşê, piştî sê salan ji bo ku ez Kîfas nas bikim, ez derketim Orşelîmê û panzdeh rojan li ba wî mam.#Karên Şandiyan 9:26-30#1:18 Kîfas: navê din ê «Petrûs» e. 19Lê min ji Şandiyan kesek nedît; min bi tenê birayê Xudan Aqûb dît. 20Di tiştên ku ez ji we re dinivîsim de, va ye, li ber Xwedê ez derewan nakim. 21Piştî wê ez hatim herêmên Sûriye û Kîlîkyayê. 22Lê ez bi xwe, ji aliyê civînên bi Mesîh ên li Cihûstanê ve rû bi rû nehatibûm naskirin. 23Wan bi tenê dibihîst: «Wî mirovê ku demekê tengahî dida me, ew niha wê baweriya ku demekê dixwest ji holê rake, hîn dike.» 24Û ji bo min pesnê Xwedê didan.

Currently Selected:

Galatî 1: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in