Karên Şandiyan 9
9
Îsa Mesîh ji Şawûl re Xuya Dibe
(Karên Şandiyan 22:6-16; 26:12-18)
1Hingê Şawûl, hê jî bi gefxwarina kuştina şagirtên Xudan, çû ba Serokkahîn 2û ji bo kinîştên li Şamê name jê xwestin, da ku ew her kesê ku li pey vê Riyê diçe bibîne, jin an mêr, wan bigire û girêdayî bîne Orşelîmê. 3Gava ew di riya xwe de diçû û nêzîkî Şamê dibû, ji nişkê ve ji ezmên ronahiyekê li dora wî şewq da. 4Ew ket erdê û dengek bihîst ku ji wî re got: «Şawûl, Şawûl, tu çima tengahiyê didî min?» 5Şawûl pirsî û got: «Ya Xudan, tu kî yî?» Wî jî got: «Ez Îsa me, yê ku tu tengahiyê didiyê. 6Lê rabe û bikeve bajêr; wê ji te re bê gotin, ku divê tu çi bikî.» 7Ew zilamên ku bi Şawûl re rêwîtî dikirin, bêzar man û sekinîn; çimkî wan deng dibihîst, lê tu kes nedidîtin. 8Şawûl ji erdê rabû, lê gava wî çavên xwe vekirin, wî tiştek nedît. Bi destê wî girtin û ew anîn Şamê. 9Îcar sê rojan wî nedît, ne xwar û ne jî vexwar.
10Hingê li Şamê şagirtek hebû ku navê wî Hananya bû. Xudan di dîtiniyekê de ji wî re got: «Hananya!» Wî bersîv da: «Va me ez, ya Xudan.» 11Xudan ji wî re got: «Rabe û here wê kolana ku jê re dibêjin Rast, li mala Cihûda, li mirovekî Tarsûsî ku navê wî Şawûl e bipirse. Ji ber ku va ye, ew dua dike. 12Wî di dîtiniyekê de dîtiye, mirovekî ku navê wî Hananya ye hat ba wî û destên xwe danîn ser wî, da ku dîsa bibîne.» 13Hananya bersîv da û got: «Ya Xudan, min li ser vî zilamî ji gelekan bihîstiye, ku wî di Orşelîmê de çiqas xerabî li pîrozên te kiriye. 14Li vir jî desthilatiya wî ji serekên kahînan heye ku hemûyên gazî navê te dikin bigire.» 15Lê Xudan ji wî re got: «Tu here, çimkî ew ji bo min hacetekî bijartî ye, da ku navê min bigihîne ber miletan, padîşahan û zaryên Îsraêl. 16Ez bi xwe, ezê nîşanî wî bidim ku divê çiqas cefayê di ber navê min de bikişîne.» 17Hingê Hananya rabû û çû ket wê malê. Wî destên xwe danîn ser Şawûl û got: «Birayê Şawûl, Xudan ez şandim, ew Îsayê ku di rê de li te xuya bû, da ku tu dîsa bibînî û tu bi Ruhê Pîroz tije bibî.» 18Di cih de tiştekî wek pûlikan ji çavên wî ketin û ji nû ve dît. Ew rabû û imad bû. 19Piştî ku xwarin xwar, hêza wî hat cih.
Şawûl Mizgîniyê Dide
Şawûl çend rojan li Şamê bi şagirtan re ma. 20Û destxwere wî dest pê kir, di kinîştan de Îsa da bihîstin û got: «Ew Kurê Xwedê ye.» 21Hemû yên ku ew bihîstin şaş man û gotin: «Ma ev ne ew e, yê ku ew ên li Orşelîmê gazî vî navî dikirin, ji holê radikirin? Ma ew nehatiye vir, da ku wan girêdayî bibe ber serekên kahînan?» 22Lê Şawûl hê bêtir bi hêz dibû û ji ber ku eşkere dikir ku Îsa, Mesîh e, Cihûyên ku li Şamê rûdiniştin matmayî hiştin.
