Karên Şandiyan 10
10
Petrûs û Kornêlyosê Sersed
1Li Qeyseriyê mirovek hebû ku navê wî Kornêlyos bû; ew di tabûra ku jê re ‹ya Îtalyayî› digotin de sersed bû. 2Ew bi hemû maliyên xwe ve dîndar û xwedêtirs bû, wî gelek xêr bi gelê Cihû dikirin û herdem li ber Xwedê dua dikir. 3Rojekê piştî nîvro, di dora saet sisiyan de wî bi zelalî di dîtiniyekê de dît ku milyaketekî Xwedê hat ba wî û jê re got: «Kornêlyos!» 4Wî gelek bi tirs li milyaket nêrî û got: «Çi ye, ya Xudan?» Milyaket got: «Dua û xêrên te gihîştin ba Xwedê û tu di bîra wî de yî. 5De niha zilaman bişîne Yafayê û gazî Şimûnê ku jê re dibêjin Petrûs, bike. 6Ew mêvanê Şimûnê çermker e, ku mala wî li ber deryayê ye.» 7Çaxê milyaketê ku bi wî re peyivî çû, wî gazî du xulamên xwe û leşkerekî dîndar ê ku di xizmeta wî de bû, kir; 8piştî ku hemû tişt ji wan re got, ew şandin Yafayê.
9Dotira rojê çaxê ku ew di riya xwe de bûn û nêzîkî bajêr dibûn, Petrûs saet li dora diwanzdehan derket ser banê xênî ku dua bike. 10Ew pirr birçî bû û xwest ku tiştekî bixwe. Çaxê ku xwarin amade dikirin, ew ji ser hişê xwe çû. 11Wî dît ku ezman vebûyî ye û tiştekî wek çarşefeke mezin, ji çar kujên xwe daleqandî, dadikeve erdê. 12Di hundirê wê de her cûreyê heywanên çarpê, heywanên ku dişêlin û teyrên ezmên hebûn. 13Û wî dengek bihîst ku digot: «Petrûs rabe, şerjêke û bixwe.» 14Lê Petrûs got: «Ev ji min dûr be, ya Xudan; çimkî min tu caran tiştên murdar an heram nexwarine.» 15Dîsa, cara diduyan deng jê re got: «Tiştên ku Xwedê helal kirine, tu heram nehesibîne.» 16Ev yek sê caran çêbû û ev tiştê wek çarşefê di cih de hat hilkişandin ezmên.
17Hê ku Petrûs şaşmayî li ser wê dîtiniya ku dîtibû difikirî, ew zilamên ku Kornêlyos şandibûn, li mala Şimûn dipirsîn, mal dîtin û li ber derî rawestan. 18Wan gazî kir û gotin: «Ma Şimûnê ku jê re dibêjin Petrûs li vir dimîne?» 19Îcar Petrûs hê li ser dîtiniyê difikirî, Ruh ji wî re got: «Va ye, sê mirov li te digerin. 20Niha rabe, here jêr, qet dudilî nebe û bi wan re here. Çimkî min ew şandine.» 21Petrûs daket jêr û ji zilaman re got: «Ewê ku hûn lê digerin ez im; ma hûn ji bo çi hatine?» 22Wan bersîv da û gotin: «Kornêlyosê sersed em şandin. Ew zilamekî rast û xwedêtirs e û ji aliyê hemû gelê Cihûyan ve li ser wî bi qencî tê peyivîn. Ji aliyê milyaketekî pîroz ve jê re hat gotin ku bişîne pey te ku tu bêyî mala wî û tiştê ku tê bêjî bibihîze.» 23Îcar Petrûs ew gazî hundir kirin û ew kirin mêvan.
Dotira rojê ew rabû û bi wan re çû. Çend birayên ji Yafayê jî bi wî re çûn. 24Roja din gihîştin Qeyseriyê. Kornêlyos li hêviya wan bû. Wî gazî mirovên xwe û dostên xwe yên nêzîk jî kiribû û li ba xwe civandibûn. 25Gava ku Petrûs ket hundir, Kornêlyos ji ber ve rabû û xwe avêt ber lingên wî û periziyê. 26Lê Petrûs ew rakir ser lingan û got: «Rabe, ez bi xwe jî mirov im.» 27Hê ku bi wî re dipeyivî, ket hundir, dît ku gelek mirov civiyane. 28Petrûs ji wan re got: «Hûn bi xwe qenc dizanin ku ji bo yekî Cihû çiqas ne rast e ku bi yekî ji miletên din re têkiliyê deyne an here ba wî; lê Xwedê nîşanî min da ku ez ji tu kesî re nebêjim murdar an heram. 29Loma gava ku ez hatim gazîkirin, bêyî ku ez li hember rabim, ez hatim. Niha ez dipirsim, gelo we çima gazî min kir?»
