YouVersion Logo
Search Icon

Korîntî II, 13

13
Hişyarkirinên Dawî û Silav
1Ev cara sisiyan e ku ez têm ba we. «Divê her tişt bi devê dido an sê şahidan rast derkeve.»#Ji: Dubarekirina Şerîetê 19:15 2Ji wan ên ku berî niha guneh kirine û ji hemûyên din re ez niha ji dûr ve tiştê ku min di serdana diduyan de gotibû, careke din dibêjim: Gava ez dîsa bêm, êdî ez tu kesî nadirixînim. 3Madem ku hûn li delîlan digerin, ka gelo Mesîh bi devê min dipeyive… Mesîh li hember we ne lewaz e, lê belê di nav we de hêzdar e. 4Rast e, ew bi lewazî hat xaçkirin, lê belê ew bi hêza Xwedê dijî. Em jî di yekîtiya wî de lewaz in, lê belê bi hêza Xwedê, emê bi wî re ji bo we bijîn.
5Xwe bi xwe biceribînin û sihêtiya xwe bikin, ka gelo hûn di baweriyê de ne. Ma hûn nizanin ku Îsa Mesîh di dilê we de ye? An nexwe, hûn ji ceribandinê serfiraz dernakevin. 6Ez hêvîdar im hûnê fêm bikin ku em ne yên binketî ne. 7Îcar em li ber Xwedê dua dikin ku hûn tiştekî xerab nekin. Ev jî ne ew e ku em di ceribandinê de serketî bên dîtin, lê em wek ên serneketî bin jî, armanc ew e ku hûn ya qenc bikin. 8Çimkî ne li hember rastiyê, lê belê ji bo rastiyê em dikarin tiştekî bikin. 9Kengê em lewaz û hûn hêzdar bin, em şa dibin. Û dua me ev e ku hûn tam bigihîjin. 10Loma ez hê nehatî van tiştan dinivîsim, da ku, gava ez bêm, ez wê desthilatiya ku Xudan daye min, bi hişkî bi kar neynim. Çimkî ev desthilatî ne ji bo xerakirinê, lê ji bo avakirinê ji min re hatiye dayîn.
Silavên Aştiyê
11Birano, êdî di xweşiyê de bimînin. Kêmahiyên xwe temam bikin, hanê bidin hevdû, hemfikir bin, di aştiyê de bijîn û Xwedayê aştî û hezkirinê wê bi we re be. 12Bi ramûsana pîroz silavê li hev bikin. Hemû pîroz silavan li we dikin.
13Kerema Xudan Îsa Mesîh, hezkirina Xwedê û hevpariya Ruhê Pîroz li ser we hemûyan be.

Currently Selected:

Korîntî II, 13: KURNT

Highlight

Share

Copy

None

Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in

Video for Korîntî II, 13