23Piştî ku gelek roj derbas bûn, Cihû şêwirîn ku wî bikujin. 24Lê Şawûl bi gêrûfena wan hesiya. Ew bi şev û bi roj li ber dergehên bajêr diman, da ku wî bikujin. 25Lê şagirtên wî bi şev rahiştin wî û di selikekê de ew ji sûrê daxistin jêr.#Korîntî II, 11:32-33
26Gava ku Şawûl hat Orşelîmê, dixebitî ku beşdarî şagirtan bibe. Lê hemû ji wî ditirsiyan, çimkî bawer nekirin ku ew bûye şagirt. 27Hingê Barnabas ew hilda û anî ba Şandiyan; ji wan re got ku Şawûl çawa di rê de Xudan dîtiye û Xudan bi wî re peyiviye û wî çawa li Şamê bi navê Îsa, bê tirs hîn kiriye. 28Şawûl êdî li Orşelîmê bi wan re bû, bi wan re diçû û dihat, bê tirs bi navê Xudan hîn dikir. 29Bi Cihûyên ku Yewnanî dipeyivîn re dipeyivî û bi wan re diket gotûbêjê, lê ew dixebitîn ku wî bikujin. 30Çaxê bira pê hesiyan, ew daxistin Qeyseriyê û ji wir jî şandin Tarsûsê.
31Hingê civînên bawermendan li tevahiya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê di aştiyê de bûn; ava dibûn, bi tirsa Xudan pêşve diçûn û bi handana Ruhê Pîroz zêde dibûn.
Petrûs li Lîdayê û Yafayê
32Gava ku Petrûs li her aliyî digeriya, ew berjêrî ba wan pîrozên ku li Lîdayê diman jî bû. 33Li wir wî mirovek ku navê wî Eynêyas bû dît, ku ji heşt salan ve di nav nivînan de bû; çimkî ew felcî bû. 34Petrûs ji wî re got: «Eynêyas, Îsa Mesîh te qenc dike, rabe û nivînên xwe hilde!» Û di cih de ew rabû ser lingan. 35Hemû kesên ku li Lîdayê û li deşta Şaronê rûdiniştin ew dîtin û li Xudan zivirîn.
36Îcar li Yafayê şagirtek hebû, ku navê wê Tabîta bû, ku bê wergerandin bi mana «Xezal» e. Wê xwe dabû kirinên qenc û xêran. 37Di wan rojan de ew nexweş ket û mir. Piştî ku ew şuştin, li oda jorîn danîn. 38Ji ber ku Lîda nêzîkî Yafayê bû, şagirtan bihîst ku Petrûs li wê derê ye, du zilam şandin pey wî, jê daxwaz kirin û gotin: «Ji kerema xwe zû were ba me.» 39Hingê Petrûs rabû û bi wan re çû. Çaxê ew gihîşt wê derê, ew birin oda jorîn. Hemû jinebî li dora wî rawestan, digiriyan û cil û kirasên ku hê Xezalê bi wan re bû çêkiribûn, nîşan didan. 40Lê Petrûs hemû derxistin derve, çû ser çokan û dua kir. Li cesed zivirî û got: «Tabîta, rabe.» Hingê wê çavên xwe vekir, Petrûs dît û rûnişt. 41Wî destê xwe dirêjî wê kir û ew rakir. Piştre gazî yên pîroz û jinebiyan kir û ew saxbûyî danî ber wan. 42Ev yek li hemû Yafayê hat bihîstin û gelekan bawerî bi Xudan anî. 43Petrûs jî gelek rojan li Yafayê, li mala Şimûnê çermker ma.
Currently Selected:
Karên Şandiyan 9: KURNT
Highlight
Share
Copy
![None](/_next/image?url=https%3A%2F%2Fimageproxy.youversionapi.com%2F58%2Fhttps%3A%2F%2Fweb-assets.youversion.com%2Fapp-icons%2Fen.png&w=128&q=75)
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.