30Hingê Kornêlyos bersîv da û got: «Berî çar rojan, vî çaxî, saet di sisiyan de min li mala xwe dua dikir. Ji nişkê ve zilamekî cilspî li ber min rawesta 31û got: ‹Kornêlyos, duaya te hat bihîstin û xêrên ku te kirine li ber Xwedê hatin bîranîn. 32Îcar zilaman bişîne Yafayê û gazî Şimûnê ku jê re Petrûs dibêjin bike. Ew li ba Şimûnê çermker dimîne, mala Şimûn jî li ber deryayê ye.› 33Ji ber vê yekê min zû şand pey te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em hemû li vê derê li ber Xwedê amade ne, da ku em hemû tiştên ku Xudan li te emir kirine, bibihîzin.»
Petrûs Mizgîniyê Dide Miletên Din
34Petrûs jî dest bi peyivînê kir û got: «Niha bi rastî ez fêm dikim ku li ba Xwedê xatirgirtin tune.#Dubarekirina Şerîetê 10:17 35Lê di nav her miletî de yê ku ji wî ditirse û ya rast dike, ji wî re meqbûl e. 36Hûn dizanin ku Xwedê peyv ji zaryên Îsraêl re şand, bi destê Îsa Mesîhê ku Xudanê hemûyan e, Mizgîniya aştiyê da. 37Hûn bi bûyerên piştî ku Yûhenna ji bo imadbûnê gazî kiribû dizanin, ku çawa li Celîlê dest pê kirin û li seranserê Cihûstanê belav bûn û 38çawa Xwedê Îsayê Nisretî bi Ruhê Pîroz û bi hêzê mesh kir û çawa ew geriya, wî qencî kir û hemû yên ku di bin serdestiya Îblîs de bûn sax kirin. Çimkî Xwedê bi wî re bû. 39Em ji hemû tiştên ku wî li Cihûstanê û Orşelîmê kirin re şahid in. Wan ew li xacê xist û kuştin. 40Lê Xwedê roja sisiyan ew ji nav miriyan rakir û kir ku bi eşkereyî bê dîtin. 41Ne ji hemû gel re, lê ji me re, ji yên ku ji berê ve ji aliyê Xwedê ve wek şahid hatibûn bijartin re eşkere kir. Piştî ku ew ji nav miriyan rabû, me bi wî re xwar û vexwar. 42Wî li me emir kir ku em peyvê bi gel bidin bihîstin û şahidiyê bikin ku dadgerê mirî û zindiyan ê ku Xwedê destnîşan kiriye, ew e. 43Hemû pêxember li ser wî şahidiyê dikin, her kesê ku baweriyê bi wî bîne, bi navê wî efûbûna gunehan distîne.»
44Hê Petrûs ev tişt digotin, Ruhê Pîroz hat ser hemûyên ku peyv bihîstin. 45Îcar bawermendên Cihû yên ku bi Petrûs re hatibûn, şaş man ku çawa diyariya Ruhê Pîroz bi ser miletên din de jî rijiya bû. 46Çimkî wan bihîst ku ew bi zimanên din dipeyivin û pesnê Xwedê didin. Hingê Petrûs got: 47«Evên ku wek me Ruhê Pîroz standine, ma kî dikare nehêle ku bi avê bên imadkirin?» 48Û wî emir kir ku ew bi navê Îsa Mesîh imad bibin. Hingê wan ji wî hêvî kir ku çend rojan li wir bimîne.
Currently Selected:
Karên Şandiyan 10: KURNT
Highlight
Share
Copy
![None](/_next/image?url=https%3A%2F%2Fimageproxy.youversionapi.com%2F58%2Fhttps%3A%2F%2Fweb-assets.youversion.com%2Fapp-icons%2Fen.png&w=128&q=75)
Want to have your highlights saved across all your devices? Sign up or sign in
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.